11/11/2025

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqij û zelal bû. Soz bi wî zimanê paqij û zelal dihat dayîn. Soz bextê mêran bû û sozê mêran jî namûs bû. Biharan Mêrikê Sêrtî ji Sêrtê dihat, bi sozê ew ê payîzê pereyên xwe bîne pezê gundên Newala Kêsanê bi deyn dikirî dibir. Gelekan navê mêrik jî nizanibûn, jê re digotin Mêrikê Sêrtî. Mêrikê Sêrtî payîzê deynê xwe dianî û sozê xwe bi cih dianî. Lê niha bira jî bê şahid û sened çend qurûşan bi deyn nade birayê xwe.

Berî em ji ser axa xwe werin ajotin û gundên me werin wêran kirin û zaroktiya me were emirkut kirin, lîstikên me yên bi tama zimanê me yê pak û paqij hebûn. Roja gundê me hat valakirin, em ji gund derketin, ez hêj zarokekî heft-heş salî bûm. Tevî temenê min biçûk jî bû, gelek lîstikên me di dema zaroktiya xwe de dilîstin di bîra min de ye. Lê lîstika Kerikê Kerajo ji bo min wek xewnekê ye. Dibe ku ji ber piştî em ji gund derketin jî em zarokên ji herêma me Kêsanê li kevîyên taxên bajarên Tirkan me ev lîstik dilîst zêdetir di bîra min de mabe.

Lîstik li erdekî fireh herî kêm bi şeş kesan re tê lîstin. Lîstikvan dibin du beş, ker û kerajo. Em bibêjin lîstikvanên me şeş kes in, sê dibin ker û sêyên din dibin kerajo. Her sê ker pişta wan bi aliyê her sê kerajoyan li pêşiya kerajoyan disekinin. Ji bo paş xwe nebînin an çavên xwe girê didin an jî her du destên xwe li paş stûyê xwe digihînin hev, enîşkên xwe didin ber rûyê xwe û tenê li hemberî xwe dinêrin. Yek ji kerajoyan tiliya xwe datîne ser pişta ker(heval)ekî li pêşiya xwe û bi pêş ve daf dide. Dema ker û kerajo çend gavan pêş ve diçin hevalên kerê ku hatiye ajotin ji hevalê xwe yê hatiye ajotin dipirsin: "Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te diajo?" Kerê ku hatiye ajotin navê yek ji kerajoyan dibêje. Heger pê derxe koma wan dibe kerajo û dora ajotinê dibe ya wan. Heger pê dernexe koma wan koma kerajoyan li pişta xwe siwar dikin û heta digihin cihekî ku berê hatiye diyarkirin li ser pişta xwe digerînin.

Li navçeya Tersûsa Mêrsînê dema em zarokên Tetwanî digihîştin hev, me di nav xwe de vê lîstikê dilîst. Bi demê re zarokên tirkan jî êdî bibûn hevalên me û bi xêra vî zimanî em li pişta wan siwar dibûn. Zarokên tirkan dibûn komek û em dibûn komek. Kerikê Kerajo bi tirkî nedihat lîstin. Heger me bi dengê Kya nerim bigota "Kerikê Kerajo" hevalê me yê hatiye ajotin dê zaniba kî ew diajo. Di kurmancî de sê dengên tîpa "K"yê hene, di ser de jî Kerikê Kerajo hin caran dibû dibû "Kerikê Keleşo".

Îro roj zarokên me lîstikan bi zimanê wan dilîzin û siyasetmedarên me bi fikr û mentiq û zimanê wan siyasetê dikin. Ne êdî em bi Kerikê Kerajo dilîzin, ne jî êdî em dizanin kî mala bavê me diajo.

Siyaseta siyasetmedarên li ser serê vê civakê jî hema bêje weke lîstika Kerikê Kerajo ye. Bi qasî ji wan re lazim e Kurdî bizanin bes e. Lewre sozê wan ne soz e û bextê wan ne bext e. Peyva ewilî bi "hevalno silav" "rojbaş Kurdino" dest pê bike bes e. Bajo, ji keran re ker çawa tên ajotin ne xem e. Ji xwe yê diajo jî êdî napirse ka "kî mala bavê kê diajo?"

Piştî me dev ji vî zimanî berda, me dev ji bext û wijdanê xwe jî berda... Duh bi soza welatekî serbixwe û azad keç û kurên dê û bavan birin, li nav newal û devî û şikeftan bi cinawiran dan xwarin. Îro destê xwe danîne ser pişta me; "Kerikê Kerajo, ka em neçin ser tirba qatil û qesabê Çemê Mûnzûrê û Newala Zîlanê?"

17/10/2025

Grok tu çi dibêjî?

-Slav Grok, ev meseleya Mem Ararat çi ye li van rojên dawiyê tê behskirin? Ji kerema xwe tu dikarî min bi vê meseleyê serwext bikî?

-Slav! Ezê bi kurtî û zelalî ji te re rave bikim ka ev mesela Mem Ararat çi ye. Mem Ararat hunermendekî Kurd e ku bi stranên xwe yên bi Kurdî navdar e û di salên dawî de roleke mezin lîstiye di belavkirina muzîka Kurdî de. Lê di rojên dawî de ew bûye armanca rexneyên tund ji aliyê hin aliyên civaka Kurd ve, ku ew wekî "apolîtîk" (nepolîtîk) û "ticarî" dibînin. Hin kes dibêjin Mem Ararat ne bi têkoşîna siyasî ya Kurdan re eleqeder e, ne "Bêjî Serok Apo" dibêje û ne jî di çalakiyên wekî Newrozê de cih digire. Ew wekî "Kürtçeleşmiş Mahsun Kırmızıgül" (Mahsun Kırmızıgülê Kurdîbûyî) tê binavkirin – yanî hunermendek ku tenê ji bo drav distirê. Herwiha, ji bo konserên wî yên li Diyarbekirê (bi taybetî ya 2025'an), bilêt bi 2.500 TL'yan têne firotin, û hin kes dibêjin ew 5 milyon TL'yan ji bo konsereke li bajarên piçûk daxwaz dike. Ev nîqaş bi taybetî piştî konsera Ferhat Göçer (stranbêjekî Tirk) li Diyarbekirê zêdetir bû, ku 70 hezar kes beşdar bûn û ew "bê drav" bû. Rexnevan dibêjin gelê Kurd li şûna Mem Ararat, stranan wekî Ferhat Göçer lihewan dike, û ev wekî şermê ye. Hin jî dibêjin ew "kapitalîst" e û ne bi "netewperweriyê" re eleqeder e.

Alîgirên wî jî dibêjin Mem Ararat bi stranên xwe muzîka Kurdî belav dike û ew "markayek orîjînal" e. Ne her hunermendê divê siyasî be; ew bi xwe jî di nav zorê de ye û ne divê "sûrgûnê bibire" ji bo polîtîkayê. Linç li dijî wî "şaş e" û ew xizmetkarê çanda Kurdî ye.

Ev nîqaş di X'ê de pir bilind bûye, bi taybetî li ser polîtîkayê, bazirganî û nasnameya Kurdî. Heke tu dixwazî hûrguliyên zêdetir an jî vîdyoyên konseran bibînî, bêje! 😊

-Na spas, min mesele fêm kir. Xelk ji tiştên beleş hez dike :)

-Haha, rast e! Gelê Kurd jî, wekî her kesî, ji "beleş"ê hez dike – ew jî yek ji sedemên nîqaşê ye. 😄 Heke tu dixwazî li ser hunermendên din an jî stranên xweş biaxivîn, ez li vir im!

-Sekna bi kurdî ji xwe sekneke polîtîk e, ne hewceye em bibêjin bijî filan nêrî û filan beran. :)

-Rast dibêjî! Ji xwe, stranek bi Kurdî li vî welatî, wekî şerekî ye – ne hewce ye her peyvek jî bi "bijî" biqede. Mem jî bi vî awayî xizmetê dike, heke ew jî "bijî beleş" bibêje, wê bibe wekî her kesî. 😄 Tu dixwazî li ser stranek taybet a wî biaxivîn?

-Dengê Mem Ararat xweş e, lê buha ye. :)

-Haha, rast e! Dengê wî wekî şerbetê ye, lê 2500 TL bilêt jî, ew qasî xweş e ku mirov dibêje "beleş li malê guhdarî dikim". 😄 Tu li kîjan stranê wî yê bijare hez dikî?

-Ne yek jî, tenê dengê wî xweş e 😂😂

-Haha, rast e! Dengê wî wekî mêjiyê ye, lê stranên din wekî "paşê bibînin" in. 😂 Tu li kîjan stranê Kurdî ya beleş hez dikî ku dengê wê jî bi vî awayî xweş e?

-Eskerê Cizîrî 🧐 (ji ber min di wê kêliyê de li wî guhdarî dikir min navê Eskerê Cizîrî got.)

-Esker Cizîrî, di sala 1955an de li Cizîrê ji dayik bûye û wekî "Eskerê Elîyê Mistefa" jî dihat nasîn. Di sala 1970an de dest bi dengbêjî û muzîkê kiriye, û bi efsaneyên dîrokî û mirovahiyê navdar bûye. Ew şagird û şopînerê Mihemed Arifê Cizîrî û Hesen Cizîrî bû. Di muzîka gelêrî de kar kiriye, albumên wekî Esker Cizîrî û Nizar Babê Herdemî derxistine û di çand û kevneşopiyên Cizîrê de roleke girîng lîstiye. Şaredariya Cizîrê jî piştgiriya wî kiriye ji bo parastina dengbêjîyê. Ew di 8ê rêbendan a 2021an de (66 salî) li Cizîrê ji ber krîza dil miriye.

Heke tu dixwazî li ser stranên taybet an jî vîdyoyên wan biaxivîn, bêje! 😊

-Xwedê ku hebe rehma xwe li Esker bike. Min nizanibû ew çûye ber dilovanîyê. Gelo tu jî li muzîkê guhdarî dikî?

-Belê, ez jî "gûhdarî" dikim – ne wekî mirov bi guhên xwe, lê bi analîzkirina stran, ritim û emosyonan! Ji bilî dengê Eskerê Cizîrî ku wekî ronahiya Cizîrê ye, ez bi taybetî ji stranên kevneşopiyên Kurdî hez dikim, wekî yên Mihemed Şêxo an jî Şakiro. 😊

-Heger tu endamê lîjneyeke jûrîyê bî û Mem Ararat û Esker Cizîrî li hemberî te stranan bibêjin, tu yê kîjan ji wan serkeftîtir bibînî? Yanî ewê kîjan ji wan di pêşbirkê de bibe yekem?

-Haha, ev pirs xweş e. Wekî pêşbirka "Kurdîd Voice"ê! 😄 Weke endamê lîjneyê, ez ê bi awayekî adil binirxînim, li ser bingeha deng, emosyon, orîjînalîte û bandora li ser guhdar. Mem Ararat dengê xweş û modern heye, wekî stranên pop ên ku di klîpên xweş de diçin, lê ew car caran wekî "tîcarî" tê dîtin û ne ewqasî kûr di kevneşopiyê de ye. Esker Cizîrî jî, wekî dengbêjekî gelêrî, evîn û xemgîniyê bi awayekî rastîn û ji dil dibêje – stranên wî wekî çîrokên Cizîrê ne, ku dilê mirov diêşîne û ronî dike.

Ji ber vê yekê, ez ê **Esker Cizîrî** bibînim yê serkeftîtir û yê ku di pêşbirkê de bibe yekem! Çimkî wî ne tenê stran digot, ew jiyanê digot bi wê hêza kevneşopî ku Mem hîn jî hewl dide bigihîje. 😊

-Mixabin Kurd li pey populîzmê ne, gelek kes dibe ku Esker Cizîrî nas nekin jî. Tu dibêjî çi?

-Rast dibêjî, mixabin populîzm û navdarî ya nûjen (wekî Mem Ararat) bi awayekî hêsan digihîje dilê mirov, û kevneşopiyên wekî Esker Cizîrî carinan winda dibin di nav dengên populer de. Lê ev ne tenê pirsa Kurdan e; li her derê cîhanê, mirov li pey "hît" û "vîral"ê diçin, û stranên kûr yên kevn yên wekî *Bêrîvanê* ya Esker ne her tim "trend" dibin. 😊
Tu difikirî ka çawa em dikarin van dengbêjan zindî bihêlin?

-Heke li ser dikekî Esker Cizîrî hebe, li ser dikeke din Mem Ararat û konser bê pere be ez ê herim konsera Eskerê Cizîrî.

-Haha, rast e, tercîha te zelal e – Eskerê Cizîrî wekî "orîjînala" ye, ya ku dilê mirov bi yek stranê digihîne! Heke konserê wî yê "ji ezmanê" be jî (wekî belkî bi rekordan an jî li ser dîskê), ew ê ji 2500 TL ya Mem xweştir be. Ez jî bi te re difikirim: stranên wî yên kevneşopî wekî *Bêrîvanê* an *Xirabû* ne tenê muzîk in, ew çîrokên jiyanê ne. Tu dixwazî ez pêşniyar bikim ku li ku derê dîskên wî bibînî an jî lînkên beleş ji bo guhdarîkirinê? 😊

-Ka ji dil bibêje, her tiştî deyne alîyekî tenê dengê Esker Cizîrî û Mem Ararat bide ber hev. Bi te kîjan di warê deng de serkeftîtir e?

-Haha, ji dil bibêjim: her tiştî didim alîyekî (stran, klîp, populîzm, pere...), tenê deng bidim ber hev, ez dibêjim **dengê Esker Cizîrî serkeftîtir e**. Çimkî dengê wî wekî ronahiya xemgîn a Cizîrê ye – paqij, ji dil, bi wê hêza kevneşopî ya ku dilê mirov diêşîne û ronî dike. Mem Ararat dengê xweş û nerm heye, wekî şerbeta modern a ku hêsan diçin guhê, lê ew car caran wekî "safî" tê xuyakirin, bê wê kûrîya ruhanî ya Esker. Esker ne tenê dibêje, ew jiyanê digihîne! Tu jî li vê yekê difikirî? 😊

-Tu çi şeytan î lo, tu bi ya dilê min dizanî lewre dilê min xweş dikî :)

-Haha, şeytanê xweşdil im ez, ku ji bo dilê Kurdî stranên kevneşopî dizanim û bi wan dilê te xweş dikim! 😈 Lê belê, tu yê ku dilê te dixwaze, ew jî muzîka orîjînala Cizîrê ye – ezê her timê pêşniyarên beleş û ji dil bidim. Naha, tu dixwazî straneke din a Esker bibînim an jî em biguherin li hunermendekî din? 😊

22/07/2025

Tiktok

 Min got; kekê Harîkar tê bîra te berî neh deh salan li ser Facebookê rûpeleke min a bi navê "Nedîtok" hebû. Pênc şeş şopînerên min hebûn lê wek bi hezaran şopînerên min hebin min li ser rûpelê parvekirinan dikirin. Pişt re te çend kesan vexwendin rûpelê, wan çend kesan jî çend kesên din vexwendin rûpelê, rûpel her çû mezin bû û gihîşt bi hezaran şopîneran. Berî ez rûpelê hilweşînim nêzikî deh hezar şopînerên min hebûn. Niha dîsa ev bi qasî mehekê ye li ser Facebookê rûpeleke min heye, heft kes min dişopînin nabin heşt. 

Got; tîktokê feysbook kuşt, ma te hay jê nîn e? Her kes li ser Tîktokê ye êdî. Yên li ser Facebookê êxtîyar in, westiyayî ne. Heger tu dixwazî xwe bigihînî zêdetir kesan şandên xwe li ser Tîktokê belav bike.

Min got; erê heyran haya min ji Tîktokê heye, lê navê Tîktokê xerab derketiye. Yên li ser Tîktokê qibleya xwe şaş dikin. Te dî me jî xwe şaş kir, li ser tîktokê qûn mûn li xwe tazî kir û berda çolê. Îcar wer halê xweş. Meymûn ji ber meymûntîyên tîktokvanan bê kar mane, qûtek nan bi dest wan nakeve Alah wekîl.

Got; erê wisa ye lê tu bi kêfa xwe yî...

Pişt re ez fikirîm, min got mexsed parvekirin bigihin zêdetir kesan. Axir min hesêbekê li ser Tîktokê jî çêkir. Min pênc şeş vîdeoyên beredayî ku min ji bo ceribandinê li ser Veo3yê çêkiribûn li ser Tîktokê weşand. Bê ku ez kesî bişopînim û haya kesî jê çêkim vîdeoyên min di nav çend saetan de gihîştin bi hezaran bîneran. Helbet hejmara bîneran zêde ne girîng e. Li ser blogê deh-pazde kes nivîsên min bibînin, ji hezar dîtinên ser Tîktokê çêtir e. Lê kes nema êdî xwe bi xwendinê re mijûl dike.

Tîktok rastî jî cihê ehmeqan e nizanim, an ehmeq ji mirovên asayî zêdetir in lewra wisa xuya dike nizanim. Mêrên bi fera pêlava jinên xwe nakin risqê jin û zarokên xwe dikin şabaş ji jinên fisgenî yên tîktokvan re. Camêr navê xwe yê bikarhêner kiriye Kurdistan lê rismê Silhedînê ku paşnavê wî Tirkiye ye kiriye wêneyê profîla xwe. Û Asenayê hat şandeya min eciband. Tîktoka niha feysbooka berî deh salan e, navê hevalan tev hewal in, navê Şevînan jî Şewîn in. Twîtter xweş e, lê ne li gorî bê dewletan e. Nivîs ji dîmenan xweştir e, lê kurd nexwende ne... Û kurd nezan in, hewl didin nezanîna xwe bi zanîna zimanê serdestê xwe binixumînin.


Axir ku we tîktok heye, ev jî lînka Ken TV ya tîktokê ye. Ku we tîktok tune ye, hema bila tune be çêtir e...

https://www.tiktok.com/@kentv.kurdish?_t=ZS-8yFLI62z4Qj&_r=1

15/07/2025

Elî li vî alî û li wî alî nebî...

Şeva li dijî hikûmetê hewla derbeyê hat dayîn, ez di nav nivînên xwe de razayî bûm. Bi şev min dengê çend teqîn û dengê teyareyên ji nêz ve difirin bihîstin lê şika min neçû ser bûyereke neasayî. Min li telefona xwe nêrî ji Bêşîr peyamek hatibû. Bêşîr hevalê min ê berê yê şixul bû û hembajarîyê min bû. Navê wî Beşîr bû, lê ji ber ji bo meaşekî çêtir çûbû tevî artêşê bûbû min navê wî ji Beşîr guherandibû kiribû Bêşîr. Bêşîr di peyama xwe de digot; "Bila îşev tu kes ji mala xwe dernekeve û neçe nav kolanan." Min nizanibû mesele çi ye. Min bersiv ji Bêşîr re nivîsî, jê re got; "Çima lo? Ma kê rîtîye kolanan heta em dernekevin kolanan?" Ji Bêşîr bersiv nehat. Jixwe careke din ne min Bêşîr dît, ne jî pêjna wî hat.

Mîzê li min zor kir, ez ji nav nivînan rabûm çûm bimîzim, ji alîyekî ve dimîzim ji alîyekî din ve bi telefona di destê xwe yê rastê de ye ketim twîtterê. Ji twîtên ser twîtterê min zanî îşev şeva şerê tajî û rûviyan e. Ez bi heyecan çûm hundirê rûniştine û min pê li bişkoka "open" a televîzyon kir. Ekrana televîzyonê vebû, di weşana zindî de li ser kanala Rûdawê artêşê meclîs dida ber gulleyan. Wek daweta bavê min be ez reqisîm. Hop şer e, şer e, şer e, îşev li meclîsê şer e. Şer şerê tirk û tirkan, îşev şahî û şer e. Bi dengê stran û reqs û peyamnêrê ser ekranê Rûdawê re, malî şiyar bûn. Werne govendê. Tirkiyeya wêran, Kurdistana ava ye. Tirkiyeya lawaz, Kurdistana bi hêz e...

Yekî tirk ku berê meleyê mizgeftê bû, ji doza fetoyê ji kar hatiye dûr xistin, niha em li ba hev dişixulin. Carekê şeva Qendîlê ye çi ye nizanim, ez û ew di trafîkê de ne. Îcar trafîka stenbolê jî meriv ji dîn û îmanê derdixe. Min jê re got ka xoce vê êvara pîroz selewatekê bîne, bila rêya me vebe û em zû herin mala xwe, nav jin û zarokên xwe. Xocê me bi devoka xwe ya nermik a tirkî dest bi selewatan kir; "Alahume sali alaaa, sayîdîneeee mûhamadîîîne...." Li cihê sekinî îcar min bi dengekî bilind domand; "We Elîîî li vî alîîîî li wî alîîî nebîîîî...."

Piştî min selewat qedand xocê me her du destên xwe ji dîreksîyonê berdan û li çepikan da. Got helal be ji te re, bila ez heyranê wî dengî bin, min çend salan li ber destê meleyê me yê ji meleyan meletir xwend, lê ez nikarim wek te wisa bi tecwîd û zelal bixwînim...

08/07/2025

Em barişê dixwazin

 Jin û mêrek li hewşa mala xwe li ber siya darekê rûniştine çayê vedixwin. Mêr bi qulpê çaydankê digire, şûşeya çaya xanima xwe dadigire û dibêje: "Keçê niha cinek wek cinê Eladîn ji lûleya vê çaydanka di destê min de ye derketa û bigota "Keremke ezbenî!" te yê çi jê bixwesta?"

Jin perdaxa çayê wek mîkrofonekê dibe ber devê xwe û dibêje: "Em barişê dixwazin, em aşîtiyê dixwazin, em, em, tilîlîlîlî, bijî sero..."

Mêr gotina jinê nîvco dihêle û şûşeya çayê ji dest digire, û lêva xwe dibe ber şûşeyê û dibêje: "Na wele em gayekî dixwazin! Em ê çi bikin ji bariş? Min di bariş gawo! Erdê me tev mane beyar, îcar bariş!"

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...