Vê sibê,
bi hilatina te,
min çavên xwe yên
li hêvîya te westîyayî,
ji xew vekirin
Û li te fikirîm dîsa!
Li te û li hilatina te!
Li şewqa te,
Û li tîrêjên şewqa te fikirîm!
Ka tu jî bifikere ey roj!
Tu her sibe hiltê,
Bi ser bisk û kezîyên vê dinyayê!
Ev çi eşq e?
Tu, her sibe,
her sibe dîsa her sibe hiltê,
bi ser vê dinyaya kambax de.
Tu nabêjî ev der, ew der.
Ev milet û ew milet,
Ev welat û ew welat.
Reş û sipî, qenc û xerab!
Tu her sibe nasekinî hiltê,
ne xew ne sekin li te tê.
Her sibe ji rojhilat heta roj ava tê!
Lê ka carekê bifikire ey roj!
Tu srûda ser lêvên kîjan miletî yî!
Kîjan milet bi eşqa te bi te dipesine,
Û te dike nîşaneya alaya welatê xwe!
Carekê bifikire ey roj!
Tu li ser kêla gorên mirîyên kîjan miletî yî!
Kîjan milet her sibe berê xwe bi te dike!
Bifikire, tu duayên sibeha kîjan miletî yî!
Û kîjan milet destên xwe bi te vedike!
Bifikire ey roj!
Kîjan milet navê zarokên xwe dikin Roj!
Carekê tenê bifikire!
Û rojekê tenê ji bo me hil were!
Tenê ji bo vî miletî, tenê rojekê!
Tenê rojekê,
ji rojhilat heta rojavayê welatê vî miletî!
Ji Sineya xwînavî,
bilind bibe bi ser Mahabada Qazî!
Bilind bibe, nehêle sînor,
bihelîne bi tîrêjên xwe!
Ji Kerkûka Baba Gurgur,
bilind bibe bi ser Şengala şehîd!
Bilind bibe,
hêj jî nekewîyaye birînên Helebce û Enfalê!
Bilind bibe,
nehêle sînor li ser welatê rojê!
Sî û sê gulleyan bîne bîra rojê!
Bilind bibe ey roj!
Bi ser Dêrsim û Geliyê Zîlanê!
Bilind bibe bi ser Cûdî, Sîpan û Girêdaxê!
Bilind bibe bi ser Amûdê,
ji bo laşên şewitî yên zarokên sînemayê!
Ji Amûdê bi ser Efrîna Rengîn de bilind bibe!
Efrîn li bin siya rûreşiya keftaran de tarî ye!
Li benda hilatina te ye!
De bilind bibe,
Nebî Hûrî çend sal in hêsîr e,
ew jî li benda hilatina te ye ey roj!
Dizanim tu çi qas merd û camêr î ey roj!
Lê tenê rojekê ji bo me tenê hil bê!
Ji bo min, ji bo me, ji bo Kurd!