12/10/2020

HOSTEYÊ ALASTINÊ

Hevalekî min ê şixul heye. Navê wî Cemîl e. Tirk e, ji Kirşehîrê ye. Hinekî kawik e, zêde ji hesêb û kitêban nizane. Bist salan ji min mezintir e, lê xweyî dilê zarokan e. Dikare bi zarokekî heft salî re veşartokê bilîze. 

Cemîl heta niha sê jin anîne. Dema jina duyem tîne, hewayê jina yekem vala dike û li bin nivînan vedişêre. Rojekê jina wî ya duyem ne li malê ye, Cemîl jina ewilî ji bin nivînan derdixe, diwerimîne û dixirpişe ser kezeba jina xwe ya ewilî.

Jina duyem dema vedigere malê, dibîne mêrê wê xwe avêtiye ser hewîya wê ya plastîk ya ku ev du meh in di bin nivînan de li benda Cemîl çilmisîye. Haya jina duyem ji hewîya xwe tune bû. Bi Cemîl re şer dike, pozê Cemîl dişkîne, hewîya xwe dide ber kêr û meqesan, cesedê hewîya xwe digre dibe davêje sergoyê.

Du meh piştî wê bûyerê, rojekê serê sibê Cemîl serê xwe ji balîfê radike, dibîne jinê li ser kaxizekê xatirê xwe ji Cemîl xwestiye û kaxiz daniye ber serê wî û ew terikandiye çûye.

Bi çûna jina duyem re, Cemîl hem ji dêrê hem jî ji mizgeftê dibe. Piştî çûna jina duyem, Cemîl her hefte roja şemiyê rêya kerxanê digre, diçe gundê reş li taxa leblebiyan yewmîyeya xwe ya rojekê dide xanimekê û derbikê xwe di ser de vala dike. Hin caran tîna wî naşkê, du yewmîyeyan dide. Li ser gotina wî, hin caran tîna wî bi du derban jî naşkê, rojên yekşeman jî diçe xwe davêje ber bextê quzê qehbika xwe, gana xwe ya bi derbikên çend deqeyî dike û tê li ser qûna xwe rûdine.

Wisa bi salan Cemîl her hefte diçe cem heman qehbikê, bi heman bûhayê dine heman quzî û vedigere malê.

Piştî çend salan, dê û bavê Cemîl şenseke din didin Cemîl, Cemîl bi keçeke Kurd a Semrûrî re dizewicînin. Jina Kurd ji ber bi bext e, tehemûlî Cemîl dike û bi salane bi hevdû re dijîn. Niha keçeke wan a hevde salî bi navê Hêlîn heye. Jinikê tevî bi tirkî bi zilamekî tirk re dijî, navê keça xwe bi Kurdî lê kiriye.

Par min dît hin caran sibehan dema Cemîl tê şixul, bê kêf e, wî û jinê şer kirine. Carna wisa bê kêf bû, mirov digot qey kerê wî li garanê mirîye. Rojekê hat, ji ber derbên lêdanê dev û pozê wî werimî bû, rûyê wî reşhişînî bibû.

Min jê pirsî got: "Xalê Cemîl, ev te xêr e. Tu hin caran wisa bê kêf tê şixul, mirov dibêje qey te Ezraîl di xew de dîtiye. Yan jî xalojinê pişta xwe bi te ve kiriye û te ji fêkîyên baxê Îremê mehrûm kiriye."

Mêrik axîneke kûr kişand û got: "Bira, wele ez bi xalojina te nikarim. Ez hin şevan berê wê didim quble û sê caran jî dikim dîsa dilê wê rehet nabe. Min xwelî li serê xwe kir, jineke kurd ji xwe re anî. Qey gana me Tirkan û ya we Kurdan ne yek e, ez bi gana Kurdkî jî nizanim."

Ji ber yekî lawik e, ez dikarim ji hemû meseleyan pê re biaxivim.
Min got: "Xalê Cemîl, tu qet quzê xalojina min dialêsî?"
Got: "Ma quz tê alastin?"

Mêrik qasî li kerxanê kiribû, elimîbû gana kerxanê. Ji wî we bû qey nîhandin tenê kirin e. Fîşê li pirîzê bike, bes e.

Min jê re got: "Xalê Cemîl, gana tu dikî jê re dibêjin kerkî. Tu gana kerkî dikî. Gana kerkî jî piştî demekê êdî tam nade. Ji tamê zêdetir êşê dide. Belkî tu tamekê jê bibînî, lê xalojina min derbasî wî qonaxa tu tê re derbas dibî nabe. Divê tu ne gana kerkî, ya kafirkî bikî."

Min dît ji min fêm nake, min jê re got: "Hema bi kurt û kurmancî divê tu nîv saetan quzê xalojinê bialêsî, pişt re derbasî qonaxa kerkî bibî. Ji bo wê jî divê tu li saetê binêrî. Nîv saetan kêmtir be, heca te qebûl nabe."
Piştî wê rojê, êdî xalê Cemîl bi rûyekî ken û bi kêf hat şixul. Salek di ser re derbas bû, ez li parkekê rastî Cemîl û jina wî hatim. Hurmetê ez nas nedikirim, min silav da wan. Cemîl ez bi jina xwe dam nasîn, pişt re devê xwe bir ber guhê jina xwe, bi dengekî nizim jê re got:
-Xatûn hoste ev e.
Jina wî ji Cemîl re got:
-Aşpêj e?
Cemîl:
-Na xatûn, hosteyê alastinê ev e!

Bi gotina Cemîl re ken hat ser lêvên jinikê û kenîya. Piştî min xatirê xwe ji wan xwest, heta ez ji derîyê parkê derketim jî dengê kenê wan dihat min...

05/10/2020

BI MIN RE BIKENE

Li ser kincan;

-Xalo, goreyê te çima ferek reş e yek sipî?

-Weleh nizanim xwarzî! Li malê coteke din heye, ew jî hema weha ye.






Li ser mîrasê;

-Kurê min, tu dixwazî bavê te bimire mîrasa wî tev ji te re bimîne?

-Na bavo, ez dixwazim wî bikujin! Hem mîrasa wî ji min re bimîne, hem jî heqê xwîna wî bidin min.






Li ser mêvanîyê;

Dema ez diçim maleke Efrînîyan, bi dorê silav didim wan:
-Merheba Hemûdê!
-Ehle sehle.
-Merheba Hemûdê!
-Ehlen sehlen.
-Merheba Hemûdê!
-Ehlen we sehlen.
-Merheba Hemûdê!
-Wey ehlen, wey sehlen.

Li her malê bi kêmanî sê-çar Hemûdê hene û silavdana her yekî ji yê din cuda ye. Li ser fêysbûkê jî navê hemûyan Hemûdê Efrîn e. 






Li ser roja aştiyê;

-Xwarzî ka vê nameyê bixwîne çi nivîsîye?
-Xalo, dibêje; "roja aştîyê li gelan pîroz be!"
-Li gelan?
-Erê xalo li gelan.
-Şaş nivîsîye!
-Çima xalo?
-Ê, navê wî ne Gelan e! Ocelan e, ez heyrana xwarziyê xwe!






Li ser fikra sîyasî;

-Xalo, tu jî komonîst î?

-Belê xarziyê min, ji roja ji diya xwe bûme heta niha ez komonîst im.

-Çawa xalo?

-Dema biçûk bûm, bi xwe de dimîstim. Ji wê demê ve ez komonîst im.






Li ser malê dizîyê;

-Xalo! Ev tu têr nabî ji goştê mirîşkan hey mal mîrat?

-Ev ne goştê mirîşkên bajêr in xwarziyê min! Mirîşkên bajêr li nav sergoya bajêr bi eşkere çi dikeve nav nîkilê wan dixwin. Lê mirîşkên gundan, li gundan malê dizîyê dixwin. Bi dizî dikevin nav bistanên xalê te, çavên xalê xwe!..







Li ser pirsên ehmeqan;

Got: "Tîmûr çi yê te ye?"
Min got: "Sê xwişkên wî hene, du ji wan xaltîkên min in."

IQ'ya wî têrî nekir, nezanî ka Tîmûr çi yê min e. Paş stûyê xwe xwirand û çû...






Li ser govenda dînan;

Du sal berê, min dît dawet û dîlan li ber derê yekî cîranê me yê kurd danîne, li ber sitrana lêxe gerîla lêxe ketine govendê û dieqisin.

Ez çûm ba wan min ji wan pirsî, got: "Qey hûn Mistefa dizewicinin?"
Gotin: "Na, em Mistefa dişînin eskerîyê."






Li ser kurmê sêvan;

-Xalo ev çi sêv in te dane ber min! Ez kîjanî gez dikim kurmek jê derdikeve.

-Wele şensê te tune ye xwarzî! Ez kîjanî gez dikim nîv kurm jê derdikeve.






Li ser English in Dualingo;

Ev çend sal in min Dulingo daxistiye ser telefona xwe, ji ber zimanê wê bi Tirkî ye dikim nakim nikarim fêrî îngilîzî bibim. Ez Dulingo bi zimanê Kurdî dixwazim. Nexwe dê lingekî dulingo jê bikim.






Li ser Şahê Nisr-et Bedo;

Nisr-et li Tirkiyê di nav tirkan de dijî û li dawiya navê wî "et" heye. Hemû mesele ev e!







Li ser fenomenîya Tiwîtxanê;

Heta ez dibim hezar ke(1000 K), min li hespê bayê siwar ke Gulhezara min!






Li ser eyda qurbanê;


Eyda we pîroz be qurbanino!..

Cîranê me Sofî Silêmanê Silkserî jî ji ber ji koronayê filitiye kavirekî enîgewr serjê kiriye.

Yanê camêrî gotiye hemin ez nemirim, bila ev heywan bimire!

Rehmetiyê kalê min jî digot; "Bila wez nebim, bila xaleta min Wezne be."
Goşt xweş e, çi li ser êgir çi jî di nav avê de.






Li ser Ehmedê Zaza;

Ji erebeya yekî tirk dengê stranên bi tirkî yên Ehmad Eslanê me yê zaza bilind dibe. Xizmet ji xelkê re ji vê re tê gotin.






Li ser xwendina sûreyan;

Duh êvarê pîra cîranê me ya heştê û pênc salî hat ber derî got, "bila xêra dê û bavê te be tu hinekî li ser min bixwînî."

Çi qas min got, ez nizanim bixwînim. Got, "hema te çi zanî bixwîne." Min dît dilê pîrê bi çûnê tune ye, min jî jê re sûreyê lehmecûnê xwend.

Piştî xwendinê, pîrê got: "wey rehme li dê û bavê te be. Ez niha ji berê çêtir im."
Pîra bi çelepîyan ji qata jêr hatibû, rabû ser xwe û çû.






Li ser derxistina cinan;

Selamûalêkum! Heger cinê we di we de mabe, bi îzna Xwedê û bi destûra Hezretî Seydayê Seyîd Şêx Hecî Mele Mihemed Arifê Cinfetês, dikarim bi mûçingê ji we derxim.






Li ser îmzeya min a li jêr;

Zêde karê min bi îmzeya min çênabe, lê heta ez cihekî îmze dikim, yê hemberî min xwe ji dîn û îmana xwe dike û hezar nalet li çavên ê îmze îcat kiriye dike.

02/10/2020

RADYOYA HECÎ SILÊMAN

Radyoyeke kevin ê Hecî Silêman hebû. Li cihê baterîya radyoyê vîdeyek hin caran sist dibû, heta ew vîde bi tornevîdeyê nehata şidandin radyo nedişixulî.

Êvarekê Hecî Silêman di radyoyê de guhdarîya kilamên Radyoya Êrîvanê dike, ji nişkê ve dîsa cihê baterîyê sist dibe tama kilaman di gewrîya Hecî Silêman de dimîne.

Hecî hêrs dibe, gulmistekê li radyoyê dide, dibêje: "Ez ê di radyoyê nim!"

Hecî li tornevîdeyê digere ji bo vîdeyê şûn ve bişidîne, lê tornevîde nabîne. Berê xwe dide kurê xwe dibêje: "Kurê min ka here ba apê xwe Ezedîn tornevîdeya wan bîne."

Lawik diçe cem apê xwe Ezedîn, dibêje: "Apo ka tirnevîdeya we bide min, bavê min dixwaze."

Apê wî pirs dike dibêje: "Bavê te dê çi bike ji tornevîdeyê?"

Lawik dibêje: "Apo, bavê min ê pê di radyoyê ne."

29/09/2020

KA DASA XWE BIDE MIN XWARZÎYÊ MIN

Rojekê, ji bo birrîna rûteke gozan, min dasa xwe kir ber pişta xwe û berê xwe da dehla li nizara gundê me. Em ji wê dara zirav û dirêj ê ku em pê gozan diweşînin re dibêjin rût. Dehl an jî daristan bi qasî çar kîlometreyan ji gund dûr e. Ji ber rût ji darên zirav û dirêj çêdibin, li dehlê zû bi zû peyda nabin.

Dehla gundê me hem asê ye, hem jî berkaş e. Mirov bi rehetî nikare li nav dehlê bigere. Piştî ger û geşteke ekolojîk ya li nav daristanê, min dara ku ez ê bibirim dît. Ji ber westiyabûm, min xwest hinekî rûnim, bêhna xwe bidim, cixareyekê bipêçim û dûmanê cixareyê berdim nav kezeba xwe ya reş û sipî, pişt re dara xwe bibirim.

Min hîn cixare vênexistibû, Hecî Hesenê malxalê me wek cinekî li ber çavên min peyda bû. Silav da min û li kêlek min rûnişt. Min qutiya cixareyê dirêjî Hecî kir, wî jî cixareyekê vêxist û bû sohbeta me ya ser şax û pelên darên sipîndaran.

Piştî sohbeteke kin a li nav dûyê cixareyê, Hecî Hesen berî min cixareya xwe avêt, rabû ser xwe, got: "Xwarziyê min ka dasa xwe bide min!"
Hecî ji çilobirînê hatibû, dasa xwe veşartibû, bi xwe re neanîbû.
Min got: "Tu yê çi bikî ji dasê xalê Hecî?"
Got: "Ez ê vê darê bibirim. Çi rûteke delal e! Ez ê payîzê pê gozan biweşînim."

Ez ji bo wê rûtê çar kîlometreyan rê hatibûm. Westiyabûm û li wir rûniştibûm. Hecî qe napirse ka xarzîyê min tu hatiyî dehlê çi? Dibêje xwarziyê min ka dasa xwe bide min!

Min got: "Bise Hecî! Ez ê ji te re darê bibirim!"
Min bi du sê derban ew dar birî û das dîsa kir ber pişta xwe.

Hecî bi serê darê girt, ji erdê rakir û dîsa das ji min xwest.
Got: "Xwarziyê min ka dîsa dasa xwe bide min."
Min dîsa berê xwe dayê û jê re got: "Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?"
Got: "Ez ê vê darê bitapikînim xwarziyê min."

Tapikandin li ba me tê wateya birrîna şaxên darê. Min jê re got: "Bise ez ji te re bitapikînim jî xalê Hecî."
Min dar tapikand û dîsa das kir ber pişta xwe.

Hecî dara rût kir nav destê xwe, bir û anî, dîsa das ji min xwest.
Got: "Xwarziyê min, ka dîsa dasa xwe bide min!"
Min got: "Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?"
Hecî got: "Ez ê vê rûtê sipî bikim."

Sipîkirin, li ba me tê wateya qeşartina darê. Yanî rakirina tovil/qalikê darê.
Min got: "Ka bisekine ez ji te re sipî jî bikim Hecî."

Min dar sipî kir, bi serê dara rût girt û das dîsa kir ber pişta xwe.
Piştî demekê Hecî got: "Xwarziyê min ka îca rûtê bide min!"
Min got: "Tu yê çi bikî ji rûtê Hecî?"
Hecî got: "Heke tu rûta min bidî min, ez ê êdî herim gund."
Min got: "Xalê Hecî, ji xwe ez ê jî êdî biçûma gund. Tu dixwazî, ez rûtê ji te re heta gund bînim?"
Hecî got: "Wele xwarziyê min, madem tu yê jî werî gund, te rût bi xwe re bianîya gund baş bû."

Hecî li pêş, ez li paş, min rût kir ser milê xwe, em ber bi alîyê gund ve bi rê ketin. Nebêjin ka ji giraniya rûtekê ê çi bibe, tu xwe bi milkirina rûtekê mezin dikî. Rût ter e û pênc şeş metreyan dirêj e. Di ser de jî rêya gund asê ye û çar-pênc kîlometreyan dûr e.

Ez û Hecî, ew li pêş ez li paş em heta nava gund hatin. Ji ber bar li ser milê min bû, ew ji min bileztir diçû. Di nav gund de du rê ji hev vediqetin. Rêyek diçe taxa jorê, rêya din jî diçe taxa jêrê. Hecî li taxa jêr rûdine, em jî li taxa jorê. Hecî berî min xwe gihandiye serê rê û li hêviya min e ji bo rûtê ji min bistîne, ez û ew em êdî di rêya xwe de herin.

Min xwe gihand serê rê, silavek li Hecî kir û bi barê ser milê xwe ve ketim rêya taxa jorê û di rêya xwe de çûm. Hecî li pey min bang kir got: "Weleh xebera te ye xwarzîyê min! Te birî, te tapikand, te sipî kir, te kir ser milê xwe, te ani! Dar ya te ye, das ya te ye! Ê ehmeq ez im ku di dilê xwe de te ehmeq dihesibînim! De here oxira te a xêrê be! Hezar xêrê jê bibînî!"

27/09/2020

TELEVÎZYONA HECÎ HESEN

Televîzyona cîranê me Hecî Hesen xera bibû. Hecî şand pey min ji bo ez jê re televîzyona wî çêkim.

Piştî min televîzyon  çêkir, jina wî got: "Kuro Miheme Arif, ka wan kanalên tazî jê bibe, mêvanek tê mala me em li ber xwe dikevin, em ji ber mêvanan şerim dikin televîzyonê vekin. Tu kîjan kanalê vedikî jineke tazî telefon daye nav şeqên xwe, gazî Hecîyê me dike dibêje were li Şeqlawa govend e."

Li ser gotina Hecîjinê min dest bi jêbirina kanalên tazîjinan kir.

Hecîyê me rûyê xwe sor kir, qûna xwe li ser mînderê bir û anî got: "Xwarziyê min, ez qurbana wan tilîyên te bim hemûyan jênebe, êvaran di hinekan de ajansên xeber û nûçeyan derdikevin."

Hecîyê ku berê digot televîzyon qutîya Şeytan e, piştî tama televîzyonê kir, digot hemûyan jênebe di hinekan de nûçe derdikevin.

Min di dilê xwe de got: "Wele derdê te ne nûçe ne Hecî! Di wan de nûçe derkeve çi ye, dernekeve çi ye? Ne tu kafir î, ne jî bi kafirkî dizanî! Hecîjin qurbana rîhkê te be. Ancax tu di van kanalan de fêrî gana kafirkî bibî û xirpişî ser can û cesedê hecîjinê."

Tiştên erotîk xweş in bi şeref. Kurd ji komedîya erotîk hez dikin, dê tiştên bi dilê hecîyan binivîsînim.

Qula bavê we saray...

 Li Stenbolê bi metroyê ji taxa Mehmudbegê ya Baxcîleran diçim Girê Beyro (Bayramtepe) ya Başaqşehrê. Çend roj in çav û guh û dilê me li hêl...