Showing posts with label pêkenok. Show all posts
Showing posts with label pêkenok. Show all posts

15/08/2020

TELEVÎZYONA MALA XWEDÊ

We qet dizîya xwedê kiriye?
Ez ne diz im û kesî jî dizîya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji xwedê televîzyonekê dizî!

Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr de girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji min re digot dê heta hefteyek an jî du hefteyên din rêya gund venebe. Ez jî di mal de bi tenê me û hevala min jî tenê televîzyoneke 55 ekran e. Îca dema Xwedê ji mirov re li hev neyne, nayne. Tupa televîzyona min a ji dema Hezretê Deqyenûs de mabû qediya û ez bê heval di odeya xwe de asê mam. Televîzyon xerab bibû û tiştekî ku ez xwe pê re mijûl bikim tunebû. Min herî zêde dixwest di televîzyonê de şahîyên sersalê bibînim û minê êvara sersalê yekem car bi Kurdî di Kurd1a rehmetî de li fîlma Titanicê temaşe bikira. Televîzyon xerab bibû, bêhna min haşa hizûr diçû qûna min re.

Piştî banga eşayê bû û ez ji holika xwe derketim, min hinekî xwe bi avêtina berfa ser banê re mijûl kir. Feqeyên mizgeftê piştî nimêja eşayê yek bi yek ji mizgeftê derdiketin û di nav berfê de ber bi malên xwe ve diçûn. Du feqeyên ku li ber deriyê min re derbaz bûn qala fîlmekî ku mele wê evarê li mezgeftê bi wan dabû temaşekirin dikirin.

Herçend ez nediçûm mizgeftê û min nimêj nedikir jî, min ji feqe û cimûetê bihîstibû ku Mele Bariş televîzyonek aniye, li mizgeftê fîlm û belgefîlmên girêdayî Cemaeta Silêman bi feqên gund dide temaşekirin. Mele ji bajarekî tirkan hatibû û bi Kurdî nizanibû. Wî qet ji min hez nedikir û min jî ji wî. Welhasil min dizanî ku televîzyonek li mala Xwedê heye.

Piştî cimûet ji mizgeftê belav bû, minî kafir rêya mala Xwedê girt û ez bê destmêj ketim hundir. Ji ber heyveşevê hundirê mizgeftê ronî bû. Lewre min elektrîka mala Xwedê xerc nekir û lempe vênexist. Yekser çavên min li televîzyona li ser maseya li quncikê ket. Bê ku destûr ji Xwedê bixwazim min televîzyon kir himbêza xwe û di nav berfê de min berê xwe da mala xwe.

Televîzyona min û ya xwedê di heman qalibî de bûn. Herdu jî 55 ekran bûn. Lê ji ber markeyên wan ne weke hev bûn, diviya min hundirê wan veguhezta. Yanê bi kurt û kurmancî min ekrana televîzyona xwe kir nav ya Xwedê û ya Xwedê jî kir nav ya xwe. Min nameyeke bi kurdî ji Xwedê re nivîsî û wê nameyê jî kir hundirê televîzyonê û televîzyon bir danî mala Xwedê. Ji bilî Xwedê kesî ez nedîtim.

Piştî hefteyekê min bihîst ku televîzyona Xwedê xerab bûye û feqeyan televîzyon birine cem hoste. Nameyeke bi Kurdî ji alî îlahî ve di hûndirê televîzyonê de derketiye û mele ji bo xwendinê li kesekî digere...

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...