18/01/2021

Heger da der...

Heger te li cem meleyekî niviştekê dabe çêkirin û tu mereq dikî ka mele çi li ser kaxiza niviştê nivîsîye, divê tu wê niviştê bibî cem meleyekî din ji bo ji te re bixwîne ka mele çi li ser kaxiz nivîsîye. Ji xeynî meleyekî kes nizane nivişta meleyekî din bixwîne.

Piştî tu bi zikêşê ketî û virikî bûyî, çûyî cem doktor û doktor ji bo virikê reçeteyeke dermanan ji te re nivîsî, heta tu wê reçeteyê nebî cem dermanfiroşekî tu nizanî ka doktor çi derman ji bo virika te ji te re nivîsîye. Ji xeynî doktor û dermanfiroşan kes nizane nivîsên doktorekî bixwîne.

Heger tu Kurd bî û bi awayekî xwezayî derdê xwe bi Kurdî binivîsînî, tu nivîskar î û ji xeynî nivîskarekî din kes nizane nivîsên te bixwîne. Kî bi kurdî bizane bixwîne, nivîskar e. Nivîskar nezane binivîsîne jî dibe, bikare nivîsên xwe bixwîne bes e.

Yê ji xwendinê hez nake divê nenivîsîne jî. Pênc şeş sal in ez li ser fêysbûkê çend kalemêr nas dikim, berî pênc salan çawa dinivîsîn hîn jî wisa dinivîsînin. Mêrik pênc sal berê dikim wek "di kim" dinivîsî, îro jî wisa dinivîse. Pênc sal berê sazkirina klavyeya Kurdî li ser telefonan zehmet bû. Me carnan ji bo herfekê klavîye ji farisî dikir fransî. Îro telefon bi klavyeya Kurdî ji fabrîqeyê derdikeve, mêrik hîn jî bi herfên tirkî dinivîsîne û rehme li Kurdî tîne.

Kî bizane li tembûrê bide dibe stranbêj. Mîkrofon digre û bernade.
"Çawic wicwic Leyla,
Botan merdan Leyla,
Xanim mala Leyla,
Lê lê lê lê..."
-Xalo tu çi dibêjî?
-Ez bi soranî dibêjim xalo heyranê!
-De bajooooo! Digotin zimanê muzîkê tune ye, min bawer nedikir. Va ye bê ziman jî muzîk mûyê zik e.

Di nav Kurdan de hesûdî pir e. Mêrik dibêje çima Şivan Perwer dibêje, çima ez nebibêjim.

Herkes dikare pêkenokên Meleyê Meşûr binivîsîne, lê her kes nikare Meleyê Meşûr berpaşkî li kerê siwar bike.
Rojekê Meleyê Meşûr bi kevçîyan mast dike golê, cîranê wî jê dipirse dibêje, "Seyda tu çi dikî?"
Mele dibêje, "ez golê dimeyînim."
Cîranê wî dibêje, "Seyda Xwedê ji te razî ma gol dimeye?"
Mele dibêje, "De ez dimeyînim, an dê bibe mast, an bibe dew, an jî bibe avdewk. Ku nebû yek ji wan jî parîyek tama mast jî ji ava golê were xêra Xwedê ye."
Hûn bibêjin ev çîrok ne wisa bû, ez ê bibêjim ez wek te binivîsînim çi ferqa min û we heye? Hûn bibêjîn çîrok rast e lê Mele wisa negotiye, ez ê bibêjim ji xwe xelk bêbextîyan li Mele dike, ne Mele gol meyandîye, ne jî gol dimeye.

Xuşka min berî mêr bike bibe bûka qorûcîyekî, li ser kaniya gund qêr dikir stranan digot, "xwelî li serê qorûcîyan çavên wan çi birçî ye, ji bo çend qurîşên pere wan tevan bi xwe de rîye." Piştî qorocîyan ew xwestin, got lawik ne qorûcî ye, bavê wî qorûcî ye. Ez ê lawik bikim, av di ser de nakim. 

Lawê qorûcîyê li ser fêysbûkê hevalê min bû, ji ber tim strana taş qoymîşim tirkîyanin yoline parve dikir min derîyê feysbûka xwe lê asê kir, nehêşt di kulekê re li hundir binêre. Ê mir, min nîya gorê!

Ji ber ez vê hevoka "di tirba wî nim" zêde bi kar tînim, jina min dibêje dema tu mirî ez ê ji xelkê re bibêjim li şûna hûn fatheyan jê re dixwînin bibêjin ez di tirba wî nim. Piştî ez mirim ji xwe ne xema min e hûn di kêla tirba min nin. Ez mirime, cehnema dinyayê kiriye.

Kurê apê min ev heft sal in telefonî min nekiriye. (Berî heft salan telefoneke min tune bû) Çend roj berê telefonî min kir got, "helawê hejîya ka em bi xêra te li ser navê te ji min re ji bankayê kredîyê kêşmîşkeyn. Deynê min heye, piştî min deynê xwe da ez ê deynê te bidim." Min got ka tu bi xêra xwe carekê...

Ka min digot çi? Ha, hat bîra min! Min digot berjewendî... Ne ji bo berjewendiyê be, mirîyê mirov li ser fêysbûkê hebe kes nabêje Xwedê layka xwe lê bike.




12/01/2021

Tu qedexe bûyî

Tu pirtûkeke qedexe bûyî
Ne min karî bixwînim li ber çirayeke vemirî
Ne jî min li bin tava asmanekî sayî diwêrî
Berî biqulibînim rûpelên te yên qemerî
Dest danîn ser birin dêwên heft serî

Tu welatekî qedexe bûyî
Ne min karî azadîyê li te bikim dîyarî
Ne jî min bi dagirkerên te karî,
Berî te li boxçika xwe kim bibim ji vî warî
Hilweşandin, nehêştin kevir li ser kevirî

Tu zimanekî qedexe bûyî
Ne min karî bibêjim tu memikên tije şîr î
Ne jî hêştin te têr bimijim li vî warî
Berî li ferhenga dilê min bibarî
Merşên şoven bi min dan guhdarî.

Tu navekî qedexe bûyî
Ne min karî li van deran bangî te kim
Ne jî min karî te ji dilê xwe kim
Berî te li kaxiza nasnameya xwe kim
Navê xwe li min kirin kesên bi navên hakim

Tu nasnameyeke qedexe bûyî
Ne navê welatê min hebû li ser
Ne jî rengên alaya dilê min li ber
Berî ji vî warî herim der bi der
Li gumrika welatekî bîyanî dest danîn ser

08/01/2021

Pistî dapîra min mir

Pistî dapîra min mir,
Teşîyeke wê hebû, ew jî bi xwe re bir!
Kofîya wê ya bi morî kesî li xwe nekir,
Fîstanê wê yê heftreng ê qedîfe jî nizanim me bi ku de kir.

Şehrîyeke wê hebû, hirî diçirî.
Destareke wê hebû, savar dihêrî.
Qey dapîrê ew jî di berîka kifinê xwe kir,
Piştî mir, tev bi xwe re bir.

Piştî dapîrê ji nav me bar kir,
Me êdî tama dewê meşkê jî nekir.
Nizanim me çi ji mîrkutê wê kir,
Zarokên diranşîr tama danîyan nekir.

Piştî dapîra min mir,
Kesî qala çîrokan nekir.
Şîretên qencîyê mir,
Biçûkan bi ya mezinan nekir.
Bizina qal û cenga gur didikir,
Şîrê xwe li me heram kir.
Mirze Miheme şerê dêwên heftserî nekir.
Bilîcanê terka ber tifika heft birayên xwe kir.

Ax, piştî dapîra min mir!
Zimanek di berîka kifinê xwe kir bir...

07/01/2021

Wesweseya dilê Mele Qasim

Dema Mele Qasim pistî nimêja sibê ji mizgeftê vedigere malê, dibîne jina wî Ferîde li paş derî di çalavê de serê xwe dişû. Mele bi hêrs bi ser Ferîdeyê de diqîre dibêje:
-Keçê Ferîde! Kê kiriye te tu vê sibê di sir û seqemê de serê xwe dişûyî?

Ferîde bi pirs û hêrsa Mele ecêb dimîne.
Dibêje:
-Seyda Xwedê ji te razî, ma vê sibê berî tu biçî mizgeftê te nekire min?

Mele zêdetir hêrs dibe.
-Keçê, min kiriba te min ê jî serê xwe bişûşta! Ma haşa min cimûet bi cinûbet daye kirin?

-Seyda! Bi şaşika serê te, vê sibê berî tu biçî nimêjê te kire min û tu hinekî jî dereng çûyî mizgeftê.

-Ferîde min dîn neke! Derengîya çi? Dema ez çûm mizgeftê kes berî min nehatibû nimêjê!

-Çawa kes berî te neçûbû nimêjê Seyda! Rehme li bavê te! Berî tu ji malê derkevî feqeyekî li şuna te banga sibê dida!

Mele tilîya xwe bi ser Ferîdeyê de radike, ji hêrsan sor bûye, dilerize. Dibêje:
-Keçê yê vê sibê bang dida ez bûm! Ka bêje ê kirî te kî bû?

Ferîde ji nav teşta serşûştinê derdikeve, xwe bi destmala li ber teştê ziwa dike, dibêje:

-Seyda, bi Qurana te û bavê te xwendî, nizanim xewn bû an xeyal bû, wextê banga sibê yek li ser singa min bû. Îca ê bang dida ne tu bî, te cimûet bi cinûbet daye kirin. Lê yê bang dida tu bî, çû ji kîsê te, ez jî nizanim ew kî bû.

Dibêjin piştî wê rojê weswese dikeve dilê Mele Qasim, nizane ka wê rojê nimêja sibê bi cinûbet dabû kirin an yekî li şûna wî bang dabû. Ji wê rojê şûn de her roj nimêja sibê şaş dike...

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...