Êvarekê Hecî Silêman di radyoyê de guhdarîya kilamên Radyoya Êrîvanê dike, ji nişkê ve dîsa cihê baterîyê sist dibe tama kilaman di gewrîya Hecî Silêman de dimîne.
Hecî hêrs dibe, gulmistekê li radyoyê dide, dibêje: "Ez ê di radyoyê nim!"
Hecî li tornevîdeyê digere ji bo vîdeyê şûn ve bişidîne, lê tornevîde nabîne. Berê xwe dide kurê xwe dibêje: "Kurê min ka here ba apê xwe Ezedîn tornevîdeya wan bîne."
Lawik diçe cem apê xwe Ezedîn, dibêje: "Apo ka tirnevîdeya we bide min, bavê min dixwaze."
Apê wî pirs dike dibêje: "Bavê te dê çi bike ji tornevîdeyê?"
Lawik dibêje: "Apo, bavê min ê pê di radyoyê ne."