10/09/2020

RÊWÎYÊ LI TRÊNÊ

Carekê ez û bavê xwe em li Edeneyê li trênekê siwar bibûn, trêna me diçû Heyderpaşaya Stenbolê. Sal 2000 bû. Mîlenyûm bû çi ziqûm bû. Em diçûn Stenbolê.

Sê cûre bilêtên trênê hebûn, sinifa yekem, duyem û sêyem. Ji Edenê trên di 24 saetan de diçû Stenbolê. Sinifa yekem; di vagonan de odeyên razanê hebûn. Pereyên me têra wan odeyan nedikir. Ji xwe têrî bikira jî te cih peyda nedikir. Sinifa duyem; tu li ser kursiyekê bi kêfa dilê xwe rûdiniştî. Ya sêyem; te li ku cihê lingên xwe an jî qûna xwe bidîta tu li wir dimayî. Îca bilêta bavê min jî ji sinifa sêyem bû.

Tenê bilêta bavê min hebû. Ez ne ji tu sinifê bûm. Li mektebê diçûm sinifa çaran lê li trênê ne ji tu sinifê bûm. Min û bavê xwe me di navbera du vagonan de cihê qûna xwe dîtibû û em li ser tonkan(rûniştina li ser lingan) rûniştibûn. Jineke ciwan a tirk bi tevî zilamê xwe li hember me cihê qûna xwe dîtibûn û ew jî wek me li ser tonkan rûniştibûn.

Bihar bû û trên ji cihên çiyayî re derbas dibû, ber destê sibê bû û sar bû. Mêrê jinikê bi telefona xwe ya Nokia3310 lîstika mar dilîst. Jinikê fîstaneke kinik li xwe kiribû û lingên wê yên rût ji serma dilerizîn.

Bavê min ji bo çav li çîpên jinikê nekeve serê xwe kiribû nav şeqên xwe û ji xwe re diponijî. Min jî bi çavên xwe yên xewar li marê li ser ekrana telefona mêrik dinêrî. Jinikê her carî pirsekê dikir, bavê min bersiva jinikê dida.

Jinikê carnan serê xwe ber bi aliyê mêrê xwe dikir, digot: "Canê min, Çi qas sar e!" Berî mêrê jinikê bersiv bide, bavê min bersîv dida, ji jinikê re digot: "Xwişkê, di çenteyê min de gore hene, ez gore bidim te?"

Jinikê ji bavê min, min ji ber bavê xwe ji jinikê, mêrê jinikê jî ji marê li ser ekrana telefona xwe şerim dikir. Dinya her diçû sar dibû û jinik zêdetir dilerizî. Çend caran di navbera jinikê û bavê min de ev diyalog derbas bû.
Jinik: (ji mêrê xwe re)
-Canê min, dinya pir sar e!
Bavê min:
-Xwişkê, di çenteyê min de gore hene. Ez gore bidim te?
Jinikê digot:
-Na sipas apo! Di çenteyê min de jî hene.

Piştî demekê dîsa heman diyalog destpê dikir. Li dawiyê bavê min çakêtê xwe ji xwe kir û avêt ser çîpên rût ên jinikê.
Ji jinikê re bi zimanekî gelekî kubar got:
-Xwişkê, tu wan ji sermê naparêzî tu zanî! Lê ji kerema xwe wan ji çavên min biparêze. Hem ez, hem tu û hem jî zilamê li kêlek te guneh in.

Wê demê xeyal bû telefoneke min weke ya mêrê jinikê hebe. Niha telefoneke min a Nokia 6 android heye. Ez pê dikevim Facebook û Twîtirê û pê vê nivîsê dinivîsînim. Min tu carî lîstik bar nekir telefona xwe û ez pê nelîstim. Lê ez tu carî nebûm wek bavê xwe jî. Min tu carî çavên xwe ji çîpên jineke xweşik neşûştin.

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...