12/01/2021

Tu qedexe bûyî

Tu pirtûkeke qedexe bûyî
Ne min karî bixwînim li ber çirayeke vemirî
Ne jî min li bin tava asmanekî sayî diwêrî
Berî biqulibînim rûpelên te yên qemerî
Dest danîn ser birin dêwên heft serî

Tu welatekî qedexe bûyî
Ne min karî azadîyê li te bikim dîyarî
Ne jî min bi dagirkerên te karî,
Berî te li boxçika xwe kim bibim ji vî warî
Hilweşandin, nehêştin kevir li ser kevirî

Tu zimanekî qedexe bûyî
Ne min karî bibêjim tu memikên tije şîr î
Ne jî hêştin te têr bimijim li vî warî
Berî li ferhenga dilê min bibarî
Merşên şoven bi min dan guhdarî.

Tu navekî qedexe bûyî
Ne min karî li van deran bangî te kim
Ne jî min karî te ji dilê xwe kim
Berî te li kaxiza nasnameya xwe kim
Navê xwe li min kirin kesên bi navên hakim

Tu nasnameyeke qedexe bûyî
Ne navê welatê min hebû li ser
Ne jî rengên alaya dilê min li ber
Berî ji vî warî herim der bi der
Li gumrika welatekî bîyanî dest danîn ser

08/01/2021

Pistî dapîra min mir

Pistî dapîra min mir,
Teşîyeke wê hebû, ew jî bi xwe re bir!
Kofîya wê ya bi morî kesî li xwe nekir,
Fîstanê wê yê heftreng ê qedîfe jî nizanim me bi ku de kir.

Şehrîyeke wê hebû, hirî diçirî.
Destareke wê hebû, savar dihêrî.
Qey dapîrê ew jî di berîka kifinê xwe kir,
Piştî mir, tev bi xwe re bir.

Piştî dapîrê ji nav me bar kir,
Me êdî tama dewê meşkê jî nekir.
Nizanim me çi ji mîrkutê wê kir,
Zarokên diranşîr tama danîyan nekir.

Piştî dapîra min mir,
Kesî qala çîrokan nekir.
Şîretên qencîyê mir,
Biçûkan bi ya mezinan nekir.
Bizina qal û cenga gur didikir,
Şîrê xwe li me heram kir.
Mirze Miheme şerê dêwên heftserî nekir.
Bilîcanê terka ber tifika heft birayên xwe kir.

Ax, piştî dapîra min mir!
Zimanek di berîka kifinê xwe kir bir...


Weke stran guhdarî bikin

07/01/2021

Wesweseya dilê Mele Qasim

Dema Mele Qasim pistî nimêja sibê ji mizgeftê vedigere malê, dibîne jina wî Ferîde li paş derî di çalavê de serê xwe dişû. Mele bi hêrs bi ser Ferîdeyê de diqîre dibêje:
-Keçê Ferîde! Kê kiriye te tu vê sibê di sir û seqemê de serê xwe dişûyî?

Ferîde bi pirs û hêrsa Mele ecêb dimîne.
Dibêje:
-Seyda Xwedê ji te razî, ma vê sibê berî tu biçî mizgeftê te nekire min?

Mele zêdetir hêrs dibe.
-Keçê, min kiriba te min ê jî serê xwe bişûşta! Ma haşa min cimûet bi cinûbet daye kirin?

-Seyda! Bi şaşika serê te, vê sibê berî tu biçî nimêjê te kire min û tu hinekî jî dereng çûyî mizgeftê.

-Ferîde min dîn neke! Derengîya çi? Dema ez çûm mizgeftê kes berî min nehatibû nimêjê!

-Çawa kes berî te neçûbû nimêjê Seyda! Rehme li bavê te! Berî tu ji malê derkevî feqeyekî li şuna te banga sibê dida!

Mele tilîya xwe bi ser Ferîdeyê de radike, ji hêrsan sor bûye, dilerize. Dibêje:
-Keçê yê vê sibê bang dida ez bûm! Ka bêje ê kirî te kî bû?

Ferîde ji nav teşta serşûştinê derdikeve, xwe bi destmala li ber teştê ziwa dike, dibêje:

-Seyda, bi Qurana te û bavê te xwendî, nizanim xewn bû an xeyal bû, wextê banga sibê yek li ser singa min bû. Îca ê bang dida ne tu bî, te cimûet bi cinûbet daye kirin. Lê yê bang dida tu bî, çû ji kîsê te, ez jî nizanim ew kî bû.

Dibêjin piştî wê rojê weswese dikeve dilê Mele Qasim, nizane ka wê rojê nimêja sibê bi cinûbet dabû kirin an yekî li şûna wî bang dabû. Ji wê rojê şûn de her roj nimêja sibê şaş dike...

31/12/2020

AriFORÎZMAyên dawîya salê

Ji pevşabûnên bi tirkî, nifşeke kurdî çênabe!



Xewna sofî ne memikên horîyan be, nimêja wî qebûl nabe.



Dema Kurdistan ava bû, dê pêwîstîya me ji dibistanan zêdetir bi navendên rehabîlîtasyonê hebe.



Mîya gêj bi ku de biçe kerî li dû dikeve...



Di vê serdemê de ziman ne tenê axaftin e. Kesê nezane bi ziman bifikire, binivîsîne û bixwîne lal e.



Du çavên min hebin, çima bi çavekî li dinyayê binêrim.



Eqilê Xwedê hebe, heta meleyê tirk xutbeya xwe diqedîne ew ê pembû têke guhên xwe!



Divê ferqa mirovekî ji mirovekî din ne tenê dest û ling û ser û çav be.



Belkî em ji ber mirovbûna xwe bi heman êşê biêşin, lê em nikarin bi heman henekê bikenin.



Xwedê piştî çêkirina pira siratê li hêla din ma.



Pisîka asîmîle bûbe, mişk wek pismamê xwe dibîne.



Pisîkên bajêr bi nêçîra mişkan nizanin!



Li welatên xelkê xelk serokan hildibijêrin, li welatê me serok xelkê hildibijêre...



Heger hûn ji cewrikan hez dikin, li wan bibin xudan. Lê piştî mezin bûn, dest bi seyîtîyê kirin, ewitîn we û qesta gezkirinê kirin, hûn dikarin hestî jê qut bikin û ji ber derîyê xwe biqewitînin.



Dibêje ez nayêm lîstikê, lê ji govendê dernakeve...



Ne mam e ne hoste, nav lê kirine mamoste.



Berê kalîte quzê kerê bû, lê piştî kerxane zêde bûn, quzê kerê bû çend perçe kenê ber devê kesên bê kalîte.



Şelandina tûrê parsekan ji şelandina bankayan hêsantir e.

25/12/2020

Mêrê kerê...

Makereke firotinê ya Hecî Selîm hebû. Mehme Nûrî ji gundekî din ji bo kera Hecî Selîm bibîne hatibû gund.

Serê sibê zû Hecî Selîm Mehme Nûrî dide pêşîya xwe, her du bi hev re ji bo makerê bibînin berê xwe didin gova kerê. Dema derî vedikin, dibînin lawê Hecî Selîm yê nû balixbûyî Mehmîdo qûna kerê daye aliyê afirê, bi bejna xwe ya kinik hilkişîyaye ser afir, derpêyê xwe daxistiye, hewla nîhandina kerê dide.

Mehme Nûrî çawa ker di bin Mehmîdo de bibîne dikene û berê xwe dide Hecî Selîm dibêje:
-Bi Xwedê Hecî Selîm ev ker bibe zêra zer jî, ez dil nadim jina feqîro jê bistînim.

Hecî Selîm naletê li çavên Mehmîdo dibarîne, Mehmîdo ji ber şerman li ber çavan wenda dibe. Mehme Nûrî ker nakire û diçe.

Bi xêra Mehme Nûrî navê Mehmîdo wek mêrê kerê belav dibe. Êdî mişterîyê kerê jî nema tên. Malik li Mehmîdo wêran dibe, mêrê kerê vir de hat, mêrê kerê wir de çû.

Çend meh di ser re derbas dibin, kera mala Hecî Selîm avis dibe. Hevalên Mehmîdo qeşmerîyên xwe pê dikin, dibêjin zikê kerê ji te ye.

Rojekê Mehmîdo li ber golikan e, kera wan dizê, cehşikekî belek tîne. Biraziyê Mehmîdo yê biçûk Fazil jî ji Îzmîrê hatiye, li mala wan mêvan e. Fazil li bajêr mezin bûye, zêde ker û cehşikan nas nake. Haya Fazil ji meseleya mêrê kerê jî tune ye.

Êvarê dema Mehmîdo ji ber golikan vedigere gund, birazîyê wî dibeze pêşîya wî dibêje:
-Apê Mehmîd! Apê Mehmîd! Mizgînîya min li te! Kera me zarokek anîye, porê ser enîya wî jî wek yê te sorik e!

Mehmîdo dibîne ku dolmîşa gund bi rê ketiye diçe bajêr, bi kêncên xwe yên gavanîyê xwe davêje dolmîşê, bê ku xatir ji kesî bixwaze ji gund derdikeve û hew tê gund.

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...