Par min li cihekî hinekî berguhkên telefonan peyda kiribûn. Min got ez wan bibim ji xwe re li cihekî, li kolanekî bifiroşim, bikim pere. Hûn dizanin, pere şîrîn in. Çi qas pere ew qas here û were.
Min jî êvarekê piştî ez ji şixul hatim, min berguhkên xwe kirin çenteyê xwe û berê xwe da rêya meydana Şîrînevlera Stenbolê. Min kartonek peyda kir û berguhkên xwe li ser rêz kirin. Piştî demekê mişterî hatin.
Mişterîyê yekem:
-Ew bi çi qasî ne?
-Ev bi pênc, ev bi deh û ev jî bi pazde lîreyî ne!
-Yekê ji a pazdehî bide min bi dehan, ez ê bikirim.
-Na çênabe!
-Nexwe yek ji a dehan bide!
-Kerem ke!
-Sed lîreyî hûr dikî?
-Na!
-Nexwe ez ê li vir bim, li wê dikanê hûr bike û were!
-Na xalo! Ê dikire, hûr dike. Ez nikarim malê xwe li vir mişemir bihêlim.
-De baş e, xem nake. Ez nakirim. Bi xatirê te û qawet be ji te re.
-Oxir be!..
Piştî nîv saetê mişterîyê duyem:
-Bi çi qasî ne?
-Bi pênc, deh û pazdehan in!
-Heke tu ji yên bi dehan du heb bi pazdehan bidî min, ez ê bikirim.
-De baş e, bila tu sax bî!
-Orjinal in?
-Ê orjînal bi dusedî ne!
-Yanî ev ne orjînal in?
-Na ne orjînal in!
-Nexwe ez nakirim.
-Bila canê te sax be!..
Piştî demekê mişterîyê sêyem:
-A herî erzan kîjan e?
-A herî erzan ev in, bi pêncan in.
-Dixebitin?
-Biceribîne!
-Va ye nexebitî!
-Ew ne ji bo telefonên jîr in. Ew ji bo MP3, MP4 û IPODê ne.
-Ez dikarim tenê ji vê bikirim. Pereyên min têrî yên din nakin.
-Nexwe ez dê yekê ji yê bi dehan bi pênc lîreyî bidim te. Bila canê te sax be!..
-Bibore, min digot qey pênc lîreyên min hene, tenê sê lîreyên min hene!
-Xem nake, ez pere ji te naxwazim.
-Na, ji kerema xwe re van sê lîreyan bigire û heqê xwe helal bike.
-Bila, ser çavan...
Piştî saetekê mişterîyê çarem hat. (yekî serxweş e) Bi telefonê bi jinekê re dipeyîve.
-Keçêê! Vaaye ez teleefonê digrim. Keengî kêfa tee çûûûyê weree diiikanê. Eez her deem amaade me. Dêê te maaç diikim, muaah, muuaah. (Telefon girt û berê xwe da min.)
-Jiii kerema xweee re, ez berguhkekee li gorî vê telefonê dixwazim!
-Apo, ev telefoneke kevin e. Tu qul ji bo berguhkê pê re tune ne.
-Eeev deeh sal in keeesî qulaaa vê teeeelefonê nedîtiye. Berxê xaaalê xweee!..
Serxweşê me gotina xwe kir û çû. Piştî wî yekî din hat. Bi deh lîreyan berguhkek kirî û çû. Ji xwe êdî bûbû dereng. Min berguhkên xwe dîsa kirin çenteyê xwe û ji wê deh lîreyî bi lîreyekê simîtek kirî, bi lîreyek din av kirî, bi lîreyekê çûm avrêjê, sê lîre dan heqê dolmîşê. Ji xwe ez bi sê lîreyan jî çûbûm wir. Yek lîre û ev çîrok ma ji min re. Mala Xwedê ava...