Mala mamê min çend salan berî me bar kiribûn çûbûn wir. Zarokên wan li wir mezin bûbûn. Ez nû ji gund hatibûm. Ji ber ziman û tevgerên min ji yên wan cûda bûn, wan ez wek meymûnê xwe didîtim. Her carî filmekê dianîn serê min.
Zarokên dewlemendan li rojên cejnên remezan û qurbanê diçûn lûnaparkan li erebeyên li hev diqulibîn siwar dibûn. Yên me jî li şûna erebokên li hev diqulibin, li taxên dewlemendan bi siwarbûna asansoran kêf dikirin.
Çend zarokên taxê digihan hev, bi bahaneya pîrozkirina eydê diçûn li taxên dewlemendan li avahîyên bilind li asansoran siwar dibûn. Bi asansorê diçûn jor û dihatin jêr. Ev ji bo zarokên ku li taxa wan asansor tune ne, kêf û heyecaneke mezin bû.
Tişta ku zêdetir heyecanê dida vê lîstikê jî dergevanên avahîyan bûn. Dema dergevan çav li me diketin em wek pezên gur têkeve navê ji hev belav dibûn, her yek ji me bi hêlekê de dibezîn. Hin caran dergevanan ji bo bikarin me bigrin xwe li nav asansorê vedişartin. Ji bo wê jî yek ji me diçû asansor kontrol dikir ka kes têde heye an na. Heger em yek tenê bûna, ji me nediketin şikê ku em ji bo kêfa asansorê hatine wir.
Me ji wan dipirsî ka mala Duygu xanimê li kîjan taqê ye, xaltîka me ye em hatine serdana wê. Heger Duygu li yek ji wan qatan bûya, me jê re digot eyda te pîroz be xaltîk. Heger keseke bi navê Duygu tunebûya, me digot nexwe em şaş hatine, divê em herin apartmana li kêlekê.
Rojekê dîsa eyda Remezanê ye. Pismamên min taqimekê li min kirine û kirawateke dirêj ji qirika min heta nav şeqên min kirine stûyê min. Ev cara ewil bû min taqim li xwe dikir û qirewat dikir stûyê xwe.
Ez û du pismam, du kurmet, lawê cîranekî me û yekî gundîyê me, em bi hev re me qesta asansorên dewlemendan kir û em ji deriyê avahiyeke bilind ketin hundir.
Bi taqim û qirawatê xwe ez wek zarokên qodemanan xuya dikirim. Operasyon dikir dest pê bike. Ji ber ser û berê min ji yê wan lihevhatîtir bû, wezîfeya kontrolkirina hundirê asansorê dan min.
Ew li ber derî man, min jî bi tirs berê xwe da ber deriyê asansorê. Ji tirsan dilê min li daholê dida. Min çawa bi destekî lerzok derî vekir, zilamek bi taqim û qirawat li hemberî min sekiniye û bi destekî derîyê asansorê girtiye, bê deng li nav çavên min dinêre. Min çawa zilam dît, min destê xwe ji asansorê berda û baz dam. Kuro birevin yek di hundirê asansorê de ye!
Min heta ber derî baz da, lê wî kesî neda dû min. Ji ber kesî neda dû min, hevalên min digotin qey ez henekên xwe bi wan dikim. Piştre kurê mamê min yê mezin çû derîyê asansorê vekir, bangî me kir got werin kes tune ye.
Ez ji xwe tirsiyabûm. Min xwe di eynika di hundirê asansorê de dîtibû. Ser û berê min bi min xerîb hatibû. Min ji bîr kiribû ku min taqim li xwe kiriye û kirawat kiriye stûyê xwe. Min çi zanibû yê di asansorê de li min dinêre ez im? Ma her roj me kincên eydê li xwe dikirin?...