19/08/2020

RÊWÎYÊ RÊYA WELAT

Nîv saet wext maye otobus bi rê bikeve, lê ez berî her kesî li otobusê siwar bûme û li ser kursiya min bilêta wê birîye rûniştime. Dibe ku rêwî tenê ez bim, nizanim. An jî dibe di otobusê de kes bi qasî min ne bi eşqa dîtina welatê xwe be. Li jêr muawîn hewla bi cih kirina bagajan didin, ez jî li ser kursiya xwe li benda rêwîtiya xwe me.

Li muzîkê guhdarî dikim, "em perçem û egrîce hemû dujminî dîn e." Û li saeta ser telefona xwe dinêrim 21:14 Germahî 25 °C. Serê xwe radikim, kalek li ser kursiya dawiyê rûniştiye û jinek jî li ser kursiya pêşiyê. Kal dixwest bi silavekê min bixapîne û were kela dilê xwe bi min re birijîne û bi min re sohbetê bike. Lê şikir ji yê jor re kalekî din ê hevalê wî ez jê xelas kirim. Niha tenê dixwazim li ser kursiya xwe rûnim û binivîsînim. Belê min got ez li muzîkê guhdarî dikim. Kawa Fethî; "kê etwanê le em wilate rê le baran û gul bigrê!" Niha saet 21:23 li dora xwe dinêrim li hêla min a rastê jineke Ereb, vê germê lepik li destên xwe kirine, xwe bi kincên reş pêçaye û mêrê wê jî şortê ber behrê li xwe kiriye. Hîn jî li muzîkê guhdarî dikim û vê nivîsê dinivîsînim.

Baş e dev ji otobusê berdidim, dê serê we zêdetir pê neêşînim. Ji xwe pênc deqîqe mane otobus bi rê bikeve. Ji ser WhatsApp'ê peyamek heye "Why no message?" nabersivînim, dê kela dilê xwe li vê derê birijînim. Hat xwendin û nehat xwendin ne xema min e. Ji xwe kesên min dişopînin piranî nikarin bixwînin. Xwendin û nexwendin êdî ne xema min e. Her bizin ji lingê xwe tê daliqandin û her rêwî li ser kursiya xwe rêwîtiya xwe dike. Erebe diheje, 21:32, ev du deqîqe ne otobus bi rê ketiye.

Biborin min gotibû dev ji otobusê berdidim. Dê hinekî qala trênê bikim. We go ev trên jî ji ku derket? Bavê min hat bîra min. Rêwîtiya min û bavê min a bi trênê. Saet 21:38 û em ji otogarê derketin. Ji ser mesengerê peyamek hat, ez wê jî nabersivînim. Hema bi navê yê jorê min bêriya nivîsandinê kiriye. Navê yê jorê naynim, ji xwe ne piştrast im, dibe ez bê destmêj bim. 

Telefona jinika Ereb lêda. Dengê zengila telefona wê ayetên ji Quranê. Jinik ji ekrana li pêş kursiya xwe li sînemayê temaşe dike, di fîlmê de jinek û mêrek hev dialêsin, jinik çavên xwe digire. Li paş min du êxtiyar sohbetê dikin. Carna pîra li dawiya wan tevî wan dibe. Mêrê Ereb bi zaroka xwe re bi Îngilîzî dipeyive. Pirsa, "yên me çima bi erebî?" ket hişê min. Pîrê bi kurdiyeke zelal dipeyive. Dibe ku jehra tirkî pê neketibe, xwezî bi ruhê wê. Saet 21:51.

Ev şeş sal in li stenbolê me. Ew Stenbola ku xelkên xerîb bi dilê xwe tên ji bo ger û dîtina wê. Lê sond bi navê yê jorê be, ez ne bi dilê xwe lê dimînim. Min rojekê xwe nekiriye kêlek kevirekî wî bajarî û wêneyekî xwe li ber negirtiye. Tenê min hin caran hin dar şibandine darên welatê xwe. Dibe ku wan tovên wan daran jî wek jiyana me, ji welatê me dizîbin. Saet 21:55. Pir hêdî dinivîsînim. Ji xwe eceleya min nîn e. Ji vir heta welatê min gelek saet hene. Ji niha ve bêhna Gola Wanê dikim. Bêhna poxikên rimbêsan, gul û giyayan, pincar û xunava giyayên kesk. Dewê meşkê û bêhna zibla pez. Xuşîna ava çem û dengê şilpîna baranê. Bizina ask, nêrîya kol, pelê mêwa tirî, azana melê. Belê azana melê. Hin caran ez dibêjim qey azana vir û wir ne yek e. Saet 22:06.

Min got ev şeş sal in li Stenbolê me. Stenbolê Jinek û du zarok dan min. Kareke bi sîgorte û meaşê asgarî. Ku ê jorê destûr bide, dê li wir teqawît bibim û 65 saliya xwe şûnda nexebitim û meaşê bistînim. Kero nemir bihar bûrî qîwar hişk bûn. Saet 21:10 sebra min nayê. Ji pencereyên otobusê li derve dinêrim. Na, dîmenên ez dixwazim bibînim ne ev in. Dê ji Sêwasê şûn de li pencereyê binêrim. Niha divê li cihê xwe rûnim. 21:13.

Êdî çi binivîsînim bavê min? Min go bavê min! Belê bavê min! Ez ji keça xwe Arînê re dibêjim "bavê min". Diya min jî ji min re digot bavê min. Herî zêde tu ji kî hez dikî? Ez û Arînê em bi yek dengî dibêjin "ji bavê xwe hez dikim."

Herî zêde min bêriya bêhna xwêdana bavê xwe kiriye û nanê tenûra diya xwe. Ku mezin bûm, bi gotina bavê xwe, bûm bi qasî kerekî, êdî nema li ser çongên bavê xwe rûniştim. Bavê min, bavê çarde zarokan. Hezkirina wî têra me hemûyan dikir, lê me nekarî wê hezkirinê li xwe par bikin. Hinek ji me ê ku mezin bûn jê dûr ketin. Ê ku biçûk in, hin li ser çongên wî ne. Bavê min! Ez biçim kîjan gundî, kî min bibîne dizane ez kurê wî me. Ji tiliyên lingan heta pirçên serî, ez dişibim bavê xwe. Her cara qîza xwe datînim ser çongên xwe, çongên bavê min tên bîra min. Rûne qîza min, niha dora te ye. Sibê kî zane qismetê kê ye? Saet 22:32. Ev saet û nîveke dinivîsînim.

Carekê ez û bavê xwe di trênekê de rêwî bûn. Em ji Edenê siwar bibûn, trêna me diçû Heyderpaşaya Stenbolê. Sal 2000 bû. Mîlenyûm bû çi ziqûm bû. Em diçûn Stenbolê. Sê cûre bilêtên trênê hebûn, sinifa yekem, duyem û sêyem. Ji Edenê trên di 24 saetan de diçû stenbolê. Sinifa yekem, di vagonan de odeyên razanê hebûn. Pereyên me têra wan odeyan nedikir. Ji xwe têrî bikira jî te cih peyda nedikir. Sinifa duyem tu li ser kursiyekê bi kêfa dilê xwe rûdiniştî. Ya sêyem, te li ku cihê lingên xwe an jî qûna xwe bidîta tu li wir dimayî. Îca bilêta bavê min jî ji sinifa sêyem bû.

Tenê bilêta bavê min hebû. Ez ne ji tu sinifê bûm. Li mektebê diçûm sinifa çaran lê li trênê ne ji tu sinifê bûm. Min û bavê xwe me di navbera du vagonan de cihê qûna xwe dîtibû û em li ser tonkan rûniştibûn. Jineke ciwan a tirk bi tevî zilamê xwe li hember me cihê qûna xwe dîtibûn û ew jî wek me li ser tonkan rûniştibûn. Bihar bû û trên ji cihên çiyayî re derbas dibû, ber destê sibê bû û sar bû. Mêrê jinikê bi telefona xwe ya nokia3310 lîstika mar dilîst. Jinikê fîstaneke kinik li xwe kiribû û lingên wê yên rût ji serma dilerizîn.

Bavê min serê xwe kiribû nav şeqên xwe û ji xwe re diponijî. Min jî bi çavên xwe yên xewar li marê li ser ekrana telefona mêrik dinêrî. Jinikê her carî pirsekê dikir û bavê min bersiva jinikê dida. Jinikê carnan serê xwe ber bi aliyê mêrê xwe dikir, digot; "canê min çi qas sar e." Berî mêrê jinikê bersiv bide, bavê min bersîv dida ji jinikê re digot "xwişkê di çenteyê min de gore hene, ez gore bidim te?"

Jinikê ji bavê min, min ji ber bavê xwe ji jinikê û mêrê jinikê jî ji marê li ser ekrana telefona xwe şerim dikir. Dinya her diçû sar dibû û jinik zêdetir dilerizî. Çend caran di navbera jinikê û bavê min de ev diyalok derbas bû.
Jinik: (ji mêrê xwe re)
-Canê min dinya pir sar e!
Bavê min:
-Xwişkê, di çenteyê min de gore hene. Ez gore bidim te?
Jinikê digot:
-Na sipas apo! Di çenteyê min de jî hene.

Piştî demekê dîsa heman diyalog destpê dikir.
Li dawiyê bavê min çakêtê xwe ji xwe derxist û avêt ser çîpên rût ên jinikê.
Ji jinikê re bi zimanekî gelekî kubar got:
-Xwişkê, tu ji sermê naparêzî tu zanî, lê ji kerema xwe wan ji çavên min biparêze. Hem ez, hem tu û hem jî zilamê li kêlek te guneh in.

Saet 23:14 em li garaja Uzkudarê ne. Germahî 23 °C ne. Niha li bavê xwe, li jinikê û li zilamê jinikê difikirim. Bila ew li cihê xwe bin, em werin ser marê li ser telefona mêrikî. Wê demê xeyal bû telefoneke min a weke wî hebe. Niha telefoneke min Nokia 6 a android heye. Ez pê dikevim Facebook û Twitterê, min bilêta xwe ya otobusê jî li ser înternetê bi rêya vê telefonê birî. Min tu carî lîstik bar nekir telefona xwe û ez pê nelîstim. Lê ez tu carî nebûm wek bavê xwe jî. Min tu carî çavên xwe ji çîpên jineke xweşik neşûştin. Saet 23:23 niha dora servîsa çay û qehweyê ye. Ev du saet û nîv in dinivîsînim. Niha bi xatirê te Facebook û bi xatirê te Stenbol...

Piştî ku nivîsê kontrol dikim, parve dikim. Saet 23:39. Şevbaş...

(Min ev nivîs du sal berê di wextê rêwîtiya xwe de li ser fêysbûkê nivîsiye. Ji bo wek nivîsên min ên berê wenda nebe, dikim ser bloga xwe.)

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...