26/10/2020

SEYÎDXAN Û KUFTEYÊN WÎ YÊN XAV

Seyîdxan xortekî temenê wî li dora bîst heta bist û pênc salan bû. Yekî bi tena serê xwe bû. Ji malbata xwe xeyîdîbû hatibû Tersûsê, li maleke yekî gundîyê me bi kirê rûniştibû.

Ji Rihayê bû. Her roj êvarê sênîyek "çîx kufte" çêdikir, dibir li qehwexaneyên taxê difirot, pê jiyana xwe didomand. Li herêma me ew cûreyên kufteyan tune ne. Me navê wan bi kurdî nizanibû. Ji ber bi tirkî ji wan re digotin çîx kufte, min ji wan re digot kufteyên xav.

Seyîdxan şeş heft salan ji min mezintir bû. Lê dîsa jî wek em di heman temenê de bin hevaltiya me germ bû.

Seyîdxan ji kartolan kufte çêdikir. Wî qet goşt nedikir navê. Lê dema mirov kufteyên wî dixwar, mirov digot qey nanê li kufte pêçaye jî goşt e.

Rojekê Seyîdxan ji min re got; "Kuro Arifo, tu ji sibê heta êvarê wek lawê axayê heft gundan betal digerî, ez ji te re sênîyeke kufteyên xav amade bikim, bibe li sûkê bifiroşe, qe nebe heqê xerca xwe ya mektebê jê derxe."

Fikra firotina kufteyên xav ket serê min. Seyîdxan ji min re sênîyeke durumên kufteyên xav çêkir û danî ser serê min. Berî ez derkevim ji min re got: "Binêr Arifo! Heger ji te pirsîn gotin tu ji ku yî, nebe tu bibêjî ez ji Bilîsê me. Divê tu bibêjî ez ji Rihayê me. Heger tu ne ji Rihayê bî, kufteyên te nayên firotin û tu yê bi tevî kufteyên xwe şûn ve vegerî werî."

Sênîya durumên kufteyan li ser serê min, min berê xwe da nav bajêr. Min ji hala fêkîyan destpê kir, ji sanayîyê derketim. Kî pirsa warê min û kufteyên min ji min dikir, min digot ez ji Bilîsê me û kufteyên min jî ji kartol in. Min nizanibû derew bikira.

Piştî hal û sanayîyê, ez çûm otogara bajêr. Ji otogarê çûm sûkê. Ji sûkê ketim nav parkên bajêr. Heta êvarê sêniya kufteyan ser serê min, tenê du kesan berî kufte bikirin ji min nepirsîn ka ez ji ku me û kufteyên min bi çi çêbûne.

Min heta êvarê tenê du heb firotin. Min çi firotiba, min û Seyîdxan me yê pereyên wan di nav xwe de bi nîve nîv parve bikira. Yanî min yek ji bo xwe û yek jî ji bo wî firotibû.

Heta roj çû ava ez li nava bajêr gerîyam, êdî hêvîya min ji firotinê nema, min berê xwe da taxê. Berî ez xwe bigihînim malê, ez li qehwexaneyeke taxê rastî Seyîdxan hatim. Seyîdxan kufteyên xwe firotibûn û bi sêniya vala li ber derê qehwexaneyê rûniştibû. Ling avêtibûn ser hev û kêfa çayê dikir.

Seyîdxan bangî min kir, sêniya kufteyan ji ser serê min danî ser masê, çayekê jî ji min re xwest. Pişt re kufte hejmart got, "te didu ji wan xwarine." Min got, "na wele min didu firotine." Got, "mal neket, te ji sibê de vê giraniyê danîye ser serê xwe, qe nebe te yek ji wan bixwara, te xwe birçî nehêşta."

Ji sibê de nehatibû bîra min ez tiştekê bixwim. Min karek peyda kiribû, ji ber karê xwe yê nû min xwarin û vexwarin ji bîr kiribû. Çay hat ber min, Seyîdxan heqê çaya min da, durumeke kufteyan da destê min got: "Tu çaya xwe û duruma xwe bixwe heta ez têm."

Siyîdxan sênîya kufteyan da ber himbêza xwe û ket hundirê qehwexaneyê. Piştî çend deqîqeyan ji wir derket, ket qehwexaneya hemberî min a li aliyê din.

Berî ez çaya xwe biqedînim, Seyîdxan bi sênîya vala hat ba min, got de rabe em herin.

Piştî wê rojê ne Seyîdxan ji min re got here kufteyan bifiroşe, ne jî min got kufte bide ez bibim bifiroşim...

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...