xîretê ber avêt!
namûs ji poz xeyidî!
şeref li dera hanê qûnde bû!
kurm ket kesayetê!
karekter teriqî!
mejî virikî bû!
mentiq çilvirî!
ava reş bi çavan de hat!
guh bi çolê ketin!
ziman derket parsê!
lê tenê kurdên terîqetperest wek xwe man;
hişk!
şidiyayî!
xurt!
nehatin guhertin, nayên guhertin, dê neyên guhertin!.."
Ji bo her kesî di doza wî de îdolek, qehremanek, mêrxasek heye. Yanî, ji bo mirîdê terîqetekê şêxê wî çi be, ji bo min jî ew kesê vê helbesta li jor nivîsiye ye. Yanî şêxê min Devliken Kelogirî ye. "Fedîyê bar kir, xîretê ber avêt, namûs ji poz xeyidî!"
Ev bi qasî pazde-şazde salan e, ez Devliken Kelogirî bi rêya medyaya civakî nas dikim. Dema mirov nivîsên Devliken Kelogirî dixwîne, mirov xwe di nav wan hevokan de dibîne. Hin caran mirov dibêje ev camêr behsa min dike gelo! "Karakter teriqî, mejî virikî, mentiq çilvirî." Mejîyê me di nav vê sîstema bêbav de virikî bûye. Bê welatî û bê xudantîyê "ava reş bi çavan de" anîye û "guh bi çolê ketine û ziman derketiye parsê"
Êvara duşema bûrî, li ber bayê hênik li perava Qadîkoyê ez û şêxê xwe Devliken, wek şêxê min dibêje "du sêwîyên zimên" rastî hev hatin û me civateke xweş bi tama Kurdî gerand.
Berî em rû bi rû hevdû bibînin, min ji Devliken re gotibû; me rû bi rû hevdû nedîtibe jî ez te baş nas dikim û tu yek ji wan kesên herî nêzikî min î. Erê ev pazde-şazde sal in ez bi nivîsên Devliken, Devliken Kelogirî nas dikim. Devliken Kelogirî ew kese ku ji dûr ve bi rêya nivîsên xwe bêhna Kurdî û axa Kurdistanê dide. Rû bi rû jî heman ew bêhna zimên jê dihat. Devliken Kelogirî li ser klavyeyê çi be, di rastiyê de jî ew e. Wek ew dibêje: "Tenê Kurdên terîqetperest (terîqeta me Kurdî ye) wek xwe man; hişk, şidîyayî, xurt! Nehatin guhertin, dê neyên guhertin!.."
Tenê ji nivîsên bloga Devliken kitêb werin nivîsîn, dê bi qasî bejna nivîskarekî qerase kitêb jê çap bibin. Û min van rojan ferq kir, nivîsên wî kevin nabin. Nivîsên wî yên ku wî deh sal berê li ser bûyerên rojane nivîsîne îro werin xwendin dîsa heman tama deh sal berê didin.
Sê-çar sal berê min hesabên xwe yên medyaya civakî jê birin û min terka civata Facebook û Twitterê kir. Zêde ne çalak bim jî, ev bi qasî mehekê ye min dîsa berê xwe daye medyaya sosyal. Lê ew tama berê di medyaya sosyal de nîn e. Fedîyê li ser medyaya civakî bar kiriye û ji terîqetperestan jî tenê şêxê min û çend sofîyên sêwîyên ziman mane...
Axir ji kitêbên Devliken Kelogirî "Xwelîserîzm" du heb li cem min hene, heger kesekî ew kitêb xwest ez ê yekê ji wan bidimê.
Beşek ji sohbeta me bi Veo 3:
-Mêrik bilbilê Kurdî ye, lê bi Tirkî pesnê hêlîna xwe dide.
-Aha, ez tilîya xwe dikim çavên kesên wisa.
Ev vîdeoyên bi Veo 3yê van rojan berbelav in. Hin kes wek her tiştî dilewitînin vê teknolojîyê jî xerab bi kar tînin û dilewitînin. Radibin rehmetîyê dapîr û bapîrên xwe ku tenê herfekê jî bi Tirkî nizanibûn bi vê teknolojîyê didin axaftin û tiştên kenê mirîyan bi halê wan tê didin gotin û bêbextîyê li mirîyên xwe dikin. Erê wek şêxê min gotî; "fedîyê bar kir, namûs ji poz xeyidî, şeref li dera hanê qûnde bû."
