Dibe pereyên hûr li ber çavan kêm werin dîtin û hin kes wek hesinê bê qîmet li wan binêrin. Lê ka tûrekî bi pereyên hûr tije bikin û pişt re wan pereyan yek bi yek bihejmêrin.
Heger hûn bikarin tûrekî tije pereyên hûr bikin û piştre wan pereyan bihejmêrin, hûnê bi qîmeta nirxê tûrê parsekan zanibin.
Hûn ê bibêjin Arifo çav berdaye çend qurîş pereyê parsekan, çav lê ye dest bi dizîya tûrê wan feqîran bike.
Bi min dizîya tûrê parsekan fikreke baş e, lê ev kar bi min û we nabe. Dewlet berî me xwe digihîne wan tûran.
Di parsekîyê de karekî baş heye. Heta kes, sazî û dezgehên herî dewlemend jî parsê dikin.
Dewlet bi kêmanî mehê carekê bi rêya SMSan daxwaza parsê dike, dibêje bila xêra we be çend quruş pere. Bila sedqa serê we be, erdhej e, lehî ye, korona ye, dewlet perîşan e.
Serokdewlet, ji xelkê daxwaza parsê dike.
Xwedê ji evdên xwe daxwaza parsê dike.
Di parsê de pere wek kanîyê diherike. Ma ji Xwedê zengîntir kes heye? Ev erd û ezman yê wî ye. Li her taxê malake wî heye. Li ber her maleke wî qutiyeke sedeqeyê heye. Bi wan sedeqeyan mal li ser malê ava dike.
Roja înîyê min li erdê pênc qurîş pere dît. Min ew pênc qurîş pere ji erdê rakir. Ez li ser wê pênc qurîşê fikirîm. Min got Xwedê zane ka yê kîjan Xwedêjêstandîyê ye. Xwedê ji kesekî nestîne, ma pere li erdê çi dike?
Min ew pênc qurîş kir berîka xwe û di rêya xwe de çûm. Di ber mizgeftekê re derbas dibûm. Qutîyeke parsê li ber derê mizgeftê danîbûn, li ser qûtîyê nivîsîbûn "di avakirina dîwarê mala Xwedê de bila kevirekî te jî hebe."
Mirovekî rîhdirêj li ber qûtî sekinîbû, kesên ji nimêja înê derdiketin hin ji wan dest davêtin berîka xwe, çi ji wan hatî dikirin di qutîya Xwedê de. Berdevkê Xwedê, zilamê rîhsipî ji wan kesên pere dikirin qûtîyê re digot, Xwedê ji te razî be.
Şeytanîyek hate eqilê min. Min got ez û şeytan em bi berdevkê Xwedê bikenin û pereyê Xwedêjêstendiyê bidin Xwedê. Ez çûm ber qûtîya parsê, min destê xwe avêt berîka xwe, cizdanê xwe ji berîka xwe derxist.
Min berê xwe da cizdanê xwe, bi dengekî bi qasî Xwedê û zilamê ber qutîya parsê bibihîsin got:
-Malê Xwedê bi min re heye. Ez ê malê Xwedê bidim Xwedê.
Zilamê çav li kevê pereyên kaxiz yên di cizdan de ket, got:
-Erê wele birazî! Ev erd û ezman malê wî ye. Em malê Xwedê didin Xwedê. Xwedê xêra te qebûl bike.
Min devê cizdanê xwe vekir, min yek bi yek tilîya xwe li pereyan kir, got:
-Pereyê Xwedê ne ev bû, ne ev jî bû, ev jî nîn e, ne ev e jî. Ha, hat bîra min, pereyê Xwedê ne di cizdan de ye, di berîka min de ye.
Min cizdanê xwe şûn ve kir berîka xwe û ew pênc qurîş ji berîka xwe derxist. Min ew pênc qurîş kir qutîyê û ketim ser rê. Mêrik li pey min got:
-Lawo ma Xwedê mûhtacî xêra te ye, tu pênc qurîş pere davêjî nav qutîyê û dibêjî ev pereyê Xwedê ye?
Min got:
-Ne kêm ne jî zêde, Xwedê şahid e malê wî yê li cem min ev bû Seyda...