Berî em ji ser axa xwe werin ajotin û gundên me werin wêran kirin û zaroktiya me were emirkut kirin, lîstikên me yên bi tama zimanê me yê pak û paqij hebûn. Roja gundê me hat valakirin, em ji gund derketin, ez hêj zarokekî heft-heş salî bûm. Tevî temenê min biçûk jî bû, gelek lîstikên me di dema zaroktiya xwe de dilîstin di bîra min de ye. Lê lîstika Kerikê Kerajo ji bo min wek xewnekê ye. Dibe ku ji ber piştî em ji gund derketin jî em zarokên ji herêma me Kêsanê li kevîyên taxên bajarên Tirkan me ev lîstik dilîst zêdetir di bîra min de mabe.
Lîstik li erdekî fireh herî kêm bi şeş kesan re tê lîstin. Lîstikvan dibin du beş, ker û kerajo. Em bibêjin lîstikvanên me şeş kes in, sê dibin ker û sêyên din dibin kerajo. Her sê ker pişta wan bi aliyê her sê kerajoyan li pêşiya kerajoyan disekinin. Ji bo paş xwe nebînin an çavên xwe girê didin an jî her du destên xwe li paş stûyê xwe digihînin hev, enîşkên xwe didin ber rûyê xwe û tenê li hemberî xwe dinêrin. Yek ji kerajoyan tiliya xwe datîne ser pişta ker(heval)ekî li pêşiya xwe û bi pêş ve daf dide. Dema ker û kerajo çend gavan pêş ve diçin hevalên kerê ku hatiye ajotin ji hevalê xwe yê hatiye ajotin dipirsin: "Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te diajo?" Kerê ku hatiye ajotin navê yek ji kerajoyan dibêje. Heger pê derxe koma wan dibe kerajo û dora ajotinê dibe ya wan. Heger pê dernexe koma wan koma kerajoyan li pişta xwe siwar dikin û heta digihin cihekî ku berê hatiye diyarkirin li ser pişta xwe digerînin.
Li navçeya Tersûsa Mêrsînê dema em zarokên Tetwanî digihîştin hev, me di nav xwe de vê lîstikê dilîst. Bi demê re zarokên tirkan jî êdî bibûn hevalên me û bi xêra vî zimanî em li pişta wan siwar dibûn. Zarokên tirkan dibûn komek û em dibûn komek. Kerikê Kerajo bi tirkî nedihat lîstin. Heger me bi dengê Kya nerim bigota "Kerikê Kerajo" hevalê me yê hatiye ajotin dê zaniba kî ew diajo. Di kurmancî de sê dengên tîpa "K"yê hene, di ser de jî Kerikê Kerajo hin caran dibû dibû "Kerikê Keleşo".
Îro roj zarokên me lîstikan bi zimanê wan dilîzin û siyasetmedarên me bi fikr û mentiq û zimanê wan siyasetê dikin. Ne êdî em bi Kerikê Kerajo dilîzin, ne jî êdî em dizanin kî mala bavê me diajo.
Siyaseta siyasetmedarên li ser serê vê civakê jî hema bêje weke lîstika Kerikê Kerajo ye. Bi qasî ji wan re lazim e Kurdî bizanin bes e. Lewre sozê wan ne soz e û bextê wan ne bext e. Peyva ewilî bi "hevalno silav" "rojbaş Kurdino" dest pê bike bes e. Bajo, ji keran re ker çawa tên ajotin ne xem e. Ji xwe yê diajo jî êdî napirse ka "kî mala bavê kê diajo?"
Piştî me dev ji vî zimanî berda, me dev ji bext û wijdanê xwe jî berda... Duh bi soza welatekî serbixwe û azad keç û kurên dê û bavan birin, li nav newal û devî û şikeftan bi cinawiran dan xwarin. Îro destê xwe danîne ser pişta me; "Kerikê Kerajo, ka em neçin ser tirba qatil û qesabê Çemê Mûnzûrê û Newala Zîlanê?"