Ez çûme 22yê Çileya 1946an bi qasî 80 sal berî dema xwe. Pêşewa Qazî Mihemed wek serokkomar li Meydana Çarçira rawestiyaye, bi cilên resmî yên bi sembolên neteweyî yên Kurdî xemilandî, şal û şepik, bi nîşana tavê, li ser platformeke bilind rawestiyaye, û ala Kurdistanê (sûr, spî, kesk û tava zêrîn) li pişt wî bi bayê nerm bilind dibe. Li dora wî, nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi cilên xwe yên kevneşopî yên cuda cuda, bi serbilindî li gel wî ne. Di nav fermandaran de çavên min li fermandarekî ketin ku cil û bergên wî ne yên fermandarên wê serdemê bûn. Min tavilê ew nas kir. Huseyn Yezdanpenah, fermandarê sûpaya neteweyî ya Kurdistanê, bi unîformayeke leşkerî ya bi nîşanên Kurdî, bi simbêlên xwe yên badayî, bi şûrê xwe yê sembolîk û bi nêrîneke bi hêz li rex Qazî rawestiyaye û wek bibêje ez jî wê xewnê dibînim li nav çavên min dinêre.
Qazî Mihemed bi dengekî bilind û bi coş, bi zaravayê Soranî, xîtabî elaleta mezin a li meydanê dike û dibêje: "Dû dane dû kekate çend?" Gel bi yekdengî, bi zaravayê Kurmancî, bi qîrînekê bersiv dide: "Dike welat!" Qazî careke din bi Kurmancî diqîre: "Dike çend?" Gel vê carê bi Soranî bersiv dide: "Dekate wulat!" Cara dawiyê, Qazî bi dengekî hîn bi hêztir dîsa dipirse: "Dû dane dû dekate çend?" Û tevahiya gel, bi Kurmancî û Soranî bi hev re, bi qîrîneke bi hêz bersiv dide: "Dike welat, dike ala, dike mîllet, dike Kurdistan!" Dîmen bi coşeke mezin, bi bilindkirina ala Kurdistanê û bi nîşandana yekîtiya nûnerên her çar perçeyan didome û her kesê li meydanê û li ser dikê bi destên hev digirin û li ber alaya li ber bayê bilind dibe bi şanazî radiwestin û xewna bi milyonan yên wek min pêk tê...