Li paş gundê me, li serê milê çîyê, zinareke asê bi navê Kevirê Pêtkarê heye. Kevirekî asê ye û çend şikeft û şikeftokên biçûk jî tê de hene. Dema mirov li biharan ji bo pincaran dixwaze biçe çîyê, ji bo mirov xwe bigihîne pincaran, an divê mirov di wî zinarî re hilkişe, an jî divê mirov li dora wî bigere. Kesên cansivik û ciwan dikarin di wî zinarî re hilkişin, lê jin û zarok, kal û pîr divê li dora wî bigerin.
Gotin û gotegot li nav gund û li nav gundên derdorê belav bûye ku xizîne di wî kevirî de heye. Dibêjin di wextê xwe de li serê zinêr dêreke malmezinekî fileyan hebûye. Mêrikan li rojên îniyan nimêja xwe li wir kirine. Dibêjin çend şiklên mar û dûpişkan li ser zinar xêzkirî bûne, lê xeyalperestên xizîneyan ew şikil xera kirine, êdî nemane.
Ji zarokatiya min de tim xeyala min bûye, belkî rojekê ez li wê xizîneyê rast werim. Gelek kesan bi tevr û bêran li wan deran bi xizîneyê gerîyabin jî, kesî heta niha ew xizîne nedîtiye. Li pêşiya zinêr li serê milê, rasteke berwar heye. Li biharan hin caran pez li wir guher digire.
Rojek ji rojên min ên şivantiyê ye. Bihar e, piştî nîvro ye. Pez li pesarên binê milê tewl girtine diçêrin. Ez jî li serê milê me, min ji bo pez bigihîje hevdû û guher bigre pêşiya pez girtiye û ji xwe re difîkînim..
Piştî pez gihîşt hevdû û guher girt, min got ez herim li cihê herî bilind ê milê, ji bo çavên min li ser pez bin. Ez hilkişîyam, dema ez gihîştim serê milê riqîna dengekî hate guhên min. Denk dişibîya dengê lêdana çakûçê.
Min hinekî guhê xwe dayê, min di dilê xwe de got ev ne dengê çakûçê ye, ev dengê lêdana tevrê ye. Heyecanek ket dilê min. Min got hebe nebe hin kes hatine li zêran digerin. Min xwe li paş kevirekî bi qasî nîva bejna min, xwe veşart. Deng her diçû zêde dibû.
Ez ketim nav xewn û xeyalên zêr û zeyneban. Min got ez ê an xwe bikim şirîkê wan, an ezê zêran ji wan bidizim, an ezê lê binêrim ka li ku derê dikolin, heger wan zêr nedîtin ez ê bibînim.
Min bi hêdîka serê xwe ji paş kevirê bilind kir, lê min tu kesî nedît. Ez çûm ser kevir, min li derdorê nêrî, lê min benî adem li wan deran nedît. Kes xuya nedikir, lê dengê tevr û bêran her dihat. Ez zêdetir ketim nav heyecanê. Min got ha li wir dikolin, ha li vir dikolin. Ez di nav devî û daran de, li dor keviran li kesên li xizîneyê digerin gerîyam.
Bi qasî pazde bîst deqîqeyan ez li wir mijûl bûm. Min pez ji bîr kiribû. Ji ber ez li pêşiya pez nesekinîbûm, pez ji guherê rabibû û çûbû. Piştî ez pê hesiyam ku pez li cihê xwe nemaye, ez dîsa çûm serê milê. Min dît, pez hindik maye zinar qut bike û here hêla din. Şeytên ji min re got, kuro tu dikî xizîneyê bibînî, te çi ji pez e.
Destê min ji xizîneyê nebû. Ez li binê wê deviyê û vê deviyê ketim, ha li vir û ha li wir. Li dawîyê min dît, du xeyalperestên biçûk ên xizîneyan bejna wan ne bi qasî solê min e, dikin av ji bîrê derxin. Du kûsî dikin di hev nin. Ev teqereq jî ji ber wan e. Ji ber li wê derê cihekî rast tuneye kusîyê nêr dixwaze kûsîya mê bi lêdana qalikê wê, wê bibe cihekî rast ji bo bêr di bîrê re bike.
Min got, bi Xwedê we ne nîya hev. Ev nîv saet in ez li vir ji rûyê we ve xeyala zêr û zeyneban dikim, hûn jî li kêfa qûna xwe dinêrin. Ev hûn bi qûna xwe bi min dikenin.
Min kûsîyê nêr kir ber himbêza xwe û kûsîya mê li wir hişt. Kûsî li ber himbêza min, ez ber bi pêşiya pez ve bi rê ketim. Pez çûbû, xwe gihandibû hêla din a zinêr. Ez gihîştim pêşiya pez, min pêşiya pez girt û kûsî ji ber himbêza xwe danî erdê.
De îca here û oxira te a xêrê be kûsîyo! Here ku şensê te hebe, tu yê rojeke din kêfa xwe li ser qalikê kûsîya xwe bikî, lê ne îro.
Bi qasî du sê saetên din min pez çêrand, pişt re ji bo bêrîya danê êvarê min pez berjêr kir. Pez hêdî hêdî ji çiyê dadiweşî, ez jî bi pez re di milê re dadiketim. Dema ez hatim serê guherê, dîsa dengê teqûreqê hate min. Êdî min mesele fêm kiribû.
Bi qasî deng ji min derket ez bi hemû hêza xwe qêrîyam.
-Êdî tu nikarî min bixapînî kûsîyooooooo!
Bi qêrîna min re pez silikîn û bi çar gavkî ber bi bêrîyê ve xwe hilavêtin û di nav pênc deqeyan de xwe gihandin bêrîyê. Heta ez li pey pez gihîştim bêrîyê, jinan pezên xwe dotibûn û ji xwe re li dora Kaniya Bincûyê rûniştibûn, li ser qemçika bizinê sohbetê dikirin.
Ez gihîştim bêrîyê, jinan tev bi hev re ji min pirsîn ka çi bi min û bi pezê min hatiye, heta pez berî min xwe gihandiye bêrîyê.
-Qet nepirsin xanimno! Kûsîyan bi min û bi pezê min ve dan, malik li me xera kirin...