Li bazareke kevnecilan (bazara tiştên kevin yên xurde) li Stenbolê firoşkarek tiştên xwe yên nehatine firotin kirine kaniyeke kevnar ku ji dema Osmanîyan de maye û daye ber agir. Li ser kanîyê bi tîpên Erebî nivîseke ku êdî nayê xwendin, bi îhtimaleke mezin navê kesê kanî bi xêra xwe daye çêkirin dinivîse. Hemwelatiyekî tirk ê serxweş, temenê wî li dora sî-çil salan di destê wî de şûşeya eraqê li ber agir disekine, li nivîsa Erebî ya ser dîwarê kanîyê dinêre, bi gulmistan li sîngê xwe dide dibêje "Ez di dîn û kitêb û Xwedayê wan nim, wan bênamûsan Quran şewitandine." Rûdine wekî zarokan digirî.
****
Jina cîrana me ya qata di bin me de li ber derî pisîkan xudan dike. (Jinik Laz kokenlî ye) Rojekê li nav kolanan li pey pisîkekî nêr ketîye, pisîk dide ber şimikan û di ber xwe de dibêje; "Hey pisîkê heram, dijminê namûsa pisîkan, tu yê werî di pisîka min nî ne? Hey bila destê min bi te bikeve, ez dizanim ez ê çi bikim ji te."
****
Jina Ereb a qata herî jêr, ji ber şerim dike li mêran binêre, dema min dibîne destê xwe dide ber devê xwe, devê xwe dinixumîne, berê xwe wê de dike û qûna xwe dide alî min ve.
****
Pîreke kurd cîranê me nexweş e, qîza wê dibêje dayê were li cem min bimîne ez ê ji bûkê çêtir xizmeta te bikim. Pîr dibêje ku ez mirim bila ez li mala lawê xwe bimirim.
****
Qasî em ji çayê hez dikin, cinê Eladîn ji çaydankê derkeve em ê çaydankê bidin destan, jê re bibêjin here çayekê çêke.