Meha remezanê ez çûbûm mewlûda xizmekî me. Yê mewlûd bi rê ve dibir şêxekî ji herêmê bû. Li ser maseyan lehmecûn rêzkirî bûn û av û zelete dihat belavkirin. Şêx mewlûd xwendiye mûrîdên pê re li defê dixin û distrên.
"Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze.
Xwarina li ber lezîz e, xweş dixwîne deng zîz e."
Hindik maye mele banga fitarê bide. Ji bo ava li ber xwe daqurtîne, Şêxê me yê tî bûyî li hêviya mele ye. Hin caran Şêx pif li mîkrofona li ber devê xwe dike, dengê strana mûrîdên xwe dibire û reklama xwe dike. Dibêje kesên dixwezin ji bo xêra mirîyên xwe mewlûdê bidin em ê ji wan re lehmecûnan çêkin. Em ê qurbanê ji mirîyên wan re serjê bikin û bidin zindîyan. Jinên ku zarok ji wan re nabin bila werin em ê çare bikin.
Piştî mewlûdê, lehmecûn hatin xwarin û em belav bûn. Strana mûrîdên wî ma ser zimanê min. "Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze." Ji min re gotin: "ew ê Şêx xenîmê te be kuro we nebêje." Min got: "Şêxê we li ser navik û berzikê jinên zarokên wan nabin dixwîne, gelo li ser xirê mêrên ku zarokên wan nabin jî naxwîne?" Û ez kenîyam.
Piştî bû wextê razanê ez ketim xewê, şêx hate xewna min. Min di xew de dît wê êvara mewlûdê şêx mirîye. Mirîdên şêx gotin em ê îşev cem şêxê xwe razên, sibê nimêja wî bikin û bi axê dispêrin. Şêx li orta hundir dirêj kirin û mirîdên wî yên li defê didan xwe li kêleka şêx dirêj kirin û razan. Ku bû sibe, mirîdekî wî got ji bo Xwedê hûn destê xwe nedin şêxê min, ez ê şêxê xwe li ser pişta xwe heta mirîşoyê bibim, û ez ê bi destên xwe Şêxê xwe bişom. Mirîd destê xwe avêt milê şêx yê rastê, şêx avêt ser pişta xwe. Ku mirîd şêx avêt ser pişta xwe milê şêx yê çepê li ser pişta mirîd hejîya û hêl bû. Min jî ji bo destê wî li ser pişta mirîd hêl nebe, ji bo destê wî bavêjim ser milê mirîd, min qesta destê şêx kir. Hîn min destê xwe negihand şêx, ruh hate Şêx serê xwe ji ser milê mirîd rakir û tiliya xwe ya şehde dirêjî min kir û bi dengekî ku bi zorê ji qirikê derdiket got: "bila ew bêdestmêj destê xwe nede min."
Ez ji tirsan di nav xwêdanê de ji xew hişyar bûm. Min dît xewn e, min dîsa çavên xwe girtin û ew dîmenê dawî yê xewnê anî ber çavên xwe. Min ji şêx re got: "netirse şêx ez nanim te."