14/02/2021

14'ê Sibatê

Derî lêda, Miyeserê bi dengê derî re xwe gihand ber derî, derî vekir. Yê li ber derî mêrê wê Xurşîd bû.

Tûreke reş di destê Xurşîd de bû. Tûr dirêjî Miyeserê kir, got:
-Ev ji bo te ye gulhezara min!

Mîyeserê devê tûr vekir, li nav tûr nihêrî û li mêrê xwe zivirî got:
-Kuro Xurşîdo! Ev çend sal in ez û tu jin û mêrên hev in, te tu carî roja çardehê sibatê di roja evîndaran de ji min re gul neanîye. Vê carê ji bo cîran pê nehesin te gulek tenê kiriye tûreke reş û anîye. Eha ev e mêranîya te û romantîkbûna te! Ma çi dibû te jî wek mêrê xelkê baqê gulan bikira ber himbêza xwe û bianîya! Hi!

Xurşîd tûr ji destê Mîyeserê digre, gulê ji nav tûrik derdixe, dirêjî Mîyeserê dike dibêje:
-Gulbaxa min! Ev çend sal in ez di roja evîndaran de qevdeke gulan didim ber himbêza xwe ji te re tînim, lê berî ez bigihim malê li serê kuçeyê rastî cîrana me Fadîmê têm. Îsal min qevdek gul kir ber himbêza xwe, yek jî kir tûrik...

02/02/2021

Xeyalên li nav duyê cixareyê

"Ez kîrê we deynim ber devê quzê diya we!"

Hingî bihar hatibû û zevîyên gund hatibûn ajotin, pîrejineke temenê wê bi ser heftêyî ketibû, her roj serê sibê di ber sênca li ber çepera wî ya nobetê re derbas dibû. Li ser ferşekî wek kursîyekî rûdinişt, qutîya xwe ya tûtinê ji tûrikê xwe yê li ber pişta xwe derdixist, cixareyekê vêdixist û berê xwe bi çepera alîyê din ê sêncê dikir û ev dijûn dida.

Hesen li wî gundî esker bû, hefteyek mabû eskerîya wî biqede. Ji bajarekî din bû. Gundê wan û ew gundê lê esker bû dişibîyan hev. Av û hewa, darberû û zevîyên li berpala gund, dengê dîk û mirîşkên gund, hokekoka şivanan û borîna çêlekên li nav garana dund. Zarokên sibê zû di ber çeperê re gîsk dibirin çêre, dişibîyan zarokên gundê wî. Pîra ku her roj li hemberî çeperê rûdinişt, cixareyekê vêdixist û pîştî dûmana cixareyê dikişand nav kezeba xwe berê xwe dida alîyê çeperê digot, "ez kîre we deynim ber devê quzê diya we" dişibîya dapîra wî.

Li saeta ser destê xwe nihêrî, hîn nîv saet mabû nobeta wî biqede. Xeyala gundê xwe kir. Gundê wan jî wek wî gundî li devereke çiyayî bû, lê şikir li gundê wan qereqol tune bû. Li pîra ku dişibîya dapîra xwe nihêrî, pir dixwest silavekê lê bike lê ji ber axaftina eskeran bi gundîyan re qedexe bû, nediwêrî gotinekê bike. Nedixwest pîr ji wir rabe û here. Kêfa wî bi nêrîna kişandina cixareya pîrê û ji dijûnên pîrê re hatibû. Pîr dişiband dapîra xwe û dijûnên pîrê jî dişiband dijûnên wê. Lê dapîra wî cixare nedikişand.

Wî bi xwe jî heta biçe eskeriyê li gund cixare dikişand, lê piştî eskeriya wî destpê kiribû, terka cixareyê kiribû. Ji xwe ji bo li eskeriyê cixareyê bikire pereyên wî tunebûn. Li gund sal mehan carekê biçûya paletîya cîranekî xwe, bi pereyê paletîya rojekê ji xwe re kîloyek tûtin dikirî. Kîloyek tûtin bi mehan têra wî dikir. Cixareyên pakêtan bûha bûn û kêfa wî jî ji wan cixareyên pakêtan re nedihat. Deh dazde meh bûn cixare nekişandibû, lê kêfa wî pir diçû cixareyekê bi destên xwe bipêçe û bike ser lêvên xwe bikişîne.

Bêhna tûtina pîrê dihat pozê wî. Li pîrê fikirî, dapîra wî hat ber çavên wî, bişirî. Dapîra wî jî dijûnan li xelkê dida, lê dijûnên dapîra wî wek yên wê pîrê ne ew qas kafirkî bûn. Li gund jinên ku di nav cimûetê de ji ber şerma mêran nikaribûn du gotinan bikin, piştî digihîştin temenê pîrîtîyê devê wan vedibû, çi dihat ber devê wan texsîr nedikirin, digotin.

Carekê pirsa keçekê ji dapîra xwe kiribû, gotibû dapîr ma keça filan kesî bibe bûka te çawa ye? Dapîrê gotibû, "Avê lê venexwe kurê min! Keçeke xwînşîrîn e. Hingî xwînşîrîn e, kîrê meriv bi xwe lê radibe."

Kenîya, serê xwe rakir, pîr çûbû. Li paş xwe zivirî, yek li ber serê wî sekinîbû û li bendê bû ku ew nobetê dewrî wî bike. Nobet dewr kir û çû. Heta êvarê li dijûnên pîrê û li cixareya pîrê fikirî. Bi mehan bû cixare nekişandibû lê wê rojê dilê wî diçû cixareyekê. Hevalekî wî yê cixareyekêş hebû, çû cixareyekê jê xwest û cixare vêxist, lê nebû. Dilê wî bi cixareya pakêtan rehet nebû. Dixwest tûtinê bipêçe. Tama tûtinê û cixareyên paketan ne weke hev in. Her hilma wî ji tûtinê dikişand tûtin lê xweştir dibû, lê her hilma wî ji cixareya pakêtan dikişand taltir dibû.

Heta sibê xew neket çavên wî. Her cara wî çavên xwe digirt, pîrê cixareyekê dipêça û di ser sêncê re davêt nav çepera wî.

Sibê dîsa wextê nobeta wî bû, pîr dîsa hat û li ser heman kevirî rûnişt. Cixareyekê pêça, di ber xwe de çend dijûn da û piştî cixare vêxist bi dengekî bilind got, "ez kîrê we deynim ber devê quzê diya we."

Hesen li dora xwe nêrî, dît ku kes tune ye, bang li pîrê kir got, "Yadê! Wa yadê! Ev çendeke tu di vir re diçî û tê, tu kîrê me dikî ber devê quzê diya me, qet nebe cixareyekê bavêje vê alî bila heqê me di sitûyê te de nemîne yadê!"

Pîrê, serê xwe rakir got, "Yadê qurban, tu kurmanc î?"

Hesen axînek kişand got: "Belê yadê, bi Xwedê ez kurmanc im!"

Pîrê cixareyeke din pêça, rabû ser xwe û cixare avêt alîyê din ê sêncê, got: "Ax yadê heyranê, madem tu kurmanc î, tu jî lawê min î! Ew çepera niha tu lê yî, cihê kixseyên pîvazên min bû. Ew qereqola niha hûn lê ne, cihê rezê tirîyên bavê min bû."

Pîrê piştî van gotinan da rê û çû. Hesen cixare kir nav lepên xwe, li dora xwe nihêrî, xwe li nav çeperê lîs kir, binikê cixareyê bir ser lêvên xwe, dûmaneke kûr ji kezebê kişand, ket nav xeyalan, du dilop hêstir ji çavên wî herikîn. Pişt re herdû dilop hêstir ji çavên xwe paqij kir û kenîya got; "Ez kîrê we deynim ber devê quzê diya we." Û dîsa girîya, hilmeke din ji cixareyê kişand û kenîya....


Nîşe: Ev serpêhatiyeke min e. Ji ber di heman demê de serpêhatiya gelekên din e jî, min li ser kesekî din nivîsî.

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...