Mîzê li min zor kir, ez ji nav nivînan rabûm çûm bimîzim, ji alîyekî ve dimîzim ji alîyekî din ve bi telefona di destê xwe yê rastê de ye ketim twîtterê. Ji twîtên ser twîtterê min zanî îşev şeva şerê tajî û rûviyan e. Ez bi heyecan çûm hundirê rûniştine û min pê li bişkoka "open" a televîzyon kir. Ekrana televîzyonê vebû, di weşana zindî de li ser kanala Rûdawê artêşê meclîs dida ber gulleyan. Wek daweta bavê min be ez reqisîm. Hop şer e, şer e, şer e, îşev li meclîsê şer e. Şer şerê tirk û tirkan, îşev şahî û şer e. Bi dengê stran û reqs û peyamnêrê ser ekranê Rûdawê re, malî şiyar bûn. Werne govendê. Tirkiyeya wêran, Kurdistana ava ye. Tirkiyeya lawaz, Kurdistana bi hêz e...
Yekî tirk ku berê meleyê mizgeftê bû, ji doza fetoyê ji kar hatiye dûr xistin, niha em li ba hev dişixulin. Carekê şeva Qendîlê ye çi ye nizanim, ez û ew di trafîkê de ne. Îcar trafîka stenbolê jî meriv ji dîn û îmanê derdixe. Min jê re got ka xoce vê êvara pîroz selewatekê bîne, bila rêya me vebe û em zû herin mala xwe, nav jin û zarokên xwe. Xocê me bi devoka xwe ya nermik a tirkî dest bi selewatan kir; "Alahume sali alaaa, sayîdîneeee mûhamadîîîne...." Li cihê sekinî îcar min bi dengekî bilind domand; "We Elîîî li vî alîîîî li wî alîîî nebîîîî...."
Piştî min selewat qedand xocê me her du destên xwe ji dîreksîyonê berdan û li çepikan da. Got helal be ji te re, bila ez heyranê wî dengî bin, min çend salan li ber destê meleyê me yê ji meleyan meletir xwend, lê ez nikarim wek te wisa bi tecwîd û zelal bixwînim...