Bavê min ji bo min hem heval bû, hem jî mamoste bû. Her tiştî ez ji wî fêr dibûm. Berî ez herim mektebê, bavê min hem alfabeya erebî hem jî ya latînî li ber min elimandibû.
Min bersivên pirsên xwe yên zaroktîyê ji bavê xwe digirtin. Bavê min pirsên min bê bersiv nedihêştin. Lê bavê min hin caran dema di bin tesîra tiştekî de bimîne, bersiva pirsa herî normal jî bi awayekî ne normal dide.
Dewletê em ji gundê me derxistibûn, me berê xwe dabû navçeya Tersûsê ya Mêrsînê. Li Tersûsê em di odeyeke mala apê min de diman. Zivistan bû, sar bû. Rewşa me ya aborî ne baş bû. Me li gund ji xwezayê zikê xwe têr dikir, lê li bajar pêwîstî bi pere hebû. Heta sobeya daran jî bavê min ji tenekeyeke rûnê çêkiribû.
Bajar ne li gorî bavê min bû. Gund cineta wî bû. Bavê min tu carî di karê xelkê de nexebitîbû. Li gorî bavê min, şixulê xelkê xulamtî bû. Lê ji bo parîyek nan bike zikê me, mecbûrî şixulê xelkê bibû. Li çewlikeke çêlekan, karê xudankirina şeş-heft çêlekan dîtibû. Xudanê çewlikê tirk bû. Ez û bavê xwe em sibê diçûn, heta êvarê me çêlekên wan êm dikir û êvarê vedigeriyan malê.
Ev yek bavê min aciz kiribû. Li zora wî diçû ji ber ji bo çend qurîş pere çêlekên xelkê xudan dikir. Êdî bersivên pirsan jî bi awayekî hêrs dida.
Çewlik derveyî bajêr bû. Em sibê bi meş diçûn çewlikê, êvarê dîsa bi meş vedigerîyan malê. Ji ber ez ji gund hatibûm, tiştên li bajêr bi min xerîb bûn. Min çi bidîta min ji bavê xwe pirsa wê tiştî dikir, min digot bavo ev çi ye?
Cihê em tê re derbas dibûn, aliyek rê bû aliyê din jî cihê sergoyê bû. Çavên min hin caran li nav sergoyê li paçikên sipî yên li hev pêçayî diketin. Min nizanibû ew çi ne. Her cara ber çavên min diketin, min ji bavê xwe dipirsî digot:
-Bavo ew çi ye?
Bavê min digot:
-Gû ye!
Min digot qey bavê min ji ber qehra dinyayê aciz bûye, lewre jê re dibêje "gû". Roja din dîsa min heman pirs jê dipirsî. Bavo ew çi ye? Bersiv dîsa gû bû. Wisa bi hefteyan her roj heman pirs û heman bersiv.
Hin caran min qesta wan paçikan dikir, min digot ez ê vekim li nav wan binêrim, lê ji ber çavên bavê min tim li ser min bûn, ez bi ser nediketim.
Rojekê dîsa ez û bavê xwe em sibê zû rabûne bi hev re diçin çewlika çêlekan. Ew roj ji rojên din cudatir bû. Keneke nedîtî li ser rûyê wî bû. An roja meaşê bû, an jî diya min dilê wî xweş kiribû. Straneke Mihemed Arifê Cizîrî li ser lêvan bû, ay ay babikê min ê hemî derdan, ay ay babiko, ay ay li min....
Dîsa wek her roj em di ber heman sergoyê re derbas dibûn. Min got bi Xwedê kêfa bavê min îro li cî ye. Ez ê dîsa pirsa xwe bikim, ya bi xêr ji Xwedê. Belkî ez îro bizanim ew paçikên sipî ên li hev pêçayî çi ne ku tirk her roj ji wan paçikan davêjin sergoyê.
Min hêdîka xwe nêzikî ber sîya bavê xwe kir. Ji ber her cara min pirs dikir peyva gû ji dev derdiket, min bi awayekî şermoke strana Mihemed Arif ji dev qut kir, tilîya xwe dirêjî nav sergoyê kir û dîsa wê pirsa xwe ya efsûnî pirsî. Min got: "bavo ew çi ye?"
Bavê min wek serkêşê govendekê be û meriv govend lê betal bike, di cih de sekinî. Çû li nav sergoyê paçikekê ji wan paçikan anî. Bi hêrs ji hev vekir û gûyê di paçikê de nîşanî min da û got: "Kurê min! Ez kîrê te di edaleta vê dinê kim. Tu yê çawa bizanî ev çi ye? Zarokên me nanê ber devê wan tê birrîn, zarokên xelkê jî di pembû de dirrîn. De ez jî, tu jî, em di vê edaleta zalim de birrîn."
Bi pirsê, meriv diçe Xursê. Tu carî zarokan bê bersiv nehêlin. Bi zimanekî zelal ku zarok jê fêm dikin, pirsên wan bibersivînin...