30/08/2020

ECÊBÎYÊN FÊYSBÛKÊ

Carekê ez di nav lîsteya hevalên xwe yên fêysbûkê de rastî navekî xerîb hatim. Balkêş bû, nedihat bîra min ka em kengî bûne heval. Ji xwe di lîsteya min de kêm heval hebûn û bi hemû hevalên di lîsteya min re bi awayekî pêwendiyên min hebûn.

Min li profîla wî nêrî, tu parvekirin tê de tune bûn. Camêr ne wêneyekî, ne nivîsekê, tiştekê di rûpelê xwe de parve nekirîye. Tenê wêneyekî lehengên filîman kiriye ser profîla xwe û cihê ku lê bûye û dijî jî Hewlêr nivîsîye.

Min xwest slavekê li hevalê xwe yê ji başûrê Kurdistanê bikim û hal û ehwalê wî bipirsim.

Min bi Kurmancî jê re nivîsî, lê bersiva min neda. Min got belkî camêr bi Kurmancî nizane, ka ez jê re bi Soranî binivîsînim. Min bi Soranî jî nivîsî, dîsa bersiv neda. Min got belkî camêrê me bi herfên latînî nizane, ez jê re bi herfên erebî binivîsînim.

Axir ji min re bû kul. Ez ketim markêta androîdê, min klavyeya Kurdî ya bi herfên erebî daxist û jê re nivîsî; silaw birakem çon î?

Piştî min peyam bi herfên erebî şand, du deqîqeyên din peyama camêr hat.

Digot; ben arapça bilmiyorum.

27/08/2020

XIZÎNEYA LI KEVIRÊ PÊTKARÊ Û GOVENDA KÛSÎYAN

Li paş gundê me, li serê milê çîyê, zinareke asê bi navê Kevirê Pêtkarê heye. Kevirekî asê ye û çend şikeft û şikeftokên biçûk jî tê de hene. Dema mirov li biharan ji bo pincaran dixwaze biçe çîyê, ji bo mirov xwe bigihîne pincaran, an divê mirov di wî zinarî re hilkişe, an jî divê mirov li dora wî bigere. Kesên cansivik û ciwan dikarin di wî zinarî re hilkişin, lê jin û zarok, kal û pîr divê li dora wî bigerin.

Gotin û gotegot li nav gund û li nav gundên derdorê belav bûye ku xizîne di wî kevirî de heye. Dibêjin di wextê xwe de li serê zinêr dêreke malmezinekî fileyan hebûye. Mêrikan li rojên îniyan nimêja xwe li wir kirine. Dibêjin çend şiklên mar û dûpişkan li ser zinar xêzkirî bûne, lê xeyalperestên xizîneyan ew şikil xera kirine, êdî nemane. 

Ji zarokatiya min de tim xeyala min bûye, belkî rojekê ez li wê xizîneyê rast werim. Gelek kesan bi tevr û bêran li wan deran bi xizîneyê gerîyabin jî, kesî heta niha ew xizîne nedîtiye. Li pêşiya zinêr li serê milê, rasteke berwar heye. Li biharan hin caran pez li wir guher digire.

Rojek ji rojên min ên şivantiyê ye. Bihar e, piştî nîvro ye. Pez li pesarên binê milê tewl girtine diçêrin. Ez jî li serê milê me, min ji bo pez bigihîje hevdû û guher bigre pêşiya pez girtiye û ji xwe re difîkînim..
Piştî pez gihîşt hevdû û guher girt, min got ez herim li cihê herî bilind ê milê, ji bo çavên min li ser pez bin. Ez hilkişîyam, dema ez gihîştim serê milê riqîna dengekî hate guhên min. Denk dişibîya dengê lêdana çakûçê.

Min hinekî guhê xwe dayê, min di dilê xwe de got ev ne dengê çakûçê ye, ev dengê lêdana tevrê ye. Heyecanek ket dilê min. Min got hebe nebe hin kes hatine li zêran digerin. Min xwe li paş kevirekî bi qasî nîva bejna min, xwe veşart. Deng her diçû zêde dibû.

Ez ketim nav xewn û xeyalên zêr û zeyneban. Min got ez ê an xwe bikim şirîkê wan, an ezê zêran ji wan bidizim, an ezê lê binêrim ka li ku derê dikolin, heger wan zêr nedîtin ez ê bibînim.

Min bi hêdîka serê xwe ji paş kevirê bilind kir, lê min tu kesî nedît. Ez çûm ser kevir, min li derdorê nêrî, lê min benî adem li wan deran nedît. Kes xuya nedikir, lê dengê tevr û bêran her dihat. Ez zêdetir ketim nav heyecanê. Min got ha li wir dikolin, ha li vir dikolin. Ez di nav devî û daran de, li dor keviran li kesên li xizîneyê digerin gerîyam.

Bi qasî pazde bîst deqîqeyan ez li wir mijûl bûm. Min pez ji bîr kiribû. Ji ber ez li pêşiya pez nesekinîbûm, pez ji guherê rabibû û çûbû. Piştî ez pê hesiyam ku pez li cihê xwe nemaye, ez dîsa çûm serê milê. Min dît, pez hindik maye zinar qut bike û here hêla din. Şeytên ji min re got, kuro tu dikî xizîneyê bibînî, te çi ji pez e.

Destê min ji xizîneyê nebû. Ez li binê wê deviyê û vê deviyê ketim, ha li vir û ha li wir. Li dawîyê min dît, du xeyalperestên biçûk ên xizîneyan bejna wan ne bi qasî solê min e, dikin av ji bîrê derxin. Du kûsî dikin di hev nin. Ev teqereq jî ji ber wan e. Ji ber li wê derê cihekî rast tuneye kusîyê nêr dixwaze kûsîya mê bi lêdana qalikê wê, wê bibe cihekî rast ji bo bêr di bîrê re bike.
Min got, bi Xwedê we ne nîya hev. Ev nîv saet in ez li vir ji rûyê we ve xeyala zêr û zeyneban dikim, hûn jî li kêfa qûna xwe dinêrin. Ev hûn bi qûna xwe bi min dikenin.

Min kûsîyê nêr kir ber himbêza xwe û kûsîya mê li wir hişt. Kûsî li ber himbêza min, ez ber bi pêşiya pez ve bi rê ketim. Pez çûbû, xwe gihandibû hêla din a zinêr. Ez gihîştim pêşiya pez, min pêşiya pez girt û kûsî ji ber himbêza xwe danî erdê.

De îca here û oxira te a xêrê be kûsîyo! Here ku şensê te hebe, tu yê rojeke din kêfa xwe li ser qalikê kûsîya xwe bikî, lê ne îro.

Bi qasî du sê saetên din min pez çêrand, pişt re ji bo bêrîya danê êvarê min pez berjêr kir. Pez hêdî hêdî ji çiyê dadiweşî, ez jî bi pez re di milê re dadiketim. Dema ez hatim serê guherê, dîsa dengê teqûreqê hate min. Êdî min mesele fêm kiribû.

Bi qasî deng ji min derket ez bi hemû hêza xwe qêrîyam.
-Êdî tu nikarî min bixapînî kûsîyooooooo!

Bi qêrîna min re pez silikîn û bi çar gavkî ber bi bêrîyê ve xwe hilavêtin û di nav pênc deqeyan de xwe gihandin bêrîyê. Heta ez li pey pez gihîştim bêrîyê, jinan pezên xwe dotibûn û ji xwe re li dora Kaniya Bincûyê rûniştibûn, li ser qemçika bizinê sohbetê dikirin.

Ez gihîştim bêrîyê, jinan tev bi hev re ji min pirsîn ka çi bi min û bi pezê min hatiye, heta pez berî min xwe gihandiye bêrîyê.

-Qet nepirsin xanimno! Kûsîyan bi min û bi pezê min ve dan, malik li me xera kirin...


23/08/2020

KARÊ BETALAN

Par min li cihekî hinekî berguhkên telefonan peyda kiribûn. Min got ez wan bibim ji xwe re li cihekî, li kolanekî bifiroşim, bikim pere. Hûn dizanin, pere şîrîn in. Çi qas pere ew qas here û were.

Min jî êvarekê piştî ez ji şixul hatim, min berguhkên xwe kirin çenteyê xwe û berê xwe da rêya meydana Şîrînevlera Stenbolê. Min kartonek peyda kir û berguhkên xwe li ser rêz kirin. Piştî demekê mişterî hatin.
Mişterîyê yekem:

-Ew bi çi qasî ne?
-Ev bi pênc, ev bi deh û ev jî bi pazde lîreyî ne!
-Yekê ji a pazdehî bide min bi dehan, ez ê bikirim.
-Na çênabe!
-Nexwe yek ji a dehan bide!
-Kerem ke!
-Sed lîreyî hûr dikî?
-Na!
-Nexwe ez ê li vir bim, li wê dikanê hûr bike û were!
-Na xalo! Ê dikire, hûr dike. Ez nikarim malê xwe li vir mişemir bihêlim.
-De baş e, xem nake. Ez nakirim. Bi xatirê te û qawet be ji te re.
-Oxir be!..

Piştî nîv saetê mişterîyê duyem:
-Bi çi qasî ne?
-Bi pênc, deh û pazdehan in!
-Heke tu ji yên bi dehan du heb bi pazdehan bidî min, ez ê bikirim.
-De baş e, bila tu sax bî!
-Orjinal in?
-Ê orjînal bi dusedî ne!
-Yanî ev ne orjînal in?
-Na ne orjînal in!
-Nexwe ez nakirim.
-Bila canê te sax be!..

Piştî demekê mişterîyê sêyem:
-A herî erzan kîjan e?
-A herî erzan ev in, bi pêncan in.
-Dixebitin?
-Biceribîne!
-Va ye nexebitî!
-Ew ne ji bo telefonên jîr in. Ew ji bo MP3, MP4 û IPODê ne.
-Ez dikarim tenê ji vê bikirim. Pereyên min têrî yên din nakin.
-Nexwe ez dê yekê ji yê bi dehan bi pênc lîreyî bidim te. Bila canê te sax be!..
-Bibore, min digot qey pênc lîreyên min hene, tenê sê lîreyên min hene!
-Xem nake, ez pere ji te naxwazim.
-Na, ji kerema xwe re van sê lîreyan bigire û heqê xwe helal bike.
-Bila, ser çavan...

Piştî saetekê mişterîyê çarem hat. (yekî serxweş e) Bi telefonê bi jinekê re dipeyîve.
-Keçêê! Vaaye ez teleefonê digrim. Keengî kêfa tee çûûûyê weree diiikanê. Eez her deem amaade me. Dêê te maaç diikim, muaah, muuaah. (Telefon girt û berê xwe da min.)
-Jiii kerema xweee re, ez berguhkekee li gorî vê telefonê dixwazim!
-Apo, ev telefoneke kevin e. Tu qul ji bo berguhkê pê re tune ne.
-Eeev deeh sal in keeesî qulaaa vê teeeelefonê nedîtiye. Berxê xaaalê xweee!..

Serxweşê me gotina xwe kir û çû. Piştî wî yekî din hat. Bi deh lîreyan berguhkek kirî û çû. Ji xwe êdî bûbû dereng. Min berguhkên xwe dîsa kirin çenteyê xwe û ji wê deh lîreyî bi lîreyekê simîtek kirî, bi lîreyek din av kirî, bi lîreyekê çûm avrêjê, sê lîre dan heqê dolmîşê. Ji xwe ez bi sê lîreyan jî çûbûm wir. Yek lîre û ev çîrok ma ji min re. Mala Xwedê ava...

20/08/2020

ÎSLAMA KÊ RAST E?

Hin kes ji zarokatiya wan zêde tişt nayên bîra wan. Lê yên wek min zarokatiya wan emirkutî bûne ji zarokatiya wan ji xewnên şevan zêdetir tişt tên bîra wan. Dema em bi darê zorê ji gundê xwe derketin ez heft an jî heşt salî bûm. Piştî ez ji gund derketim ji xwe zarokatîya min jî nema, ez ji nişkê ve bûm mêr. Ez bûm mêr, min pêlav boyax kirin. Min bi zarokên Tirkan re li ser Kurdbûna xwe şer kir. Min ji pêşiya malên dewlemendan pêlav dizîn, ji ber ez pêxas bûm.

Piştî ez ji war û cihê xwe bûm, êdî ez ne ew zarokê heft salî bûm. Min çend carî lêdan ji destê bavê xwe xwar, ji ber nimêja sibê bi ser min de bûrî. Belkî we bihîstibe, dibêjin heta heft salî li ber wan bielimînin, piştî bû heft salî ku nekir li wan bidin. Zêde dirêj nekim, ez vegerim zarokatiya xwe ya ku min hêj ji destên bavê xwe lêdan nexwaribû.

Li gundekî li quntara çiyê û li ber çemekî zelal û cemidî li maleke ji dîwarên kevirî rojeke berî Newrozê ez ji dêyeke ku berî carekê welidîye û zarokê wê ji ber nebûna îmkanên tenduristiyê miriye bûme.

Li gund nêzikî sed û pêncî mal, du mizgeft, du aş, du dikan, du quletengên jinan, gadarek, bênderek û mektebek hebû. Em li cejnên Qurban û Remezanê li malan digeriyan û me şekirê eydê kom dikir. Li pêşiya malan em dilîstin. Me sibehan dewarên xwe dibirin gadarê û gavan dewar dibirin çêre. Me defterên xwe yên elifbê dibirin mizgeftê ji bo em li ber destê seyda bielimin xwendina Quranê. Me ji dikanê şekirê bi fasûlî dikirîn. Me dexil dibir aş û me dihêra dikir ard. Zarok diçûn mektebê fêrî zimanê Tirkî dibûn. Feqe li malan digeriyan, xwarina xwe ya êvarê dixwarin û yê sibe û nîvro jî dikirin himbanên xwe.

Li gund haja me ji derveyî dinyayê ku dinya gundê me bixwe bû tune bû. Êvaran bavê min li ber roniya çirayê gazyaxê dersa elifbê dida min. Elif, bê, tê, bavê te ji Tehtê tê. Aliyekî gundê me teht in, em ji wê derê re dibêjin Tehtê. Bavê min aşiqê wan tehtan e. Hin caran gundiyan henekên xwe li bavê min dikirin, digotin Evdilxaliq li Tehtê keviran av dide. Tevî ku li gund ji Tehtê pêve tiştekî me tuneye jî, bavê min ji xeynî neh salên koça mecbûrî tu carî dev ji gund berneda. Diya min hin caran ji me re dibêje li Tehtê dêmariya we heye, lewre bavê we her tim li Tehtê ye.

Li gund rez hebûn, pez hebûn, çiloyê darên beroyan hebûn. Heliz hebûn, tehliz hebûn, rimbês hebûn, gûz hebûn, sêv û tehlesêv hebûn. Newala Xelayê hebû. Havînan hişk dibû, zarokên gund têde dirîtin. Lewre navê wê kiribûn Newala Xelayê. Kaniya Derewîn hebû, hin caran diherikî, hin caran nediherikî. Şivan hebûn, gavan hebûn, natorvanên rezan hebûn. Lîstikên çalo û kerkê keleşo hebûn. Em bi kêf dilîstin.

Tenê yek kesê mezin hebû, ew jî Xwedê bû. Me ji bo wî elifbê dixwend û nimêj dikir. Me digot tenê Xwedayek heye. Ê ev erd û ezman çêkiriye ew e. Ji xwe gund di nav du çiyayan de bû. Erd û ezman jî ew qasî li pêş çavên me xuya dikir bû.

Xwedayekî me hebû, li jor di nav stêrkan de li me dinêrî û hehv di ser me de dibiriqand. Bi gotina dê û bavê min, ew ji me û ji hemû Misilmanan razî bû. Me nizanibû em însan in, em zarok in, lê me zanibû em misilman in.

Ez wek zarokekî misilman hatim dinê û wek misimanekî mezin bûm... Lê Misilmaniya me ji qenciya me bû. Me nizanibû ji xeynî me misilmanên din jî hene. Me zanibû, Alahûekber tenê wextê nimêjê ye. Kêfa Xwedê ji nimêjê re tê...

Niha sal derbas bûn, li bajarekî ji gundê xwe dûr û ji gundê xwe gelekî mezintir û firehtir, dilê min hêj ew zarokê li gund e, lê bedena min li bajarekî xerîb bavê du zarokên biçûk e. Vê êvarê li zarokatîya xwe û li zarokên xwe difikirim. Li zarokatiya xwe û li misilmantîya xwe ya li zarokatîya xwe difikirim.

Niha dizanim dema ez zarok, li cihên dûr ji xeynî me jî misilman hebûne... Wek li Sûriyê, Li Filistînê û li gelek dewletên Ereb û yên ne Ereb.

Misilmantîya her kesî li gorî xwe û ji hev cuda ye. Her dewletek bi serê xwe misilman û ji xwe re misilman e. Û Misilman ji Misilmanan direvin. Ne wek dê û bavê min digot, Xwedê ji Misilmanan ne razî ye...

Niha tenê ji ber nanê zarokên min lê peyda dibe, li bajarekî Tirkan li kuçeya taxeke biyanî ku ji xeynî min tenê maleke Kurd lê dijî dijîm. Ew jî, em li binê kuçeyê ew li serê kuçeyê ne. Em kêm caran hev li serê kuçeyê dibînin, merheba cîran û ew qas.

Li avahiyeke kevin yê sê qatî de dijîm. Qata binî Ereb in, ji Sûriyê ne. Qata diduyan Tirkên ji Deryaya Reş in û Qata sisêyan jî ez û jin û zarokên xwe ne. Ez û mala Ereban em bi kirê rûniştine û yê tirk jî xudanê xanî ne. Zarokên min ji xeynî Kurdî bi zimanekî din nizanin. Yê Tirk zarokên wan ên hûr tune ne. Yê Ereban jî keçeke wan ku du-sê salan ji zarokên min mezintir e heye.

Keçik hin caran tê bi zarokên min re dilîze. Ji ber cîranên me yên din Tirk in, zaroka Ereban xwe bi zarokên min digire û tê bi wan re dilîze. Gotinek bi Tirkî, du gotin bi Erebî, sê gotin bi Kurdî. Axir zarok ji xwe re dilîzin.

Em jî ji gund û warê xwe bûne, ew jî. Mezinên me gotine, birçî ji halê birçîyan dizanin. Em jî misilman in, ew jî û cîranê me yê Tirk jî.

Nizanim çend dewletên Ereban hene û nêzikî sînorên Sûriyê ne û Misilman in jî. Misilmanên ji Sûriyê ku qet kêfa wan ji Nemisilmanan re nayên qesta welatekî Ereb ê misilman nekirine, lê ji bo herin welatên Nemisilmanan bi qasî şerê li Sûriyê xwe û zarokên xwe di Behra Egeyê de xeniqandine.

Ev reva Misilmanan ji Misilmanan e. Misilmantîya her Misilmanekî ne wek yê din e. Îrana Misilman em bi darve dikin, em dibêjin ew ne Îslama rast e. DAIŞa ku serî dibire ne Îslama rast e, Îslama ku ji Îslamê direve ne Îslama rast e. Dewleta ku bi Îslamê bûye dewlet ne Îslama rast e. Tenê Îslama me Kurdan ku li pey meleyê mizgefta her misilmanekî nimêjê dike rast e. Îslama kesî ji wan ne rast e, tenê Îslama me Kurdan rast e ku ji xelkê re dewlet, ji me re bindestî jê difûre.

Qîzika Ereb vê êvarê bi zarokên min re dilîst, min jî ji xwe re li ser fêysbûkê li şandeyên hevalan dinêrî. Min carekê dengê qîzika Ereb bihîst ku dibêje Alahûekber, min serê xwe ji fêysbûkê rakir, ez çi bibînim. Min dît keçik destê xwe kiriye wek şûrekî û dibêje Alahûekber û li paş stûyê keça min dide û dikene...

Ez dîn bûm. Çi dijûnên hat ser lêvên min, min gotin. Ne min dîn hêşt, ne îman, ne dê û ne jî eqil. "Jinê telefonê diya wê bike, jê re bibêje ger careke din ev qîzik were vê derê ez ê di orta qu......" (Biborin dibe ku ev dijûnên min jî ji misilmantiya min a ji zarokatiyê mabin.)

Dema em zarok bûn Alahûekber tenê wextê nimêjê bû, na bavo na, Alahûekber wextê birîna serê Kurdên Êzdî û Misilman bû....

Lîstika zarokan a vê êvarê kir ku ez ji hêrsa re vê nivîsê binivîsînim. Hin kes dema hêrs dibin xwe li deran dixînin, ez jî ji xwe re dinivîsînim. Ji zû de ye ev qas hêrs nebibûm...

19/08/2020

RÊWÎYÊ RÊYA WELAT

Nîv saet wext maye otobus bi rê bikeve, lê ez berî her kesî li otobusê siwar bûme û li ser kursiya min bilêta wê birîye rûniştime. Dibe ku rêwî tenê ez bim, nizanim. An jî dibe di otobusê de kes bi qasî min ne bi eşqa dîtina welatê xwe be. Li jêr muawîn hewla bi cih kirina bagajan didin, ez jî li ser kursiya xwe li benda rêwîtiya xwe me.

Li muzîkê guhdarî dikim, "em perçem û egrîce hemû dujminî dîn e." Û li saeta ser telefona xwe dinêrim 21:14 Germahî 25 °C. Serê xwe radikim, kalek li ser kursiya dawiyê rûniştiye û jinek jî li ser kursiya pêşiyê. Kal dixwest bi silavekê min bixapîne û were kela dilê xwe bi min re birijîne û bi min re sohbetê bike. Lê şikir ji yê jor re kalekî din ê hevalê wî ez jê xelas kirim. Niha tenê dixwazim li ser kursiya xwe rûnim û binivîsînim. Belê min got ez li muzîkê guhdarî dikim. Kawa Fethî; "kê etwanê le em wilate rê le baran û gul bigrê!" Niha saet 21:23 li dora xwe dinêrim li hêla min a rastê jineke Ereb, vê germê lepik li destên xwe kirine, xwe bi kincên reş pêçaye û mêrê wê jî şortê ber behrê li xwe kiriye. Hîn jî li muzîkê guhdarî dikim û vê nivîsê dinivîsînim.

Baş e dev ji otobusê berdidim, dê serê we zêdetir pê neêşînim. Ji xwe pênc deqîqe mane otobus bi rê bikeve. Ji ser WhatsApp'ê peyamek heye "Why no message?" nabersivînim, dê kela dilê xwe li vê derê birijînim. Hat xwendin û nehat xwendin ne xema min e. Ji xwe kesên min dişopînin piranî nikarin bixwînin. Xwendin û nexwendin êdî ne xema min e. Her bizin ji lingê xwe tê daliqandin û her rêwî li ser kursiya xwe rêwîtiya xwe dike. Erebe diheje, 21:32, ev du deqîqe ne otobus bi rê ketiye.

Biborin min gotibû dev ji otobusê berdidim. Dê hinekî qala trênê bikim. We go ev trên jî ji ku derket? Bavê min hat bîra min. Rêwîtiya min û bavê min a bi trênê. Saet 21:38 û em ji otogarê derketin. Ji ser mesengerê peyamek hat, ez wê jî nabersivînim. Hema bi navê yê jorê min bêriya nivîsandinê kiriye. Navê yê jorê naynim, ji xwe ne piştrast im, dibe ez bê destmêj bim. 

Telefona jinika Ereb lêda. Dengê zengila telefona wê ayetên ji Quranê. Jinik ji ekrana li pêş kursiya xwe li sînemayê temaşe dike, di fîlmê de jinek û mêrek hev dialêsin, jinik çavên xwe digire. Li paş min du êxtiyar sohbetê dikin. Carna pîra li dawiya wan tevî wan dibe. Mêrê Ereb bi zaroka xwe re bi Îngilîzî dipeyive. Pirsa, "yên me çima bi erebî?" ket hişê min. Pîrê bi kurdiyeke zelal dipeyive. Dibe ku jehra tirkî pê neketibe, xwezî bi ruhê wê. Saet 21:51.

Ev şeş sal in li stenbolê me. Ew Stenbola ku xelkên xerîb bi dilê xwe tên ji bo ger û dîtina wê. Lê sond bi navê yê jorê be, ez ne bi dilê xwe lê dimînim. Min rojekê xwe nekiriye kêlek kevirekî wî bajarî û wêneyekî xwe li ber negirtiye. Tenê min hin caran hin dar şibandine darên welatê xwe. Dibe ku wan tovên wan daran jî wek jiyana me, ji welatê me dizîbin. Saet 21:55. Pir hêdî dinivîsînim. Ji xwe eceleya min nîn e. Ji vir heta welatê min gelek saet hene. Ji niha ve bêhna Gola Wanê dikim. Bêhna poxikên rimbêsan, gul û giyayan, pincar û xunava giyayên kesk. Dewê meşkê û bêhna zibla pez. Xuşîna ava çem û dengê şilpîna baranê. Bizina ask, nêrîya kol, pelê mêwa tirî, azana melê. Belê azana melê. Hin caran ez dibêjim qey azana vir û wir ne yek e. Saet 22:06.

Min got ev şeş sal in li Stenbolê me. Stenbolê Jinek û du zarok dan min. Kareke bi sîgorte û meaşê asgarî. Ku ê jorê destûr bide, dê li wir teqawît bibim û 65 saliya xwe şûnda nexebitim û meaşê bistînim. Kero nemir bihar bûrî qîwar hişk bûn. Saet 21:10 sebra min nayê. Ji pencereyên otobusê li derve dinêrim. Na, dîmenên ez dixwazim bibînim ne ev in. Dê ji Sêwasê şûn de li pencereyê binêrim. Niha divê li cihê xwe rûnim. 21:13.

Êdî çi binivîsînim bavê min? Min go bavê min! Belê bavê min! Ez ji keça xwe Arînê re dibêjim "bavê min". Diya min jî ji min re digot bavê min. Herî zêde tu ji kî hez dikî? Ez û Arînê em bi yek dengî dibêjin "ji bavê xwe hez dikim."

Herî zêde min bêriya bêhna xwêdana bavê xwe kiriye û nanê tenûra diya xwe. Ku mezin bûm, bi gotina bavê xwe, bûm bi qasî kerekî, êdî nema li ser çongên bavê xwe rûniştim. Bavê min, bavê çarde zarokan. Hezkirina wî têra me hemûyan dikir, lê me nekarî wê hezkirinê li xwe par bikin. Hinek ji me ê ku mezin bûn jê dûr ketin. Ê ku biçûk in, hin li ser çongên wî ne. Bavê min! Ez biçim kîjan gundî, kî min bibîne dizane ez kurê wî me. Ji tiliyên lingan heta pirçên serî, ez dişibim bavê xwe. Her cara qîza xwe datînim ser çongên xwe, çongên bavê min tên bîra min. Rûne qîza min, niha dora te ye. Sibê kî zane qismetê kê ye? Saet 22:32. Ev saet û nîveke dinivîsînim.

Carekê ez û bavê xwe di trênekê de rêwî bûn. Em ji Edenê siwar bibûn, trêna me diçû Heyderpaşaya Stenbolê. Sal 2000 bû. Mîlenyûm bû çi ziqûm bû. Em diçûn Stenbolê. Sê cûre bilêtên trênê hebûn, sinifa yekem, duyem û sêyem. Ji Edenê trên di 24 saetan de diçû stenbolê. Sinifa yekem, di vagonan de odeyên razanê hebûn. Pereyên me têra wan odeyan nedikir. Ji xwe têrî bikira jî te cih peyda nedikir. Sinifa duyem tu li ser kursiyekê bi kêfa dilê xwe rûdiniştî. Ya sêyem, te li ku cihê lingên xwe an jî qûna xwe bidîta tu li wir dimayî. Îca bilêta bavê min jî ji sinifa sêyem bû.

Tenê bilêta bavê min hebû. Ez ne ji tu sinifê bûm. Li mektebê diçûm sinifa çaran lê li trênê ne ji tu sinifê bûm. Min û bavê xwe me di navbera du vagonan de cihê qûna xwe dîtibû û em li ser tonkan rûniştibûn. Jineke ciwan a tirk bi tevî zilamê xwe li hember me cihê qûna xwe dîtibûn û ew jî wek me li ser tonkan rûniştibûn. Bihar bû û trên ji cihên çiyayî re derbas dibû, ber destê sibê bû û sar bû. Mêrê jinikê bi telefona xwe ya nokia3310 lîstika mar dilîst. Jinikê fîstaneke kinik li xwe kiribû û lingên wê yên rût ji serma dilerizîn.

Bavê min serê xwe kiribû nav şeqên xwe û ji xwe re diponijî. Min jî bi çavên xwe yên xewar li marê li ser ekrana telefona mêrik dinêrî. Jinikê her carî pirsekê dikir û bavê min bersiva jinikê dida. Jinikê carnan serê xwe ber bi aliyê mêrê xwe dikir, digot; "canê min çi qas sar e." Berî mêrê jinikê bersiv bide, bavê min bersîv dida ji jinikê re digot "xwişkê di çenteyê min de gore hene, ez gore bidim te?"

Jinikê ji bavê min, min ji ber bavê xwe ji jinikê û mêrê jinikê jî ji marê li ser ekrana telefona xwe şerim dikir. Dinya her diçû sar dibû û jinik zêdetir dilerizî. Çend caran di navbera jinikê û bavê min de ev diyalok derbas bû.
Jinik: (ji mêrê xwe re)
-Canê min dinya pir sar e!
Bavê min:
-Xwişkê, di çenteyê min de gore hene. Ez gore bidim te?
Jinikê digot:
-Na sipas apo! Di çenteyê min de jî hene.

Piştî demekê dîsa heman diyalog destpê dikir.
Li dawiyê bavê min çakêtê xwe ji xwe derxist û avêt ser çîpên rût ên jinikê.
Ji jinikê re bi zimanekî gelekî kubar got:
-Xwişkê, tu ji sermê naparêzî tu zanî, lê ji kerema xwe wan ji çavên min biparêze. Hem ez, hem tu û hem jî zilamê li kêlek te guneh in.

Saet 23:14 em li garaja Uzkudarê ne. Germahî 23 °C ne. Niha li bavê xwe, li jinikê û li zilamê jinikê difikirim. Bila ew li cihê xwe bin, em werin ser marê li ser telefona mêrikî. Wê demê xeyal bû telefoneke min a weke wî hebe. Niha telefoneke min Nokia 6 a android heye. Ez pê dikevim Facebook û Twitterê, min bilêta xwe ya otobusê jî li ser înternetê bi rêya vê telefonê birî. Min tu carî lîstik bar nekir telefona xwe û ez pê nelîstim. Lê ez tu carî nebûm wek bavê xwe jî. Min tu carî çavên xwe ji çîpên jineke xweşik neşûştin. Saet 23:23 niha dora servîsa çay û qehweyê ye. Ev du saet û nîv in dinivîsînim. Niha bi xatirê te Facebook û bi xatirê te Stenbol...

Piştî ku nivîsê kontrol dikim, parve dikim. Saet 23:39. Şevbaş...

(Min ev nivîs du sal berê di wextê rêwîtiya xwe de li ser fêysbûkê nivîsiye. Ji bo wek nivîsên min ên berê wenda nebe, dikim ser bloga xwe.)

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...