Welat, ew çend qeremetreyên ez tê de dijîm e. Ruhê min bi çi zimanî bijî ez li wî welatî me...
15/07/2025
Elî li vî alî û li wî alî nebî...
08/07/2025
Em barişê dixwazin
Jin û mêrek li hewşa mala xwe li ber siya darekê rûniştine çayê vedixwin. Mêr bi qulpê çaydankê digire, şûşeya çaya xanima xwe dadigire û dibêje: "Keçê niha cinek wek cinê Eladîn ji lûleya vê çaydanka di destê min de ye derketa û bigota "Keremke ezbenî!" te yê çi jê bixwesta?"
Jin perdaxa çayê wek mîkrofonekê dibe ber devê xwe û dibêje: "Em barişê dixwazin, em aşîtiyê dixwazin, em, em, tilîlîlîlî, bijî sero..."
Mêr gotina jinê nîvco dihêle û şûşeya çayê ji dest digire, û lêva xwe dibe ber şûşeyê û dibêje: "Na wele em gayekî dixwazin! Em ê çi bikin ji bariş? Min di bariş gawo! Erdê me tev mane beyar, îcar bariş!"
06/07/2025
Zilamê bêhna zimên dide; Devliken Kelogirî
28/06/2025
Netirse Şêx
Meha remezanê ez çûbûm mewlûda xizmekî me. Yê mewlûd bi rê ve dibir şêxekî ji herêmê bû. Li ser maseyan lehmecûn rêzkirî bûn û av û zelete dihat belavkirin. Şêx mewlûd xwendiye mûrîdên pê re li defê dixin û distrên.
"Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze.
Xwarina li ber lezîz e, xweş dixwîne deng zîz e."
Hindik maye mele banga fitarê bide. Ji bo ava li ber xwe daqurtîne, Şêxê me yê tî bûyî li hêviya mele ye. Hin caran Şêx pif li mîkrofona li ber devê xwe dike, dengê strana mûrîdên xwe dibire û reklama xwe dike. Dibêje kesên dixwezin ji bo xêra mirîyên xwe mewlûdê bidin em ê ji wan re lehmecûnan çêkin. Em ê qurbanê ji mirîyên wan re serjê bikin û bidin zindîyan. Jinên ku zarok ji wan re nabin bila werin em ê çare bikin.
Piştî mewlûdê, lehmecûn hatin xwarin û em belav bûn. Strana mûrîdên wî ma ser zimanê min. "Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze." Ji min re gotin: "ew ê Şêx xenîmê te be kuro we nebêje." Min got: "Şêxê we li ser navik û berzikê jinên zarokên wan nabin dixwîne, gelo li ser xirê mêrên ku zarokên wan nabin jî naxwîne?" Û ez kenîyam.
Piştî bû wextê razanê ez ketim xewê, şêx hate xewna min. Min di xew de dît wê êvara mewlûdê şêx mirîye. Mirîdên şêx gotin em ê îşev cem şêxê xwe razên, sibê nimêja wî bikin û bi axê dispêrin. Şêx li orta hundir dirêj kirin û mirîdên wî yên li defê didan xwe li kêleka şêx dirêj kirin û razan. Ku bû sibe, mirîdekî wî got ji bo Xwedê hûn destê xwe nedin şêxê min, ez ê şêxê xwe li ser pişta xwe heta mirîşoyê bibim, û ez ê bi destên xwe Şêxê xwe bişom. Mirîd destê xwe avêt milê şêx yê rastê, şêx avêt ser pişta xwe. Ku mirîd şêx avêt ser pişta xwe milê şêx yê çepê li ser pişta mirîd hejîya û hêl bû. Min jî ji bo destê wî li ser pişta mirîd hêl nebe, ji bo destê wî bavêjim ser milê mirîd, min qesta destê şêx kir. Hîn min destê xwe negihand şêx, ruh hate Şêx serê xwe ji ser milê mirîd rakir û tiliya xwe ya şehde dirêjî min kir û bi dengekî ku bi zorê ji qirikê derdiket got: "bila ew bêdestmêj destê xwe nede min."
Ez ji tirsan di nav xwêdanê de ji xew hişyar bûm. Min dît xewn e, min dîsa çavên xwe girtin û ew dîmenê dawî yê xewnê anî ber çavên xwe. Min ji şêx re got: "netirse şêx ez nanim te."
27/06/2025
Em û cinê Eladîn
Li bazareke kevnecilan (bazara tiştên kevin yên xurde) li Stenbolê firoşkarek tiştên xwe yên nehatine firotin kirine kaniyeke kevnar ku ji dema Osmanîyan de maye û daye ber agir. Li ser kanîyê bi tîpên Erebî nivîseke ku êdî nayê xwendin, bi îhtimaleke mezin navê kesê kanî bi xêra xwe daye çêkirin dinivîse. Hemwelatiyekî tirk ê serxweş, temenê wî li dora sî-çil salan di destê wî de şûşeya eraqê li ber agir disekine, li nivîsa Erebî ya ser dîwarê kanîyê dinêre, bi gulmistan li sîngê xwe dide dibêje "Ez di dîn û kitêb û Xwedayê wan nim, wan bênamûsan Quran şewitandine." Rûdine wekî zarokan digirî.
****
Jina cîrana me ya qata di bin me de li ber derî pisîkan xudan dike. (Jinik Laz kokenlî ye) Rojekê li nav kolanan li pey pisîkekî nêr ketîye, pisîk dide ber şimikan û di ber xwe de dibêje; "Hey pisîkê heram, dijminê namûsa pisîkan, tu yê werî di pisîka min nî ne? Hey bila destê min bi te bikeve, ez dizanim ez ê çi bikim ji te."
****
Jina Ereb a qata herî jêr, ji ber şerim dike li mêran binêre, dema min dibîne destê xwe dide ber devê xwe, devê xwe dinixumîne, berê xwe wê de dike û qûna xwe dide alî min ve.
****
Pîreke kurd cîranê me nexweş e, qîza wê dibêje dayê were li cem min bimîne ez ê ji bûkê çêtir xizmeta te bikim. Pîr dibêje ku ez mirim bila ez li mala lawê xwe bimirim.
****
Qasî em ji çayê hez dikin, cinê Eladîn ji çaydankê derkeve em ê çaydankê bidin destan, jê re bibêjin here çayekê çêke.
Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?
Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...
-
Hevokên ku hemû herfên alfabeyê tê de bin, wekî hevokên pangram an hevokên hemherfî têne binavkirin. Mînak: " Feqî Celîl her şev bi kêr...
-
" fedîyê bar kir! xîretê ber avêt! namûs ji poz xeyidî! şeref li dera hanê qûnde bû! kurm ket kesayetê! karekter teriqî! mejî virikî bû...
-
Jin û mêrek li hewşa mala xwe li ber siya darekê rûniştine çayê vedixwin. Mêr bi qulpê çaydankê digire, şûşeya çaya xanima xwe dadigire û d...
