Min got; kekê Harîkar tê bîra te berî neh deh salan li ser Facebookê rûpeleke min a bi navê "Nedîtok" hebû. Pênc şeş şopînerên min hebûn lê wek bi hezaran şopînerên min hebin min li ser rûpelê parvekirinan dikirin. Pişt re te çend kesan vexwendin rûpelê, wan çend kesan jî çend kesên din vexwendin rûpelê, rûpel her çû mezin bû û gihîşt bi hezaran şopîneran. Berî ez rûpelê hilweşînim nêzikî deh hezar şopînerên min hebûn. Niha dîsa ev bi qasî mehekê ye li ser Facebookê rûpeleke min heye, heft kes min dişopînin nabin heşt.
Got; tîktokê feysbook kuşt, ma te hay jê nîn e? Her kes li ser Tîktokê ye êdî. Yên li ser Facebookê êxtîyar in, westiyayî ne. Heger tu dixwazî xwe bigihînî zêdetir kesan şandên xwe li ser Tîktokê belav bike.
Min got; erê heyran haya min ji Tîktokê heye, lê navê Tîktokê xerab derketiye. Yên li ser Tîktokê qibleya xwe şaş dikin. Te dî me jî xwe şaş kir, li ser tîktokê qûn mûn li xwe tazî kir û berda çolê. Îcar wer halê xweş. Meymûn ji ber meymûntîyên tîktokvanan bê kar mane, qûtek nan bi dest wan nakeve Alah wekîl.
Got; erê wisa ye lê tu bi kêfa xwe yî...
Pişt re ez fikirîm, min got mexsed parvekirin bigihin zêdetir kesan. Axir min hesêbekê li ser Tîktokê jî çêkir. Min pênc şeş vîdeoyên beredayî ku min ji bo ceribandinê li ser Veo3yê çêkiribûn li ser Tîktokê weşand. Bê ku ez kesî bişopînim û haya kesî jê çêkim vîdeoyên min di nav çend saetan de gihîştin bi hezaran bîneran. Helbet hejmara bîneran zêde ne girîng e. Li ser blogê deh-pazde kes nivîsên min bibînin, ji hezar dîtinên ser Tîktokê çêtir e. Lê kes nema êdî xwe bi xwendinê re mijûl dike.
Tîktok rastî jî cihê ehmeqan e nizanim, an ehmeq ji mirovên asayî zêdetir in lewra wisa xuya dike nizanim. Mêrên bi fera pêlava jinên xwe nakin risqê jin û zarokên xwe dikin şabaş ji jinên fisgenî yên tîktokvan re. Camêr navê xwe yê bikarhêner kiriye Kurdistan lê rismê Silhedînê ku paşnavê wî Tirkiye ye kiriye wêneyê profîla xwe. Û Asenayê hat şandeya min eciband. Tîktoka niha feysbooka berî deh salan e, navê hevalan tev hewal in, navê Şevînan jî Şewîn in. Twîtter xweş e, lê ne li gorî bê dewletan e. Nivîs ji dîmenan xweştir e, lê kurd nexwende ne... Û kurd nezan in, hewl didin nezanîna xwe bi zanîna zimanê serdestê xwe binixumînin.
Axir ku we tîktok heye, ev jî lînka Ken TV ya tîktokê ye. Ku we tîktok tune ye, hema bila tune be çêtir e...
https://www.tiktok.com/@kentv.kurdish?_t=ZS-8yFLI62z4Qj&_r=1
