16/11/2020

Şerê du eşîrên morîyan

Di serê min de şerê du eşîrên morîyan e. Du eşîrên morîyan êrîşî moristanên hev dikin û hêkên hevdû talan dikin.

Nalet li vî serî were, ne mey ne cixare ne jî madeyên hişber bikartînim, lê hişê di serê min de di bonzayîkêşekî de jî tune ye.

Şifêrê dolmîşê bi min wek meymûnekî xuya dike. Berî li dolmîşê siwar bibim, erebeyekê li pey min li tutikê da, şifêrê erebeyê serê xwe ji camê re derxist, bang kir got: “Ma tu li Ezraîlê xwe digerî kuro!”

Nizanim ev kêzikên zalim çima cih û sitareke din nedîtine di nav mejîyê serê min de moristana xwe çêkirine. Bi serîyekî tevlîhev vê nivîsê dinivîsînim. Tevlîhev û bê serûber. Çi hat bîra min wê dinivîsînim. Di dolmîşê de me. Ji nexweşxaneyê diçim malê.

Min got ez bê serûber dinivîsînim, dema dibînim ew quzulkurta paragrafê dirêj dibe, navberekê datînim û didomînim. Eceleya min heye, berî dolmîş bigihe taxa Mehmûdbegê divê nivîsê biqedînim. Di tirafîka Stenbolê nim. Ji tevlîheviya serî min herfa pêşî a Stenbolê biçûk nivîsî, pişt re sererast kir.

Ev cara çara ye testa koronayê çêdikim. Sê car in ji bextê min re negatîf derdikeve. Ev sala du hezar û bîstan tenê li koronayê hatiye. Ez heta îsal nexweş nedibûm. An jî min nexweşî wek nexweşî nedihesiband. Doktor got dibe tu bi sermayê ketibî. Lê madem tu dixwazî, em ê jî testa koronayê ji te re çêkin. Heger pozîtîf derket, ji xwe em ê bi telefonê mizgînîya xêrê bidin te. Lê heger negatîf derket, tu yê herî binkeyeyeke tenduristiyê bibêjî ez bi sermê ketime.

Li pêşîya min jineke kurd bi qîza xwe ya tirk re rûniştiye. Her du bi zimanên xwe bi hevdû re diaxivin, ji hev jî fêm dikin. Dibêm qey biratîya gelan ev e. Na, na, ev têkilîya dê û qîzeke nîvneteweyî ye. Her du jî ji bo beyvek ji zimanê hev neaxivin, bi hevokan re li ber xwe didin.

Ax serê min! Duh ji ber êşa serê xwe min nekarî ez heta marketê herim nan bistînim. Ji êvara şemîyê heta roja serê sibeha duşemê, yanî vê sibê ez ji nav nivînan derneketim. Vê sibê rabûm, min bedena xwe ya di nav xwîdanê de bibû wek nizanim çi, (min peyveke li gorî vê rewşê peyda nekir) da ber avê û serê xwe û binê xwe şûşt, çûm ser şixul. Xulam û koleyê kapîtalîzmê...

Ev çend roj in bi xwe re nabînim têkevim fêysbûk û twîtirê. Hin caran, tiwîtekê dinivîsînim, piştî nivîsandinê hema ji twîtirê derdikevim. Yanê halê min tune ye ez twîtekê bixwînim û bifavînim.

Bala xwe didimê, hingî ez yên wan nafavînim, ew jî yên min nafavînin. Dibe ji ber şerê moriyên di serê xwe de ez bê serûber dinivîsînim lewre nayên favkirin. Nalet li peyva fav were, li fêysbûkê ecibandin sed carî ji fava twîtirê çêtir û bi kalîtetir e. Nizanim, tevî li ser fêysbûkê kêm hevalên min hene, kêfa min ji hevaltiya ser fêysbûkê re tê. 

Min ê hîn bidomanda, lê naletîya mînîbusê hindik maye xwe bigehîne rawestgeha ku ez ê lê peya bibim. Ez ê ji wir bimeşim herim markêtê û pişt re herim malê, nav zarokan. Ev çend roj in zarok nahêlin ez bi rehetî nivîsekê dinivîsînim.

Berî peya bibim, gotina dawî bibêjim. Nivîsa herî zêde tê xwendin, nayê ecibandin. Û hûn êşa serî nebînin...

02/11/2020

MALÊ XWEDÊ

Şelandina tûrê parsekan ji şelandina bankayan hêsantir e.

Dibe pereyên hûr li ber çavan kêm werin dîtin û hin kes wek hesinê bê qîmet li wan binêrin. Lê ka tûrekî bi pereyên hûr tije bikin û pişt re wan pereyan yek bi yek bihejmêrin.

Heger hûn bikarin tûrekî tije pereyên hûr bikin û piştre wan pereyan bihejmêrin, hûnê bi qîmeta nirxê tûrê parsekan zanibin.

Hûn ê bibêjin Arifo çav berdaye çend qurîş pereyê parsekan, çav lê ye dest bi dizîya tûrê wan feqîran bike.

Bi min dizîya tûrê parsekan fikreke baş e, lê ev kar bi min û we nabe. Dewlet berî me xwe digihîne wan tûran. 

Di parsekîyê de karekî baş heye. Heta kes, sazî û dezgehên herî dewlemend jî parsê dikin.

Dewlet bi kêmanî mehê carekê bi rêya SMSan daxwaza parsê dike, dibêje bila xêra we be çend quruş pere. Bila sedqa serê we be, erdhej e, lehî ye, korona ye, dewlet perîşan e. 

Serokdewlet, ji xelkê daxwaza parsê dike. 

Xwedê ji evdên xwe daxwaza parsê dike.

Di parsê de pere wek kanîyê diherike. Ma ji Xwedê zengîntir kes heye? Ev erd û ezman yê wî ye. Li her taxê malake wî heye. Li ber her maleke wî qutiyeke sedeqeyê heye. Bi wan sedeqeyan mal li ser malê ava dike.

Roja înîyê min li erdê pênc qurîş pere dît. Min ew pênc qurîş pere ji erdê rakir. Ez li ser wê pênc qurîşê fikirîm. Min got Xwedê zane ka yê kîjan Xwedêjêstandîyê ye. Xwedê ji kesekî nestîne, ma pere li erdê çi dike?

Min ew pênc qurîş kir berîka xwe û di rêya xwe de çûm. Di ber mizgeftekê re derbas dibûm. Qutîyeke parsê li ber derê mizgeftê danîbûn, li ser qûtîyê nivîsîbûn "di avakirina dîwarê mala Xwedê de bila kevirekî te jî hebe."

Mirovekî rîhdirêj li ber qûtî sekinîbû, kesên ji nimêja înê derdiketin hin ji wan dest davêtin berîka xwe, çi ji wan hatî dikirin di qutîya Xwedê de. Berdevkê Xwedê, zilamê rîhsipî ji wan kesên pere dikirin qûtîyê re digot, Xwedê ji te razî be.

Şeytanîyek hate eqilê min. Min got ez û şeytan em bi berdevkê Xwedê bikenin û pereyê Xwedêjêstendiyê bidin Xwedê. Ez çûm ber qûtîya parsê, min destê xwe avêt berîka xwe, cizdanê xwe ji berîka xwe derxist.

Min berê xwe da cizdanê xwe, bi dengekî bi qasî Xwedê û zilamê ber qutîya parsê bibihîsin got:
-Malê Xwedê bi min re heye. Ez ê malê Xwedê bidim Xwedê.

Zilamê çav li kevê pereyên kaxiz yên di cizdan de ket, got: 
-Erê wele birazî! Ev erd û ezman malê wî ye. Em malê Xwedê didin Xwedê. Xwedê xêra te qebûl bike.

Min devê cizdanê xwe vekir, min yek bi yek tilîya xwe li pereyan kir, got:
-Pereyê Xwedê ne ev bû, ne ev jî bû, ev jî nîn e, ne ev e jî. Ha, hat bîra min, pereyê Xwedê ne di cizdan de ye, di berîka min de ye.

Min cizdanê xwe şûn ve kir berîka xwe û ew pênc qurîş ji berîka xwe derxist. Min ew pênc qurîş kir qutîyê û ketim ser rê. Mêrik li pey min got:
-Lawo ma Xwedê mûhtacî xêra te ye, tu pênc qurîş pere davêjî nav qutîyê û dibêjî ev pereyê Xwedê ye?

Min got:
-Ne kêm ne jî zêde, Xwedê şahid e malê wî yê li cem min ev bû Seyda...

31/10/2020

AriFORÎZMAYÊN ÇIRÎYA PÊŞÎN

Em bi neteweperwerîyê rabûn, bi neteweperitîyê rûniştin. 



Bênamûsîya herî mezin ew e, piştî bênamûsek namûsa xwe “paqij” dike, bi bênamûsîya xwe, xwe teslîmî edaleta dewleta serdestê xwe dike.



Îslam îcada ereban e, tirk bi îslamê ereb dixapînin.



Xwedê ne mûhtacî xêra me bûya, li ber deriyê mala xwe qutîya sedeqeyê nedidanî.



Xwedê ev dinya ava kir, pişt re şîfreya têketinê ji bîr kir.



Kesên mejîyê wan gû bin, di dev re dirîn!



Piştî gezkirina sêvekê, heke we  kurmekî zindî di perçeya sêva di destê xwe de dît, naletê li şensê xwe neynin û gazindê ji siûda xwe nekin. We karibû perçeyek kurmê nîvmirî jî bidîta.



Yên li ser malperên pornoyê li quzê jinan dinêrin û bi xwe xweş tînin, li ser torên civakî ji xelkê re dibêjin li vir behsa quz nekin, jin jî we dişopînin.



Heger li mala te Kurdî tê peyivîn, te bi qasî erda malekê Kurdistan ji dagirkeriyê rizgar kiriye.



Kurdayetî huner e, her kes nikare bibe hunermend!



Kî dibêje jin bê hêz in. Jinek dikare şev nîvê şevê li ser tiwîtirê bi “şevbaş"ekê deh mêran di ser hev re bike.



Girtina masîyan tenê ji bo masîvanan hêsan e.



Kîrê mele rabe, pêşî çav li cimûetê digerîne.



Heger te dît Misilmanekî serê sibehekê serê xwe şûştiye, bizane ew roj înî ye.



Misilman îbadeta herî pîroz piştî nimêja eşayê ya roja pêncşemê dikin.



Jiyan şanoyeke dubare ye. Her roj heman rol û heman sehne!



Jiyan li me bûye sahneya şanoyê. Her carî em jiyanê li gor senaryoya hin kesan dijîn.



Dema behsa emojîyan tê kirin, amojina min tê bîra min.



Dema jin dev ji rojbaş û şevbaşan berdan, dê ji mêran jî fenomen derkevin.



Bi qasî hesabên twitirê yên rehmetîyan çalak in, yên zindîyan ne çalak in.



Yên li ser twîtirê kerîtîyê dikin yan bila bi navê xwe bikin, yan jî bila bi navê kerekî bikin. Kerîtîya bi nav û wêneyên sexte yên zanayekî ya li ser profîlê kerîtîyê nake camêrî.



Ne tenê ziman, ken jî asîmîle dibe!..



Dema gavan çav li tevger û hereketên golikane yên hin gayên li garanê dikeve, dixwaze wan gayan şûn ve bike nav garana golikan û bide ber destê golikvanekî.



Bi navekî sexte dikarin çar dewletan li ser twîtirê ava bikin.



Bila ne xema te be ka xelk li ser te çi difikire. Bila xema xelkê be ka tu li ser wan çi difikirî.



Ew qasî bi Kurdistanîbûna xwe serbilind û şanaz im, heger derfet û pereyên min hebûna, min ê ji her çar perçeyên Kurdistanê ji xwe re jinekê bianîya.



Serpêhatiyên me Kurdan dişibin hev. Dema yek ji me qala serpêhatiyên xwe dike, em xwe ji devê wî kesî dibihîsin.

CANBAZIYA NAV AGIR

Li bernameyeke pêşbirka canbazîyê,
Çar canbaz derketin hemberî jûriyê.

Endamên jûriyê ji wan pirsîn,
Gotin ka xwe bidin nasîn!

Yekî got: ez canbaz im ez benî,
Dikarim bimeşim li ser benî!

Yê din got: ez jî canbaz im ez xulam,
Dikarim ji kumekî derxim çar zilam!

Yê sêyem got: canbazî karê min e,
Meşa ser mêxan govenda min e.

Yê çarem got: canbazî kurdbûna min e!
Çar dora min agirê çar dewletên dijmin e!
Heger ez dikarim bijîm, ma ne ji canbazîya min e?

26/10/2020

SEYÎDXAN Û KUFTEYÊN WÎ YÊN XAV

Seyîdxan xortekî temenê wî li dora bîst heta bist û pênc salan bû. Yekî bi tena serê xwe bû. Ji malbata xwe xeyîdîbû hatibû Tersûsê, li maleke yekî gundîyê me bi kirê rûniştibû.

Ji Rihayê bû. Her roj êvarê sênîyek "çîx kufte" çêdikir, dibir li qehwexaneyên taxê difirot, pê jiyana xwe didomand. Li herêma me ew cûreyên kufteyan tune ne. Me navê wan bi kurdî nizanibû. Ji ber bi tirkî ji wan re digotin çîx kufte, min ji wan re digot kufteyên xav.

Seyîdxan şeş heft salan ji min mezintir bû. Lê dîsa jî wek em di heman temenê de bin hevaltiya me germ bû.

Seyîdxan ji kartolan kufte çêdikir. Wî qet goşt nedikir navê. Lê dema mirov kufteyên wî dixwar, mirov digot qey nanê li kufte pêçaye jî goşt e.

Rojekê Seyîdxan ji min re got; "Kuro Arifo, tu ji sibê heta êvarê wek lawê axayê heft gundan betal digerî, ez ji te re sênîyeke kufteyên xav amade bikim, bibe li sûkê bifiroşe, qe nebe heqê xerca xwe ya mektebê jê derxe."

Fikra firotina kufteyên xav ket serê min. Seyîdxan ji min re sênîyeke durumên kufteyên xav çêkir û danî ser serê min. Berî ez derkevim ji min re got: "Binêr Arifo! Heger ji te pirsîn gotin tu ji ku yî, nebe tu bibêjî ez ji Bilîsê me. Divê tu bibêjî ez ji Rihayê me. Heger tu ne ji Rihayê bî, kufteyên te nayên firotin û tu yê bi tevî kufteyên xwe şûn ve vegerî werî."

Sênîya durumên kufteyan li ser serê min, min berê xwe da nav bajêr. Min ji hala fêkîyan destpê kir, ji sanayîyê derketim. Kî pirsa warê min û kufteyên min ji min dikir, min digot ez ji Bilîsê me û kufteyên min jî ji kartol in. Min nizanibû derew bikira.

Piştî hal û sanayîyê, ez çûm otogara bajêr. Ji otogarê çûm sûkê. Ji sûkê ketim nav parkên bajêr. Heta êvarê sêniya kufteyan ser serê min, tenê du kesan berî kufte bikirin ji min nepirsîn ka ez ji ku me û kufteyên min bi çi çêbûne.

Min heta êvarê tenê du heb firotin. Min çi firotiba, min û Seyîdxan me yê pereyên wan di nav xwe de bi nîve nîv parve bikira. Yanî min yek ji bo xwe û yek jî ji bo wî firotibû.

Heta roj çû ava ez li nava bajêr gerîyam, êdî hêvîya min ji firotinê nema, min berê xwe da taxê. Berî ez xwe bigihînim malê, ez li qehwexaneyeke taxê rastî Seyîdxan hatim. Seyîdxan kufteyên xwe firotibûn û bi sêniya vala li ber derê qehwexaneyê rûniştibû. Ling avêtibûn ser hev û kêfa çayê dikir.

Seyîdxan bangî min kir, sêniya kufteyan ji ser serê min danî ser masê, çayekê jî ji min re xwest. Pişt re kufte hejmart got, "te didu ji wan xwarine." Min got, "na wele min didu firotine." Got, "mal neket, te ji sibê de vê giraniyê danîye ser serê xwe, qe nebe te yek ji wan bixwara, te xwe birçî nehêşta."

Ji sibê de nehatibû bîra min ez tiştekê bixwim. Min karek peyda kiribû, ji ber karê xwe yê nû min xwarin û vexwarin ji bîr kiribû. Çay hat ber min, Seyîdxan heqê çaya min da, durumeke kufteyan da destê min got: "Tu çaya xwe û duruma xwe bixwe heta ez têm."

Siyîdxan sênîya kufteyan da ber himbêza xwe û ket hundirê qehwexaneyê. Piştî çend deqîqeyan ji wir derket, ket qehwexaneya hemberî min a li aliyê din.

Berî ez çaya xwe biqedînim, Seyîdxan bi sênîya vala hat ba min, got de rabe em herin.

Piştî wê rojê ne Seyîdxan ji min re got here kufteyan bifiroşe, ne jî min got kufte bide ez bibim bifiroşim...

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...