16/11/2020

Şerê du eşîrên morîyan

Di serê min de şerê du eşîrên morîyan e. Du eşîrên morîyan êrîşî moristanên hev dikin û hêkên hevdû talan dikin.

Nalet li vî serî were, ne mey ne cixare ne jî madeyên hişber bikartînim, lê hişê di serê min de di bonzayîkêşekî de jî tune ye.

Şifêrê dolmîşê bi min wek meymûnekî xuya dike. Berî li dolmîşê siwar bibim, erebeyekê li pey min li tutikê da, şifêrê erebeyê serê xwe ji camê re derxist, bang kir got: “Ma tu li Ezraîlê xwe digerî kuro!”

Nizanim ev kêzikên zalim çima cih û sitareke din nedîtine di nav mejîyê serê min de moristana xwe çêkirine. Bi serîyekî tevlîhev vê nivîsê dinivîsînim. Tevlîhev û bê serûber. Çi hat bîra min wê dinivîsînim. Di dolmîşê de me. Ji nexweşxaneyê diçim malê.

Min got ez bê serûber dinivîsînim, dema dibînim ew quzulkurta paragrafê dirêj dibe, navberekê datînim û didomînim. Eceleya min heye, berî dolmîş bigihe taxa Mehmûdbegê divê nivîsê biqedînim. Di tirafîka Stenbolê nim. Ji tevlîheviya serî min herfa pêşî a Stenbolê biçûk nivîsî, pişt re sererast kir.

Ev cara çara ye testa koronayê çêdikim. Sê car in ji bextê min re negatîf derdikeve. Ev sala du hezar û bîstan tenê li koronayê hatiye. Ez heta îsal nexweş nedibûm. An jî min nexweşî wek nexweşî nedihesiband. Doktor got dibe tu bi sermayê ketibî. Lê madem tu dixwazî, em ê jî testa koronayê ji te re çêkin. Heger pozîtîf derket, ji xwe em ê bi telefonê mizgînîya xêrê bidin te. Lê heger negatîf derket, tu yê herî binkeyeyeke tenduristiyê bibêjî ez bi sermê ketime.

Li pêşîya min jineke kurd bi qîza xwe ya tirk re rûniştiye. Her du bi zimanên xwe bi hevdû re diaxivin, ji hev jî fêm dikin. Dibêm qey biratîya gelan ev e. Na, na, ev têkilîya dê û qîzeke nîvneteweyî ye. Her du jî ji bo beyvek ji zimanê hev neaxivin, bi hevokan re li ber xwe didin.

Ax serê min! Duh ji ber êşa serê xwe min nekarî ez heta marketê herim nan bistînim. Ji êvara şemîyê heta roja serê sibeha duşemê, yanî vê sibê ez ji nav nivînan derneketim. Vê sibê rabûm, min bedena xwe ya di nav xwîdanê de bibû wek nizanim çi, (min peyveke li gorî vê rewşê peyda nekir) da ber avê û serê xwe û binê xwe şûşt, çûm ser şixul. Xulam û koleyê kapîtalîzmê...

Ev çend roj in bi xwe re nabînim têkevim fêysbûk û twîtirê. Hin caran, tiwîtekê dinivîsînim, piştî nivîsandinê hema ji twîtirê derdikevim. Yanê halê min tune ye ez twîtekê bixwînim û bifavînim.

Bala xwe didimê, hingî ez yên wan nafavînim, ew jî yên min nafavînin. Dibe ji ber şerê moriyên di serê xwe de ez bê serûber dinivîsînim lewre nayên favkirin. Nalet li peyva fav were, li fêysbûkê ecibandin sed carî ji fava twîtirê çêtir û bi kalîtetir e. Nizanim, tevî li ser fêysbûkê kêm hevalên min hene, kêfa min ji hevaltiya ser fêysbûkê re tê. 

Min ê hîn bidomanda, lê naletîya mînîbusê hindik maye xwe bigehîne rawestgeha ku ez ê lê peya bibim. Ez ê ji wir bimeşim herim markêtê û pişt re herim malê, nav zarokan. Ev çend roj in zarok nahêlin ez bi rehetî nivîsekê dinivîsînim.

Berî peya bibim, gotina dawî bibêjim. Nivîsa herî zêde tê xwendin, nayê ecibandin. Û hûn êşa serî nebînin...

02/11/2020

MALÊ XWEDÊ

Şelandina tûrê parsekan ji şelandina bankayan hêsantir e.

Dibe pereyên hûr li ber çavan kêm werin dîtin û hin kes wek hesinê bê qîmet li wan binêrin. Lê ka tûrekî bi pereyên hûr tije bikin û pişt re wan pereyan yek bi yek bihejmêrin.

Heger hûn bikarin tûrekî tije pereyên hûr bikin û piştre wan pereyan bihejmêrin, hûnê bi qîmeta nirxê tûrê parsekan zanibin.

Hûn ê bibêjin Arifo çav berdaye çend qurîş pereyê parsekan, çav lê ye dest bi dizîya tûrê wan feqîran bike.

Bi min dizîya tûrê parsekan fikreke baş e, lê ev kar bi min û we nabe. Dewlet berî me xwe digihîne wan tûran. 

Di parsekîyê de karekî baş heye. Heta kes, sazî û dezgehên herî dewlemend jî parsê dikin.

Dewlet bi kêmanî mehê carekê bi rêya SMSan daxwaza parsê dike, dibêje bila xêra we be çend quruş pere. Bila sedqa serê we be, erdhej e, lehî ye, korona ye, dewlet perîşan e. 

Serokdewlet, ji xelkê daxwaza parsê dike. 

Xwedê ji evdên xwe daxwaza parsê dike.

Di parsê de pere wek kanîyê diherike. Ma ji Xwedê zengîntir kes heye? Ev erd û ezman yê wî ye. Li her taxê malake wî heye. Li ber her maleke wî qutiyeke sedeqeyê heye. Bi wan sedeqeyan mal li ser malê ava dike.

Roja înîyê min li erdê pênc qurîş pere dît. Min ew pênc qurîş pere ji erdê rakir. Ez li ser wê pênc qurîşê fikirîm. Min got Xwedê zane ka yê kîjan Xwedêjêstandîyê ye. Xwedê ji kesekî nestîne, ma pere li erdê çi dike?

Min ew pênc qurîş kir berîka xwe û di rêya xwe de çûm. Di ber mizgeftekê re derbas dibûm. Qutîyeke parsê li ber derê mizgeftê danîbûn, li ser qûtîyê nivîsîbûn "di avakirina dîwarê mala Xwedê de bila kevirekî te jî hebe."

Mirovekî rîhdirêj li ber qûtî sekinîbû, kesên ji nimêja înê derdiketin hin ji wan dest davêtin berîka xwe, çi ji wan hatî dikirin di qutîya Xwedê de. Berdevkê Xwedê, zilamê rîhsipî ji wan kesên pere dikirin qûtîyê re digot, Xwedê ji te razî be.

Şeytanîyek hate eqilê min. Min got ez û şeytan em bi berdevkê Xwedê bikenin û pereyê Xwedêjêstendiyê bidin Xwedê. Ez çûm ber qûtîya parsê, min destê xwe avêt berîka xwe, cizdanê xwe ji berîka xwe derxist.

Min berê xwe da cizdanê xwe, bi dengekî bi qasî Xwedê û zilamê ber qutîya parsê bibihîsin got:
-Malê Xwedê bi min re heye. Ez ê malê Xwedê bidim Xwedê.

Zilamê çav li kevê pereyên kaxiz yên di cizdan de ket, got: 
-Erê wele birazî! Ev erd û ezman malê wî ye. Em malê Xwedê didin Xwedê. Xwedê xêra te qebûl bike.

Min devê cizdanê xwe vekir, min yek bi yek tilîya xwe li pereyan kir, got:
-Pereyê Xwedê ne ev bû, ne ev jî bû, ev jî nîn e, ne ev e jî. Ha, hat bîra min, pereyê Xwedê ne di cizdan de ye, di berîka min de ye.

Min cizdanê xwe şûn ve kir berîka xwe û ew pênc qurîş ji berîka xwe derxist. Min ew pênc qurîş kir qutîyê û ketim ser rê. Mêrik li pey min got:
-Lawo ma Xwedê mûhtacî xêra te ye, tu pênc qurîş pere davêjî nav qutîyê û dibêjî ev pereyê Xwedê ye?

Min got:
-Ne kêm ne jî zêde, Xwedê şahid e malê wî yê li cem min ev bû Seyda...

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...