29/09/2020

KA DASA XWE BIDE MIN XWARZÎYÊ MIN

Rojekê, ji bo birrîna rûteke gozan, min dasa xwe kir ber pişta xwe û berê xwe da dehla li nizara gundê me. Em ji wê dara zirav û dirêj ê ku em pê gozan diweşînin re dibêjin rût. Dehl an jî daristan bi qasî çar kîlometreyan ji gund dûr e. Ji ber rût ji darên zirav û dirêj çêdibin, li dehlê zû bi zû peyda nabin.

Dehla gundê me hem asê ye, hem jî berkaş e. Mirov bi rehetî nikare li nav dehlê bigere. Piştî ger û geşteke ekolojîk ya li nav daristanê, min dara ku ez ê bibirim dît. Ji ber westiyabûm, min xwest hinekî rûnim, bêhna xwe bidim, cixareyekê bipêçim û dûmanê cixareyê berdim nav kezeba xwe ya reş û sipî, pişt re dara xwe bibirim.

Min hîn cixare vênexistibû, Hecî Hesenê malxalê me wek cinekî li ber çavên min peyda bû. Silav da min û li kêlek min rûnişt. Min qutiya cixareyê dirêjî Hecî kir, wî jî cixareyekê vêxist û bû sohbeta me ya ser şax û pelên darên sipîndaran.

Piştî sohbeteke kin a li nav dûyê cixareyê, Hecî Hesen berî min cixareya xwe avêt, rabû ser xwe, got: "Xwarziyê min ka dasa xwe bide min!"
Hecî ji çilobirînê hatibû, dasa xwe veşartibû, bi xwe re neanîbû.
Min got: "Tu yê çi bikî ji dasê xalê Hecî?"
Got: "Ez ê vê darê bibirim. Çi rûteke delal e! Ez ê payîzê pê gozan biweşînim."

Ez ji bo wê rûtê çar kîlometreyan rê hatibûm. Westiyabûm û li wir rûniştibûm. Hecî qe napirse ka xarzîyê min tu hatiyî dehlê çi? Dibêje xwarziyê min ka dasa xwe bide min!

Min got: "Bise Hecî! Ez ê ji te re darê bibirim!"
Min bi du sê derban ew dar birî û das dîsa kir ber pişta xwe.

Hecî bi serê darê girt, ji erdê rakir û dîsa das ji min xwest.
Got: "Xwarziyê min ka dîsa dasa xwe bide min."
Min dîsa berê xwe dayê û jê re got: "Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?"
Got: "Ez ê vê darê bitapikînim xwarziyê min."

Tapikandin li ba me tê wateya birrîna şaxên darê. Min jê re got: "Bise ez ji te re bitapikînim jî xalê Hecî."
Min dar tapikand û dîsa das kir ber pişta xwe.

Hecî dara rût kir nav destê xwe, bir û anî, dîsa das ji min xwest.
Got: "Xwarziyê min, ka dîsa dasa xwe bide min!"
Min got: "Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?"
Hecî got: "Ez ê vê rûtê sipî bikim."

Sipîkirin, li ba me tê wateya qeşartina darê. Yanî rakirina tovil/qalikê darê.
Min got: "Ka bisekine ez ji te re sipî jî bikim Hecî."

Min dar sipî kir, bi serê dara rût girt û das dîsa kir ber pişta xwe.
Piştî demekê Hecî got: "Xwarziyê min ka îca rûtê bide min!"
Min got: "Tu yê çi bikî ji rûtê Hecî?"
Hecî got: "Heke tu rûta min bidî min, ez ê êdî herim gund."
Min got: "Xalê Hecî, ji xwe ez ê jî êdî biçûma gund. Tu dixwazî, ez rûtê ji te re heta gund bînim?"
Hecî got: "Wele xwarziyê min, madem tu yê jî werî gund, te rût bi xwe re bianîya gund baş bû."

Hecî li pêş, ez li paş, min rût kir ser milê xwe, em ber bi alîyê gund ve bi rê ketin. Nebêjin ka ji giraniya rûtekê ê çi bibe, tu xwe bi milkirina rûtekê mezin dikî. Rût ter e û pênc şeş metreyan dirêj e. Di ser de jî rêya gund asê ye û çar-pênc kîlometreyan dûr e.

Ez û Hecî, ew li pêş ez li paş em heta nava gund hatin. Ji ber bar li ser milê min bû, ew ji min bileztir diçû. Di nav gund de du rê ji hev vediqetin. Rêyek diçe taxa jorê, rêya din jî diçe taxa jêrê. Hecî li taxa jêr rûdine, em jî li taxa jorê. Hecî berî min xwe gihandiye serê rê û li hêviya min e ji bo rûtê ji min bistîne, ez û ew em êdî di rêya xwe de herin.

Min xwe gihand serê rê, silavek li Hecî kir û bi barê ser milê xwe ve ketim rêya taxa jorê û di rêya xwe de çûm. Hecî li pey min bang kir got: "Weleh xebera te ye xwarzîyê min! Te birî, te tapikand, te sipî kir, te kir ser milê xwe, te ani! Dar ya te ye, das ya te ye! Ê ehmeq ez im ku di dilê xwe de te ehmeq dihesibînim! De here oxira te a xêrê be! Hezar xêrê jê bibînî!"

27/09/2020

TELEVÎZYONA HECÎ HESEN

Televîzyona cîranê me Hecî Hesen xera bibû. Hecî şand pey min ji bo ez jê re televîzyona wî çêkim.

Piştî min televîzyon  çêkir, jina wî got: "Kuro Miheme Arif, ka wan kanalên tazî jê bibe, mêvanek tê mala me em li ber xwe dikevin, em ji ber mêvanan şerim dikin televîzyonê vekin. Tu kîjan kanalê vedikî jineke tazî telefon daye nav şeqên xwe, gazî Hecîyê me dike dibêje were li Şeqlawa govend e."

Li ser gotina Hecîjinê min dest bi jêbirina kanalên tazîjinan kir.

Hecîyê me rûyê xwe sor kir, qûna xwe li ser mînderê bir û anî got: "Xwarziyê min, ez qurbana wan tilîyên te bim hemûyan jênebe, êvaran di hinekan de ajansên xeber û nûçeyan derdikevin."

Hecîyê ku berê digot televîzyon qutîya Şeytan e, piştî tama televîzyonê kir, digot hemûyan jênebe di hinekan de nûçe derdikevin.

Min di dilê xwe de got: "Wele derdê te ne nûçe ne Hecî! Di wan de nûçe derkeve çi ye, dernekeve çi ye? Ne tu kafir î, ne jî bi kafirkî dizanî! Hecîjin qurbana rîhkê te be. Ancax tu di van kanalan de fêrî gana kafirkî bibî û xirpişî ser can û cesedê hecîjinê."

Tiştên erotîk xweş in bi şeref. Kurd ji komedîya erotîk hez dikin, dê tiştên bi dilê hecîyan binivîsînim.

26/09/2020

KAFIR ZIBÊYDE

Salên nodî heta salên du hezarî navê sertiraşxaneyên li Tirkiyê yên mêran hemû berber bûn. Navê yên jinan jî kuafur bûn. Yanê li ser dikanên sertiraşxaneyên mêran "berber" yên jinan jî "kuafur" dinivîsî.

Em li Tersûsê li taxeke Kurdan rûniştibûn. Jinên Kurdan wê demê nediçûn kuafuran û porê xwe li kuafuran çênedikirin. Ji ber jinên me nediçûn kuafuran, li taxa me kuafur tunebûn. Li taxeke navenda bajêr ez li dikanekî rast hatim, li ser nivîsîbû "mêr nikarin têkevin hundir". Navê dikanê jî Kuafur Zubeyde bû. Ji ber min nizanibû kuafur çi ye, min nizanibû ka jin bê mêr li hundir çi dikin. Min digot qey ew der jî wek qehwexaneya jinan e.

Min kuafur wek kafir bilêv dikir. Min nizanibû ku ew der berberê jinan e. Ji ber min ji xeynî wê dikanê dikaneke din a kuafurê jinan nedîtibû, min digot qey Kafir pêşnavê Zibêyde ye.

Ez li mektebê diçûm sinifa çaran. Ji ber guhê min zêde ne li ser dersê bû, ez şagirtekî kêrnehatî bûm li dersxanê. Kêfa mamoste ji min re nedihat. Ji ber zanibû ez ji mezinên wan hez nakim, her roj dersa me jiyana etatirkê wan bû. Hin caran qîza qehbê tenê ji bo min aciz bike, min radikir ber depê, pirsa etatirkê xwe ji min dikir. Rojekê dîsa mamoste ez rakirim ber depê, pirsî ka bê navê diya etatirkê wan çi ye?

Ez fikirîm, navê wê li ser zimanê min e, lê ez nizanim çi Zibêyde bû. Ez li ber depê difikirîm ka kîjan Zibêyde bû, ew jî darek di destê wê de ye, li hêviya bersiveke şaş e ji bo pê li nav lepê min bide.

Dawiyê hat cem min got lepê xwe veke ez ê te bi darikê xwe xelat bikim. Lêdan dermanê keran e. Berî li nav lepê min bide, hat bîra min ku navê diya wî li ser dikanekî nivîsîbûn. Min got, hat bîra min mamoste, navê diya wî Kafir Zibêyde ye.

Heta min got zib, min derba yekê ya lepê xwe xwar. Min dîsa bang kir min got: "Kafir Zibêyde, bi Xwedê Kafir Zibêyde ye. Li ser dikanekê nivîsandine, bi şeref Kafir Zibêyde ye."

25/09/2020

AriFORÎZMAYÊN ÎLONÊ


Baş bû bav û kalên me zevî tev firotine, ji xwe me yê cot nekira. (Ji bavê min)



Meleyê kor cinet bi çavên xwe nabîne! (Ji bavê min)



Heger femînîzim xwedî derketina li jinê be, tu kes bi qasî xalê min Fehîm ne femînîst e. Mêrik li çar jinan xwedî derketiye, li xwe mehr kiriye û şeva her çaran jî cinet e.



Dema yekî got xirê min xiyar e, yekser êrîş nebin ser camêr û camêr lînç nekin. Dibe ku bostanê wî yê xîyaran hebe û li herêma wan xir cûreyeke xîyaran be.



Guh nedin derewên akademîk yên akademîsyenan. Ne Kurdîya akademîk heye, ne jî Kurdîya akademîsyenan. Kurdîya herî bi rêk û pêk Kurdîya ber tenûra dê û dapîrên me ne.



Ku mele tirek kir, ne hewce ye cimûet birî. Fisek jî dikare cimûetê bilewitîne.



Kurd tenê li ser mirîyê bavê xwe govendê nagrin.



Di çavên dîndarekî de kufra herî mezin ew e, tu ji dînê wî re bibêjî ol.



Ya şêx û mele li ser navik û binzikê dike ne parçeyek ji îbadetê ye, gana di ber senfonîya ayetên Quranê re ye.



Hezkirina me ya ji çayê ne ji bo kêfê ye, mexsed em çaydaneke ava germ bi ser koronayê de bikin.



Ji bo like-ekî, nebe hevalê qeşmerekî.



Şeytan got: Bi qirewata li stuyê xwe, xwe li ser serê me nekin zilam. Dikarim jê çêtir di stûyê kerê xwe kim û we li kerê siwar kim.



Tirsa ji kesekî, ne ji hêz û qaweta wî kesî ye, ji bêkêrî û bêbawerîyê ye!



Ewên pêş û paşê navê wan ji ber xwe ve hunermend û hozan in, di eslê xwe de nezan in, dixwazin bi nezanîya xwe li nav mêrgên me biçêrin.



Kîrê derewkaran dirêj e, dikarin li ser çemekî bikin pir û di ser re derbasî hêla din bibin.



Heke dewleteke me Kurdan hebûya û li ser pereyê dewleta me wêneyê Qazî Mihemed hebûya, min ê di nav civakê de bi serbilindî bigota dîn û îmana min pere ye.



Kêfa me Kurdan ji qeşmeran re tê. Lewre her roj qeşmerek xwe li me diceribîne.



Dema Şahê Bedo dibêje; “gola çiya ax gola çiya” gola li çiyayê Nemrûdê ya li Tetwanê tê bîra min.



Ewên dibêjin gana keran helal e; divê bi çavên xanimekê li kerê binêrin. Ker li xwe mehr bikin, pişt re li xwe halal bikin.



Di tagên Kurdî de like li gotinên Tirkî dibarin!



Ji bo tu li ser twîtirê werî naskirin, divê navekî sexte li te be.



Heke em bi awayê Serhedîyan guhdarîya strana Mem Ararat bikin, dinya li hêlikekî tu li hêlikekî yî.



Ji rûyê hinek şêx û meleyên naylon ve, em nema rêya xwe ber bi şêx û meleyên birra jî dixin. Lewma cinê me di me de dimîne.



Ji bo like li wan jî bibarin, divê zilam jî fîstanên jinan li xwe bikin.



Ha Îbrahîm Tatlises li şûna "min xem deryayeke gir e" gotiye "eyaxinde qûn dira". Ha we ji Jan Dost re gotiye Can Dost!



Şerê me berê bi kalaşnîkovan bû, niha bi kardaşnîkovan e.



Li welatê çek pêlîstokên zarokan be, kuştin lê kêm nabe.



Ji bo birînên we ji ber we fedî nekin, êşa xwe ji bîr nekin!



Kurdistanî ew kes e ku tu pê re rûdinî, tu nizanî ka ji kîjan beşê Kurdistanê ye.



Kesên zêde ji şexsê xwe hez dikin, nikarin ji we hez bikin. Hezkirina wan têrî we nake, çi heyî ji xwe re dihêlin.



Qasî peyva biratîyê li ber çavan reş bûye, êdî birayê bira jî ji bira re nabêje bira!



Niviştkar û nivîskar heman karî dikin. Niviştkar li paş perdeyan li ser quz dinivîsînin, nivîskar li ber ronîyê li ser kaxiz dinivîsînin.



Bizin nanê şivan, şivan jî nanê gavan dixwe. Lê qûna gavan naxwire, lewre gavan her dem birçî ye.



Dema zimanzan li hev rûniştin, şivanekî, çerçîyekî, koçerekî, pîreke teşîrês û jineke ber tenûrê bikin nav xwe, meseleya ziman safî dibe.



Nivîsên hin kesan wek prospektûsên dermanan in. Ji bo tu fêm bikî, divê ji sê peyvan peyvekê ji xudanê peyvê bipirsî.



Min digot qey dê mêr bi Îpekê, jin jî dê bi Hecî Şakir serê xwe bişûn.
Mele Hecî Şakir



Heke hûn li ber xêra min dikevin, bi sabûna min masturbasyonê nekin!
Mele Hecî Şakir



Sabûna serê xwe ji min, ya nav şeqên xwe jî ji dikana cîranê min bikirin!
Mele Hecî Şakir



Bi bedlê hûn hatibûn daweta min, neyên tazîya bavê min!



Ji bo qûna elimîye kursî, şer ji bo kursî şeref e!



Eşqa bilbil welat bûya, di qefesê de nedixwend.



Heger hûn naxwazin li çolê bêhna gûyê we were we, berî hûn herin çolê ders ji pisîkekî bigirin.



Bila ji xeynî me tu milet nebêjin meleyên me li ser rêya heq in. Yê niha sineta pêxember bi temamî tîne cih tenê Mele Elî Kelek e.



Ha edaleta Xwedê, ha keça cîranê me Edalet. Her du jî li rûyê min nanêrin.



Xwedê got; dema hûn tên nimêjê sicadeyekê an jî kartonekê bi xwe re bînin mizgeftê. Piştî hûn çûn, kesê min tune ye şûna we paqij bike.



Diviyabû sîyasîyên me tunebûna. Tenê hêza me ya eskerî hebûya. Dema dewlet ava dibû, leşkerê herî pêş ê eniya şer bibûya serokdewlet.

23/09/2020

SELAMÛALÊKUM PÊVEZENG ABÊ!

Roja min ev blog ava kir, min got ez ê di blogê de serpêhatiyên xwe binivîsînim. Ji xwe nivîsên ku min heta niha di blogê de nivîsîne ji sedî nod ji serpêhatiyên min in. Nabe ez hinekan binivîsînim û hinekan jî ji we veşêrim. Madem hûn şopînerên min in, divê tiştekê ji we veneşêrim. Êz ê îşev ji we re çûna xwe ya kerxanê binivîsînim.

Sal 2005 bû, ez hîn hevde salî bûm. Min ji ber kar û barên zehmet yên gund baz dabû ez hatibûm Stenbolê li nav malxalên xwe. Xwedê emrê wan dirêj bike, çar xalên min hene. Du xalên min sê çar salan ji min biçûktir in û du ji wan jî çend salan ji min mezintir in. Em di temenê hev de tên hesêb. Ez û xalên xwe em bi hev re diman.

Ji ber ez û xalê xwe yê mezin em li cem hev dişixulîn, ez û xalê xwe yê mezin tim bi hev re bûn. Xalê min soz dabû min, ew ê rojekê min bibira kerxanê û xelata xwarziyê xwe bidayê.

Bila kes nebêje Arifo ma ne şerm e, tu bûyî xudan zar û zêç tu rabûyî behsa çûna xwe ya kerxanê dikî. Ez xort bûm kîrê min rabibû û ez çûm. Ma ne bi pereyê xwe ye! Ma ez ê di Silêman Demirel nim!

Li Qerekoya Stenbolê cotek kerxane hene. Nizanim ka niha rewşa wan çawa ye, lê berê wek roja mehşerê bû. Ji bazara qereçîyan ya malê diziyê jî qelebalixtir bû. Çi zewicî, çi nezewicî, ji kalên heftê salî bigre heta xortên simbêlên wan nû derketî, di derîyê kerxaneyê re diketin û derdiketin.

Yên serî li wan kerxaneyan didan jî piranîya wan Kurd bûn. Yanî birazîyek dikaribû ji tirsa ew ê apê xwe li wir bibîne serê xwe li ber xwe binixumîne. Wê demê min digot ji bo kurd nenin wan, dewletê kerxane tenê ji bo kêfa kîrê Kurdan ava kirine.

Rojeke yekşemê ye, ez û xalê xwe ketine milên hev, ji kolana Îstîklalê ber bi Gundê Reş ve dimeşin. Piştî me bi meşê kolana Îstîklalê li dû xwe hêşt, em di ber Birca Galatayê re berjêr bûn.

Xalê min bi qasî bîst metre ji Birca Galatayê wêdetir berê xwe da min, bi destê xwe kuçeyeke teng nîşanî min da got: "Xwarzî ka binêre, kuçeya leblebiyan ev der e ha. Ku tu bixwazî serîyekî lê bidî û wan deran bi xirkê xwe pîroz bikî, em dikarin lê binêrin."

Ji gund hatibûm. Xortên xelkê li bajêr li ber singê qîzan bi portreqalan dilîstin, min li gund li nav kerîya pez bişkul dihejmartin. Ma ev heqiya Xwedê bû?

Ez û xalê xwe em hatin ber deriyê kerxanê. Ji ber di nasnameyê de ji hejde salan biçûktir bûm, xalê min nasnameya xwe da min, telefon û cizdanê min li cem xwe hêşt. Heqê ganekê kir berîka min, ew li derve ma û ez şandim hundir.

Cara ewil bû ez ketibûm cihekî wisa. Jinên bê derpê şeqên xwe vekirine, bang li zilaman dikin dibêjin quzê min zebeş e were. Gilêza devê min ji dîtina dîmenên çîp û memikên tazî diherikî.

Li gund, min li nav şikeftekê kîrê xwe dikir fereke gore û ez pê re dilîstim. Lê niha ez li kerxaneyekê me. Bi îzna Xwedê û qasidê wî Pêxember, ê yek ji wan jinan bi pereyên min zikata xwe bide feqîrokê min.
Yên li pêşiya deriyê mala Monîkayê, hinekî qert bûn. Ne bi bîst û du lîreyan bûya, quzê pîran jî dihat xwarin lê çavên min li yên ciwan bûn. Piştî min korîdor qedand, li hêla rastê çavên min bi yeka ciwan ketin, keçikê hema bi çavên xwe dina îmana mejiyê min. Lingên min ez ber bi çavên wê ve kişandim. Ez heta ber hêlma canikê çûm, lê mû zimanê min nedibirî. Devê min ji hev venedibû.

Keçikê go: "Were delalê min, were ez te di nav quzê xwe de veşêrim pitikê min." Keçikê bi destê xwe zilamê li ber masê nîşanî min da, got: "Here fîşa quzê min bibire û were kêfê li ser bike delalê min!"

Min bi gavên giran û lerzok xwe nêzikî ber maseya mêrik kir, devê min bi zora çeneya min ji hev vebûn, min ji mêrik re got:
-Selamûalêkum pêvezeng abê!

Bi silava min re pixtînî bi pêvezeng abê û jinên wê derê û temaşevanên derdorê ket û bû kenê wan ê qûnde li ser min. Keçika ku ez şandibûm cem pêvezeng abê got: "Here, ez êdî te naxwazim. Here pêşî hinekê li fîlmên Yeşîlçamê temaşe bike, xwe fêrî medenîyetê bike pişt re were!"

Devê min ê ji xwe carekê bi zorê ji hev vebibû, êdî ji hev venebû. Lingên min hewil dan min şûn ve bikşînin û min ji wê derê derînin. Berî ez ji wir herim jineke din li pey min bang kir got: "Tu guh nede wan qeşengê min, were ez ê di te nim."

Ez careke din çûm cem pêvezeng abê, bê ku tiştekê bibêjim min destê xwe avêt bêrîka xwe, bîst lîre jê derxist û danî ser masê.

Heqê ganekê bîst û du lîre bûn. Min bîst lîreyên kaxiz danîbûn ser masê, lê her du lîreyên hesinî ji berîka min a qul ketibûn. Piştî min hinekî din berîka xwe tev da, min dîsa destê xwe avêt bîst lîreyên xwe û bir ber berîka xwe.

Jinik û xalê pêvezeng ji meseleyê fêm kiribûn. Jinikê bi çavên xwe îşaret da pêvezeng, pêvezeng destê xwe avêt bîst lîreyên min û fîşa di destê xwe de kir nav lepê min, got bibe bide wê xanima ew ê di te ne.

Min fîş da destê qehbika xwe û çûm li odeya nimreya duyem, min derî bi ser xwe de girt û li benda qehbikê mam. Ev cara ewil bû tişteke weha dihat serê min. Li benda qehbikê me, lê hêj çend sanîyene ez bêhnteng bûme. Ne ji bîst lîreyan bûya, min ê bi xebera lingên xwe bikira, ez ê ji wir derketima. Lê nalet li bîst lîreyan were, ez li wir qifil kirim.

Du deqîqe ne, qehbika me hêj jî nehatiye. Ez êdî bê sebir bûm. Min xwest ez derkevim û herim. Nalet li bîst lîreyan were, heqdestê min ê rojekê bû, çû ji kîsê min.

Min lingê xwe ber bi derî ve avêt, berî ez derkevim jinik şilfî tazî li ber çavên min peyda bû. Got: "Tu bi ku de diçî beranê min! Me hîn av ji bîrê nekişandiye! De zû bike, piştî te ez ê di du xortên wek te yên şermok nim."

Eceleya canikê hebû lê qet nîyeta min a xwe tazî bikim tune bû. Jinikê dît weha nabe, li ber min çong danî û dest avêt doxîna min û qayîşa min ji hev vekir û bi zimanê tirkî stranekê ji mirîyê nav şeqê min re xwend. Kîrê min ê li gund di şikeftan de li fera gore dibû wek çovê Hezretî Mûsa, ji tirs û heyecanê wek serê kûsîyekê xwe kişandibû nav qalikê xwe.

Wek mirov serê jûjiyê bi şûjinê ji nav kelemên wê derxe, jinikê bi tilîyên xwe serê kîrê min girt û serê zimanê xwe gihandê û dest bi alastinê kir. Kîrê ku ji zû de ye tije bûye lê ji ber heyecanê ranabe, bê ku xwe ji cihê xwe bilivîne fîzikî nav dev û lêvên jinikê û maskeyeke sipî li ser rûyê wê çêkir.

Jinikê ev hêvî ji vî kîrî nedikir. Serî rakir û bi bayê bezê berê xwe da destşoyê û di ber xwe de got: "Xwedê belayê xwe bide te, dewarê deştê! Nalet li te û li bîst lîre pereyên te!..."


21/09/2020

CI-HÊ-GU-A-VE-RA

Rojekê hevalê min ê mektebê Bîlo, tîşortekî bi posterê zilamekî kum bi stêrk li xwe kiriye, li dora min digere û xwe bi posterê ser tîşortê xwe qure dike û forsa xwe li ser serê min dike.
Bîlo bi tîşortê xwe hinekî li dora min gerîya, got: "Ji xwe re li mêran binêre. Ez dewrimcî me, yûrtsêver im. Hevalê xebatkar û şoreşger im"

Posterê ser tîşortê xwe nîşanî min da, got: "Ev jî başqanê me ye. Vî camêrê heval, qûn li artêşa dijmin qetandiye. Mehmedcûk û ehmedcûk tev ji ber vî qûmandarî bi xwe de dirîn."

Min xwe nêzikî ber singê Bîlo kir, bi awayekî ecêb li postêr nêrî, ji Bîlo re got: "Bîlo bi Xwedê ev cara ewil e ez vî hevalî dibînim. Û navê wî jî ecêb e, ci-hê-gu-a-ve-ra!"

Bîlo got: "Erê, bi şeref ev heval stêrka partiyê ye. Binêre stêrka wî jî li ser kumê wî ye. Xwedê zewala vî hevalî nede înşela. Sibe du sibe em ê tev bibînin, ew ê di qûna dijmin ne, me ji bindestiyê derîne. De tu niha dengê xwe neke û xwe neke nav siyasetê. Niha tu nizanî ka Amed jî li ku derê ye."

Xebera Bîlo bû, min nizanibû Amed navê kîjan bajarî ye. Bilo hinekî din li dora min gerîya, xwe qure kir, pişt re da rê û çû.

Ez çûm malê, min ji bavê xwe pirsa Che kir:
-Bavo ci-he-gu-a-va-ra kî ye?
-Kuro ew jî kî ye îca?
-Başqanê nû ê havalan e bavo!
-Ku başqanê nû ê hevalan be, kafiran navê wî bi qestî kirine Cihê Kafira.
-Na bavo ne Cihê Kafira, Cihe Gûavara!
-Nexwe ev navê wî yê kod e, yanê Cihê Guheran. Xuya ye heval ji şivantiyê dizane.
-Na bavo ne Cihê Guheran e jî, min bi çavên serê xwe dît. ci-he-gu-a-va-ra nivîsandibûn.
-Ê nexwe navê wî Çeko Were ye. Her kes baş bi kurmancî nizane binivîsîne. Hebe nebe navê camêr şaş nivîsandine.

Gotina bavê min ket serê min. Êdî dema ez li cihekî rastî nav û nîşanên wî dihatim, min jê re digot Çeko Were. Ji ser vê çîrokê re bîst sal derbas bûn, ez hêj jî nizanim Çeko Were kî ye. Ê ew tîşort li xwe dikin jî nizanin. Îro rastî navê pismamê xwe Chemal hatim, ew hat bîra min.

Xwedê heq e, nivîsa îşev ya bilogê li ber dilê min rûnenişt. Lê çi bikim, heyf e ez jê bibim û yeka din binivîsînim. De xwe bidin alî, bi qewlê Efrînîyan ez ê xwe che kim...


19/09/2020

EY ROJ!..

Ey roj!
Vê sibê,
bi hilatina te,
min çavên xwe yên
li hêvîya te westîyayî,
ji xew vekirin
Û li te fikirîm dîsa!
Li te û li hilatina te!
Li şewqa te,
Û li tîrêjên şewqa te fikirîm!

Ka tu jî bifikere ey roj!
Tu her sibe hiltê,
Bi ser bisk û kezîyên vê dinyayê!

Ev çi eşq e?
Tu, her sibe,
her sibe dîsa her sibe hiltê,
bi ser vê dinyaya kambax de.

Tu nabêjî ev der, ew der.
Ev milet û ew milet,
Ev welat û ew welat.
Reş û sipî, qenc û xerab!

Tu her sibe nasekinî hiltê,
ne xew ne sekin li te tê.
Her sibe ji rojhilat heta roj ava tê!

Lê ka carekê bifikire ey roj!
Tu srûda ser lêvên kîjan miletî yî!
Kîjan milet bi eşqa te bi te dipesine,
Û te dike nîşaneya alaya welatê xwe!

Carekê bifikire ey roj!
Tu li ser kêla gorên mirîyên kîjan miletî yî!
Kîjan milet her sibe berê xwe bi te dike!

Bifikire, tu duayên sibeha kîjan miletî yî!
Û kîjan milet destên xwe bi te vedike!

Bifikire ey roj!
Kîjan milet navê zarokên xwe dikin Roj!

Carekê tenê bifikire!
Û rojekê tenê ji bo me hil were!
Tenê ji bo vî miletî, tenê rojekê!

Tenê rojekê,
ji rojhilat heta rojavayê welatê vî miletî!
Ji Sineya xwînavî,
bilind bibe bi ser Mahabada Qazî!
Bilind bibe, nehêle sînor,
bihelîne bi tîrêjên xwe!
Ji Kerkûka Baba Gurgur,
bilind bibe bi ser Şengala şehîd!

Bilind bibe,
hêj jî nekewîyaye birînên Helebce û Enfalê!
Bilind bibe,
nehêle sînor li ser welatê rojê!
Sî û sê gulleyan bîne bîra rojê!

Bilind bibe ey roj!
Bi ser Dêrsim û Geliyê Zîlanê!
Bilind bibe bi ser Cûdî, Sîpan û Girêdaxê!
Bilind bibe bi ser Amûdê,
ji bo laşên şewitî yên zarokên sînemayê!

Ji Amûdê bi ser Efrîna Rengîn de bilind bibe!
Efrîn li bin siya rûreşiya keftaran de tarî ye!
Li benda hilatina te ye!
De bilind bibe,
Nebî Hûrî çend sal in hêsîr e,
ew jî li benda hilatina te ye ey roj!

Dizanim tu çi qas merd û camêr î ey roj!
Lê tenê rojekê ji bo me tenê hil bê!
Ji bo min, ji bo me, ji bo Kurd!

16/09/2020

EV ÇI GÛ YE?

Dema zarok bûm, tim bi bavê xwe re bûm. Bavê min bi ku de biçûya, ez pê re bûm. Ji ber lawê wî yê yekane û zarokê wî yê ewilî bûm, bi ku de biçûya, ez bi xwe re dibirim.

Bavê min ji bo min hem heval bû, hem jî mamoste bû. Her tiştî ez ji wî fêr dibûm. Berî ez herim mektebê, bavê min hem alfabeya erebî hem jî ya latînî li ber min elimandibû.

Min bersivên pirsên xwe yên zaroktîyê ji bavê xwe digirtin. Bavê min pirsên min bê bersiv nedihêştin. Lê bavê min hin caran dema di bin tesîra tiştekî de bimîne, bersiva pirsa herî normal jî bi awayekî ne normal dide.

Dewletê em ji gundê me derxistibûn, me berê xwe dabû navçeya Tersûsê ya Mêrsînê. Li Tersûsê em di odeyeke mala apê min de diman. Zivistan bû, sar bû. Rewşa me ya aborî ne baş bû. Me li gund ji xwezayê zikê xwe têr dikir, lê li bajar pêwîstî bi pere hebû. Heta sobeya daran jî bavê min ji tenekeyeke rûnê çêkiribû.

Bajar ne li gorî bavê min bû. Gund cineta wî bû. Bavê min tu carî di karê xelkê de nexebitîbû. Li gorî bavê min, şixulê xelkê xulamtî bû. Lê ji bo parîyek nan bike zikê me, mecbûrî şixulê xelkê bibû. Li çewlikeke çêlekan, karê xudankirina şeş-heft çêlekan dîtibû. Xudanê çewlikê tirk bû. Ez û bavê xwe em sibê diçûn, heta êvarê me çêlekên wan êm dikir û êvarê vedigeriyan malê.

Ev yek bavê min aciz kiribû. Li zora wî diçû ji ber ji bo çend qurîş pere çêlekên xelkê xudan dikir. Êdî bersivên pirsan jî bi awayekî hêrs dida.

Çewlik derveyî bajêr bû. Em sibê bi meş diçûn çewlikê, êvarê dîsa bi meş vedigerîyan malê. Ji ber ez ji gund hatibûm, tiştên li bajêr bi min xerîb bûn. Min çi bidîta min ji bavê xwe pirsa wê tiştî dikir, min digot bavo ev çi ye?

Cihê em tê re derbas dibûn, aliyek rê bû aliyê din jî cihê sergoyê bû. Çavên min hin caran li nav sergoyê li paçikên sipî yên li hev pêçayî diketin. Min nizanibû ew çi ne. Her cara ber çavên min diketin, min ji bavê xwe dipirsî digot:
-Bavo ew çi ye?
Bavê min digot:
-Gû ye!

Min digot qey bavê min ji ber qehra dinyayê aciz bûye, lewre jê re dibêje "gû". Roja din dîsa min heman pirs jê dipirsî. Bavo ew çi ye? Bersiv dîsa gû bû. Wisa bi hefteyan her roj heman pirs û heman bersiv. 

Hin caran min qesta wan paçikan dikir, min digot ez ê vekim li nav wan binêrim, lê ji ber çavên bavê min tim li ser min bûn, ez bi ser nediketim.

Rojekê dîsa ez û bavê xwe em sibê zû rabûne bi hev re diçin çewlika çêlekan. Ew roj ji rojên din cudatir bû. Keneke nedîtî li ser rûyê wî bû. An roja meaşê bû, an jî diya min dilê wî xweş kiribû. Straneke Mihemed Arifê Cizîrî li ser lêvan bû, ay ay babikê min ê hemî derdan, ay ay babiko, ay ay li min....

Dîsa wek her roj em di ber heman sergoyê re derbas dibûn. Min got bi Xwedê kêfa bavê min îro li cî ye. Ez ê dîsa pirsa xwe bikim, ya bi xêr ji Xwedê. Belkî ez îro bizanim ew paçikên sipî ên li hev pêçayî çi ne ku tirk her roj ji wan paçikan davêjin sergoyê.

Min hêdîka xwe nêzikî ber sîya bavê xwe kir. Ji ber her cara min pirs dikir peyva gû ji dev derdiket, min bi awayekî şermoke strana Mihemed Arif ji dev qut kir, tilîya xwe dirêjî nav sergoyê kir û dîsa wê pirsa xwe ya efsûnî pirsî. Min got: "bavo ew çi ye?"

Bavê min wek serkêşê govendekê be û meriv govend lê betal bike, di cih de sekinî. Çû li nav sergoyê paçikekê ji wan paçikan anî. Bi hêrs ji hev vekir û gûyê di paçikê de nîşanî min da û got: "Kurê min! Ez kîrê te di edaleta vê dinê kim. Tu yê çawa bizanî ev çi ye? Zarokên me nanê ber devê wan tê birrîn, zarokên xelkê jî di pembû de dirrîn. De ez jî, tu jî, em di vê edaleta zalim de birrîn."
Bi pirsê, meriv diçe Xursê. Tu carî zarokan bê bersiv nehêlin. Bi zimanekî zelal ku zarok jê fêm dikin, pirsên wan bibersivînin...



12/09/2020

PIRÊZERLETÎF

Gelek caran ji ber jîr û zanebûna biçûkan, kesên mezin dibêjin biçûkên vê zemanê çêlikên Şeytan in. Ji ber em ji wan zêdetir tişt dizanin, em li gorî mezinên xwe çêlikên Şeytan in. Zarokên me jî dê ji me şeytantir bin, ew ê ji me zêdetir tişt zanibin.

Salên nodî piştî xerakirina gundan, em koçî bajaran bûn. Jiyana gund û bajaran ne weke hev e. Tiştên li bajaran li gundan tune bûn. Kondom(prezervatîf) jî yek ji wan tiştan bû.
Li mektebê ez diçûm sinifa pêncan. Min nû dest bi kişandina cixareyê kiribû. Ji ber di nav me de kişandina cixareyê wek nîşaneyekî mêranîyê bû, me pakêta cixareyê dikire berîka îşlikê xwe, ji bo hevalên me bibînin ka em çiqas mêr in. Em nûciwan di nav xwe de ketibûn pêşbirka mêranîyê. Di bêrîka kê de paketek cixare hebûya ew mêr bû.

Rojekê hevalekî min ê mektebê hat ba min, go: "ka ji xwe re li mêran binêre, di bêrîka min de pirêzerletîf heye."

Heta wê demê ne min navê Letîf bihîstibû, ne jî prêza Letîf. Min got: "Kuro Bîlo pirêza Letîf çi ye?" Bîlo salek du salan ji min mezintir bû. Got: "Kuro tu jî ji xwe re dibêjî ez mêr im! Ev pirêzerletîf e, ne pirêza Letîf e! Ev quzê seyar e. Vê bi diwêr ve dizelqînin dininê. Tu yê bi dîwêr ve bizeliqînî û li kêfa kîrê xwe binêrî."

Te dî pêşbirka mêranîyê ye, min got ez jî di vê pêşbirkê de heme. Min ji Bîlo zanî ku ew tişt li dermanfiroşan tên firotin. Roja din min berê xwe da dermanfiroş, lê min navê wê tiştî ji bîr kiribû. Ez ketim hundirê dermanfiroş, min got abê ez Letîf Doxan dixwazim.

Mêrik li min nêrî, got: "Dermanê Letîf Doxan li cem me tuneye, tu dixwazî ez yê kesekî din bidim te." Bû hîke hîka wî û keniya.

Li ser refa li ber camê tişta ku Bîlo nîşanî min dabû ket ber çavên min. Min ew tişt nîşanî mêrik da, got: "Aha ez vê dixwazim." Min pereyê Letîf danê, ez çûm dibistanê. Bi bayê bezê ketim tiwaletê, min derî di ser xwe de girt. Min devê pakêt vekir û yek jê derxist. Min kir û nekir ew tişt bi dîwêr ve nezeliqî.

Nalet li çavên Bîlo were. Bîlo ez xapandibûm. Li şûna quzekî seyar pakêteke balonên şil bi min dabû kirîn. Min balon kirin berîka xwe û piştî ders qediyan ez çûm malê. Li malê min balonekê ji berîka xwe derxist, pif kirê û werimand.

Li hewşa malê ji xwe re bi balonê dilîzim. Pif dikimê dirêj dibe, devê balon sist dikim dibêje çîzzzz vala dibe. Dê û bavê min û pîra cîranê me û jineke merivên me jî li hewşê rûniştine çayê vedixwin. Ez jî li pêş çavên wan pif dikimê, dirêj dikim, sist dikim, dibêje çîvvvv deng jê derdixim. 

Feqîran, tu carî çav li kondomekê neketine, nizanin çi ye. Carekê bavê min serî rakir, go "kuro de êdî bes e, te guhê me kerr kir." Lê qet şik nebir ka ewê di destê min de çi ye ku ez pif dikimê dirêj dikim.

Mala mamê min qatek di ser yê me re ye. Jina mamê min jî di balkonê re li min dinêre, dikene. Xuyaye mesele fêm kiriye. Jina mamê min Birokî ye. Birokî çi tê ber devê wan dibêjin.

Jinmamê di balkonê re tenê ez didîtim. Wê nizanibû hin kes li ber dîwar rûniştine çayê vedixwin. Dema çavên min li çavên wê ketin, bi dengekî bilind bang li min kir got: "Kuro! Miheme Arifo! Ew çi ye, ev saeteke te qilifê kîrê bavê xwe kirîye devê xwe, tu pif dikî dirêj û dirêj dikî?"

Piştî jinmamê wisa got, min mesele fêm kir. Bavê min ê reben nizanibû qilif çi ye, jinmamê ew kiribû kilifê kîrê wî. Xwezî bavê min bi qilifê kîr zanibûya, belkî em pazde zarok nedibûn barê ser milên wî.

10/09/2020

RÊWÎYÊ LI TRÊNÊ

Carekê ez û bavê xwe em li Edeneyê li trênekê siwar bibûn, trêna me diçû Heyderpaşaya Stenbolê. Sal 2000 bû. Mîlenyûm bû çi ziqûm bû. Em diçûn Stenbolê.

Sê cûre bilêtên trênê hebûn, sinifa yekem, duyem û sêyem. Ji Edenê trên di 24 saetan de diçû Stenbolê. Sinifa yekem; di vagonan de odeyên razanê hebûn. Pereyên me têra wan odeyan nedikir. Ji xwe têrî bikira jî te cih peyda nedikir. Sinifa duyem; tu li ser kursiyekê bi kêfa dilê xwe rûdiniştî. Ya sêyem; te li ku cihê lingên xwe an jî qûna xwe bidîta tu li wir dimayî. Îca bilêta bavê min jî ji sinifa sêyem bû.

Tenê bilêta bavê min hebû. Ez ne ji tu sinifê bûm. Li mektebê diçûm sinifa çaran lê li trênê ne ji tu sinifê bûm. Min û bavê xwe me di navbera du vagonan de cihê qûna xwe dîtibû û em li ser tonkan(rûniştina li ser lingan) rûniştibûn. Jineke ciwan a tirk bi tevî zilamê xwe li hember me cihê qûna xwe dîtibûn û ew jî wek me li ser tonkan rûniştibûn.

Bihar bû û trên ji cihên çiyayî re derbas dibû, ber destê sibê bû û sar bû. Mêrê jinikê bi telefona xwe ya Nokia3310 lîstika mar dilîst. Jinikê fîstaneke kinik li xwe kiribû û lingên wê yên rût ji serma dilerizîn.

Bavê min ji bo çav li çîpên jinikê nekeve serê xwe kiribû nav şeqên xwe û ji xwe re diponijî. Min jî bi çavên xwe yên xewar li marê li ser ekrana telefona mêrik dinêrî. Jinikê her carî pirsekê dikir, bavê min bersiva jinikê dida.

Jinikê carnan serê xwe ber bi aliyê mêrê xwe dikir, digot: "Canê min, Çi qas sar e!" Berî mêrê jinikê bersiv bide, bavê min bersîv dida, ji jinikê re digot: "Xwişkê, di çenteyê min de gore hene, ez gore bidim te?"

Jinikê ji bavê min, min ji ber bavê xwe ji jinikê, mêrê jinikê jî ji marê li ser ekrana telefona xwe şerim dikir. Dinya her diçû sar dibû û jinik zêdetir dilerizî. Çend caran di navbera jinikê û bavê min de ev diyalog derbas bû.
Jinik: (ji mêrê xwe re)
-Canê min, dinya pir sar e!
Bavê min:
-Xwişkê, di çenteyê min de gore hene. Ez gore bidim te?
Jinikê digot:
-Na sipas apo! Di çenteyê min de jî hene.

Piştî demekê dîsa heman diyalog destpê dikir. Li dawiyê bavê min çakêtê xwe ji xwe kir û avêt ser çîpên rût ên jinikê.
Ji jinikê re bi zimanekî gelekî kubar got:
-Xwişkê, tu wan ji sermê naparêzî tu zanî! Lê ji kerema xwe wan ji çavên min biparêze. Hem ez, hem tu û hem jî zilamê li kêlek te guneh in.

Wê demê xeyal bû telefoneke min weke ya mêrê jinikê hebe. Niha telefoneke min a Nokia 6 android heye. Ez pê dikevim Facebook û Twîtirê û pê vê nivîsê dinivîsînim. Min tu carî lîstik bar nekir telefona xwe û ez pê nelîstim. Lê ez tu carî nebûm wek bavê xwe jî. Min tu carî çavên xwe ji çîpên jineke xweşik neşûştin.

08/09/2020

BÊBEXTÎYA ME Û BEXTÊ KÛÇIK

Êvar e, piştî şîvê û nimêja eşayê ye. Hêdî hêdî, li nav berfê, bi lingên cemidî, bi destên qerimî, di nav mij û berfê de ji mala hevalekî xwe yê li gund vedigerim holika xwe ya li aliyê din ê gund.

Li ezmên stêrk tune ne. Li erdê, ji xeynî dengê ketina berfê û dengê bayê, dengê nefesa min a sar tê min. Di ber kavilên xerabe û xaniyên vala re derbas dibim. Ji girê bilind ê gund ronîya çirayê mizgeftê xuya dike. Çirayê mizgeftê aramiyeke rûhanî dibexşîne dilê min. Ava ji ber sermayê ji pozê min diherike, ji nav simbêlên min tê ser lêvên min û tameke şûr dide ser zimanê min. Di nav berfê de, destên min ên cemidî di bêrîka min de, bi gavên fereh, bi çongên xwe berfê diqelêşim û ber bi holika xwe ve dimeşim.

Li gund, nêzîkî pazde mal hene. Piraniya gundiyan havînê tên gund li nav mal û milkên xwe û payîzê jî diçin metropolên xwe yên qelebalix. Em çend malên li gund dimînin jî bi pez û dewaran re mijûl dibin. Malbatên ku payîzê ji gund diçin, heta vedigerin gund mifteyên xaniyên xwe emanetî cîranên xwe yên li gund dimînin dikin. Ji ber kêfa min ji tenêtiyê re tê, min holikeke biçûk ku ji odeyekê pêk dihat ji mala bavê xwe dûr, li serê zeviya taxa jêr çêkiribû û bi tena serê xwe li wir dimam.

Ji berf û bagerê encax pêşiya şûna lingên xwe dibînim. Her der ji ber berfê sipî ye û di mij û moranê de ye. Dema li ber maleke terikandî yê vala re derbas dibûm, li pêşîya derîyê darîn ê malê, çavên min li reşahiyeke ku êdî di nav berfê de wenda dibû ketin. Ji nav reşahiyê dengê cewrikên biçûk dihatin guhên min.

Ez ber bi dengê li aliyê deriyê xanî ve çûm, min dît dêlika belek a gund derikîye, şeş cewrikên biçûk ên bi qasî kefa destekî kirine bin xwe û ji serman dilerize. Dêlikê ji bo cewrikên xwe lê bisitirîne ciheke din nedîtibû. Her şeş cewrikên xwe kiribû ser şîpanderê derî, ji bo wan ji sermaya berfê biparêze laşê xwe yê lawaz wek lehîfekê kiribû ser cewrikên xwe. Ji bo lê bisitirin, li gund bi dehan xanîyên vala hebûn. Lê gundîyan deriyên hemûyan bi qiflên zexim asê kiribûn.

Min bi hemû hêza xwe milê xwe li deriyê xanî da, zincîr ji qiflê şikand û cewrikên dêlikê birin hundirê xaniyê vala. Çar cewrikên dêlikê reşbelek bûn û didû ji wan jî gewr bûn. Min dêlik û cewrikên wê kirin hundir û derketim çûm holika xwe ya ku min jê re digot Qesta Arif Begê.
Roja din, serê sibê bi dengê qêjîn û qareqarekê ji xew rabûm. Bi tena derpê û kiras hatim ber derî, min lê nêrî cîranê me Tahirê Berhem bêrek girtiye destê xwe û ketiye ser pişta dêlik û cewrikan bi bêrê li wan dide. Ez bi bayê bezê ber bi wê hêlî ve bezîm. Tahir li aliyekî pişta dêlikê dide ber bêran û li aliyekî di ber xwe de dide dijûnan. Cewrik yekû yekû dike ser bêrikê û ji hundirê xanî davêje nav berfê.

Heta ez gihîştimê, Tahir cewrik û dêlik ji hundir avêtibûn. Ji hêrs û acizîya ser rûyê Tahir, mirov digot qey yekî li ser pişta xanimê zeft kiriye.

-Çi ye Tahir? Tu şerim nakî? Ev çi qeşmerî ye? Ma mirov weha li van heywanên Xwedê dike?
-Segbavekî duh deriyê mala Şakiro şikandiye û ev seyên heram kirine hûndir. Mêrik mifteya mala xwe teslîmî min kiriye. Van seyan mala mêrik herimandin. Ka dema Şakir ji bajêr vegeriya gund, ez ê çi cewabê bidim Şakir?

Ne sûçê wî bû, divê min ev pêşbînî kiriba. Li gorî gundîyan se/seg/kûçik heram in. Zilamên gund, cahil û nezan in. Nedibû min xwe bida ber bayê wî. Min cewrikên li nav berfê yek bi yek kirin ber himbêza xwe û da rêya holika xwe. Tahir li pey min dida xeberan: "kafirê bê dîn û îman, çawa xwe bi cewrikên seyan re diherimîne."

Min cewrik anîn malê û kir nav teştikekê ku min tê de serê xwe dişûşt. Teştik danî paş sobeya agir. Piştî bêhnekê min dît yek ji cewrikan ji ber derbên bêrên Tahir mirîye. 

Dêlikê ji biharê ve li ber pezên gundîyan bû, lê zivistanê ji bêbextîya gundîyan ji bo cewrikên xwe lê bisitirîne cihek peyda nekiribû. Li hundirê holikê, kevirekî binî kûr wek şkeftekê hebû. Min hinek ka ji kadînê anî, li nav şikeftê cihê cewrikan çêkir û cewrik li şikeftê bi cih kirin.

Piştî saetekê bavê min bi hêrsa xwe hat ber derî got:
-Ew çi qêra te û Tahir bû, qarqara we dihat nava gund! Te ev cewrikên seyan anîne nav nivînên xwe çi? Ev tu yê tu carî baqil nebî? Te deriyê xelkê şikandiye û mala xelkê herimandiye! Xwezî tu keçeke kor bûya, li paş tenûrê li benda qismetê xwe yê kor û topal bimaya! Te ez di nav gundîyan de nedama şermê. Hey heywanê çalî balî!..

Bavê min dema ji min hêrs bibûya digot "heywanê çalî balî". Ez hîn jî nizanim heywanê çalî balî yanî çi. Tevî min serî li ber tiştên qebûl nedikir radikir jî, ez bi kesî re nediketim nav nîqaşan. Piştî demekê bavê min dîsa devê xwe vekir. Lê vê carê hinekî nerim bibû.

-Kurê min! Mala ku se lê be, milyaket nakevin wê malê.
-Bavo! Ma milyaket hat ket hûndir ez û milyaket em ê çi li hev bikin. Ji xwe bi zorê zikê xwe têr dikim, îca milyaketên Xwedê jî ji kîs xwe têr bikim?
-Qasî tu û şeytan bi hev re ne, milyaket ji xwe rêya mala te jî ji bîr kirine. Here tu û kûçikên xwe çi gûyî dixwin bixwin.

Şeytên qe nebe hin şevan dihat xewna min, bi min re dikenî. Lê milyaket bihata xewna min jî, min ê ji tirsa Xwedê çi bi milyaket bikira.

Min heta biharê her pênc cewrik di holika xwe de xudan kirin. Gurzo, Reşo, Temez, Gewrê û Gurêx. Gurzo, Reşo û Gurêx nêr bûn, Gewrê û Temez jî mê bûn. Biharê gundîyên xudan pez hatin ji min cewrik xwestin lê min ew cewrik nedan gundîyan. Min her pênc cewrik bi xwe re birin zozanên Televêrê teslîmî koçerên li zozanan kirin û ez hatim gund.

Dema ez hatim gund, min dît Gurzo berî min xwe gihandiye gund û li pêşiya malê li benda min e. Gurzo ji bo min ji xuşk û birayên xwe veqetiyabû û hatibû gund.
Wê salê ez û Gurzû em bûn şivanê pezên gundîyan. Payîzê min pereyê şivanîyê kir bêrîka xwe û çakêtê xwe avêt milê xwe û ji gund veqetiyam. Gurzo li gund ma, ez hatim Stenbolê. Payîzê heta biharê, bi qasî şeş heft mehan ez li Stenbolê mam.

Dema biharê ji bo çend rojan vegeriyam gund, Gurzo ji her kesî zêdetir bi dîtina min şa bû. Sê rojan li ber deriyê min li ba min ma. Heta ez şûn ve vegerîyam Stenbolê Gurzo sê rojan li gund hevaltîya min kir...

Niha, piştî salan çi bi Gurzo hat nizanim, Tahir du sal berê çû rehma Xwedê. Çend wêneyên min û Gurzo bi hev re hebûn, min li ser fêysbûkê belav kiribûn, êdî ew jî nemane. Bavê min hêj jî li gund e, wêneyên min bi bavê min re jî tune ne. Li gorî bavê min girtina wêneyan guneh e.

02/09/2020

KEVOKA BASKŞIKESTÎ

nekin ez benî!

piştî,
wan pê li hêkên kevoka min kirin
û baskên kevoka min şikandin

piştî,
wan şîrê pitika min rijandin
û kêla kalê min şikandin

piştî
wan dilê dayîka min êşandin
û kevirên dîwarê min hilweşandin

berê kevoka min
bi ezmanên welatê min ê tarî ve nedin
û kevoka min bi navê aştiyê nefirînin

heta qefesa kevoka min
û destên zilmê li ser welatê min neşkên

ne kevoka bask şikestî difire
ne jî kurê bav kuştî aş dibe

Xwedayê Teqawît

Piştî Xwedê teqawît bû, Dest ji dinya û axretê berda, Li ser giraveke Deryaya Egeyê rûnişt, Şewika xwe bera nav ava deryayê da, Qesta girtin...