Rojekê ez û Evdilayê Hecî Hamidê cîranê me yê gund em li Kevirê Xumpînê li ber pez in. Xumpîn cihekî asê ye û ji gund dûr e. Ji ber ew alîyê gund nizar e û li cihekî bilind e, berf heta dereng nahele. Hema bêje heft heşt mehan ew alî di nav berfê de ye. Li wir dar hişîn nayên, tenê çêre û pincarên cûr bi cûr lê hişîn tên. Lê çi hikmeta Xwedê ye, tenê dareke gilasê li wir hişîn bûye û em li bin sîya wê darê rûdinin.
Evdila berê xwe da kulîlkên bi çiqnê darê û got;
-Kuro Arifo hingî tê bîra min ev çend sal in ev dara gilasê li vir e, her sal kulîlk dide lê çi hikmete nizanim, min qet nedîtiye gilas pê ve çêbibin.
Min got; "Xalê Evdila, ev dar tenê bi serê xwe ye, kulîlkên wê an nêr in an jî mê ne, kulîlkên wê bi kulîlkên dareke din re nikarin cot bibin lewre ev dar ber nade."
Evdila li wir dengê xwe nekir lê li nav gund ji xelkê re gotiye "Arif hingî wan kitêb mitêbên beredayî dixwîne, wî aqil avêtiye û ji dîn derketiye. Dibêje haşa neûzûbillah dar jî dinin hevdû û jê fêkî çêdibin. Ya rebî tu me biparêzî!"