06/07/2025

Zilamê bêhna zimên dide; Devliken Kelogirî

"fedîyê bar kir!
xîretê ber avêt!
namûs ji poz xeyidî!
şeref li dera hanê qûnde bû!
kurm ket kesayetê!
karekter teriqî!
mejî virikî bû!
mentiq çilvirî!
ava reş bi çavan de hat!
guh bi çolê ketin!
ziman derket parsê!
lê tenê kurdên terîqetperest wek xwe man; 
hişk! 
şidiyayî! 
xurt!
nehatin guhertin, nayên guhertin, dê neyên guhertin!.."

Ji bo her kesî di doza wî de îdolek, qehremanek, mêrxasek heye. Yanî, ji bo mirîdê terîqetekê şêxê wî çi be, ji bo min jî ew kesê vê helbesta li jor nivîsiye ye. Yanî şêxê min Devliken Kelogirî ye. "Fedîyê bar kir, xîretê ber avêt, namûs ji poz xeyidî!"

Ev bi qasî pazde-şazde salan e, ez Devliken Kelogirî bi rêya medyaya civakî nas dikim. Dema mirov nivîsên Devliken Kelogirî dixwîne, mirov xwe di nav wan hevokan de dibîne. Hin caran mirov dibêje ev camêr behsa min dike gelo! "Karakter teriqî, mejî virikî, mentiq çilvirî." Mejîyê me di nav vê sîstema bêbav de virikî bûye. Bê welatî û bê xudantîyê "ava reş bi çavan de" anîye û "guh bi çolê ketine û ziman derketiye parsê"


Êvara duşema bûrî, li ber bayê hênik li perava Qadîkoyê ez û şêxê xwe Devliken, wek şêxê min dibêje "du sêwîyên zimên" rastî hev hatin û me civateke xweş bi tama Kurdî gerand.

Berî em rû bi rû hevdû bibînin, min ji Devliken re gotibû; me rû bi rû hevdû nedîtibe jî ez te baş nas dikim û tu yek ji wan kesên herî nêzikî min î. Erê ev pazde-şazde sal in ez bi nivîsên Devliken, Devliken Kelogirî nas dikim. Devliken Kelogirî ew kese ku ji dûr ve bi rêya nivîsên xwe bêhna Kurdî û axa Kurdistanê dide. Rû bi rû jî heman ew bêhna zimên jê dihat. Devliken Kelogirî li ser klavyeyê çi be, di rastiyê de jî ew e. Wek ew dibêje: "Tenê Kurdên terîqetperest (terîqeta me Kurdî ye) wek xwe man; hişk, şidîyayî, xurt! Nehatin guhertin, dê neyên guhertin!.."

Tenê ji nivîsên bloga Devliken kitêb werin nivîsîn, dê bi qasî bejna nivîskarekî qerase kitêb jê çap bibin. Û min van rojan ferq kir, nivîsên wî kevin nabin. Nivîsên wî yên ku wî deh sal berê li ser bûyerên rojane nivîsîne îro werin xwendin dîsa heman tama deh sal berê didin. 

Sê-çar sal berê min hesabên xwe yên medyaya civakî jê birin û min terka civata Facebook û Twitterê kir. Zêde ne çalak bim jî, ev bi qasî mehekê ye min dîsa berê xwe daye medyaya sosyal. Lê ew tama berê di medyaya sosyal de nîn e. Fedîyê li ser medyaya civakî bar kiriye û ji terîqetperestan jî tenê şêxê min û çend sofîyên sêwîyên ziman mane...

Axir ji kitêbên Devliken Kelogirî "Xwelîserîzm" du heb li cem min hene, heger kesekî ew kitêb xwest ez ê yekê ji wan bidimê.


Beşek ji sohbeta me bi Veo 3:                                    
-Mêrik bilbilê Kurdî ye, lê bi Tirkî pesnê hêlîna xwe dide.
-Aha, ez tilîya xwe dikim çavên kesên wisa.

Ev vîdeoyên bi Veo 3yê van rojan berbelav in. Hin kes wek her tiştî dilewitînin vê teknolojîyê jî xerab bi kar tînin û dilewitînin. Radibin rehmetîyê dapîr û bapîrên xwe ku tenê herfekê jî bi Tirkî nizanibûn bi vê teknolojîyê didin axaftin û tiştên kenê mirîyan bi halê wan tê didin gotin û bêbextîyê li mirîyên xwe dikin. Erê wek şêxê min gotî; "fedîyê bar kir, namûs ji poz xeyidî, şeref li dera hanê qûnde bû."

28/06/2025

Netirse Şêx

 Meha remezanê ez çûbûm mewlûda xizmekî me. Yê mewlûd bi rê ve dibir şêxekî ji herêmê bû. Li ser maseyan lehmecûn rêzkirî bûn û av û zelete dihat belavkirin. Şêx mewlûd xwendiye mûrîdên pê re li defê dixin û distrên.

"Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze.

Xwarina li ber lezîz e, xweş dixwîne deng zîz e."

Hindik maye mele banga fitarê bide. Ji bo ava li ber xwe daqurtîne, Şêxê me yê tî bûyî li hêviya mele ye. Hin caran Şêx pif li mîkrofona li ber devê xwe dike, dengê strana mûrîdên xwe dibire û reklama xwe dike. Dibêje kesên dixwezin ji bo xêra mirîyên xwe mewlûdê bidin em ê ji wan re lehmecûnan çêkin. Em ê qurbanê ji mirîyên wan re serjê bikin û bidin zindîyan. Jinên ku zarok ji wan re nabin bila werin em ê çare bikin.


Piştî mewlûdê, lehmecûn hatin xwarin û em belav bûn. Strana mûrîdên wî ma ser zimanê min. "Şêxê me pir ezîz e, ew bi xwe de namîze." Ji min re gotin: "ew ê Şêx xenîmê te be kuro we nebêje." Min got: "Şêxê we li ser navik û berzikê jinên zarokên wan nabin dixwîne, gelo li ser xirê mêrên ku zarokên wan nabin jî naxwîne?" Û ez kenîyam.


Piştî bû wextê razanê ez ketim xewê, şêx hate xewna min. Min di xew de dît wê êvara mewlûdê şêx mirîye. Mirîdên şêx gotin em ê îşev cem şêxê xwe razên, sibê nimêja wî bikin û bi axê dispêrin. Şêx li orta hundir dirêj kirin û mirîdên wî yên li defê didan xwe li kêleka şêx dirêj kirin û razan. Ku bû sibe, mirîdekî wî got ji bo Xwedê hûn destê xwe nedin şêxê min, ez ê şêxê xwe li ser pişta xwe heta mirîşoyê bibim, û ez ê bi destên xwe Şêxê xwe bişom. Mirîd destê xwe avêt milê şêx yê rastê, şêx avêt ser pişta xwe. Ku mirîd şêx avêt ser pişta xwe milê şêx yê çepê li ser pişta mirîd hejîya û hêl bû. Min jî ji bo destê wî li ser pişta mirîd hêl nebe, ji bo destê wî bavêjim ser milê mirîd, min qesta destê şêx kir. Hîn min destê xwe negihand şêx, ruh hate Şêx serê xwe ji ser milê mirîd rakir û tiliya xwe ya şehde dirêjî min kir û bi dengekî ku bi zorê ji qirikê derdiket got: "bila ew bêdestmêj destê xwe nede min."


Ez ji tirsan di nav xwêdanê de ji xew hişyar bûm. Min dît xewn e, min dîsa çavên xwe girtin û ew dîmenê dawî yê xewnê anî ber çavên xwe. Min ji şêx re got: "netirse şêx ez nanim te."




27/06/2025

Em û cinê Eladîn

 Li bazareke kevnecilan (bazara tiştên kevin yên xurde) li Stenbolê firoşkarek tiştên xwe yên nehatine firotin kirine kaniyeke kevnar ku ji dema Osmanîyan de maye û daye ber agir. Li ser kanîyê bi tîpên Erebî nivîseke ku êdî nayê  xwendin, bi îhtimaleke mezin navê kesê kanî bi xêra xwe daye çêkirin dinivîse. Hemwelatiyekî tirk ê serxweş, temenê wî li dora sî-çil salan di destê wî de şûşeya eraqê li ber agir disekine, li nivîsa Erebî ya ser dîwarê kanîyê dinêre, bi gulmistan li sîngê xwe dide dibêje "Ez di dîn û kitêb û Xwedayê wan nim, wan bênamûsan Quran şewitandine." Rûdine wekî zarokan digirî.

       ****

Jina cîrana me ya qata di bin me de li ber derî pisîkan xudan dike. (Jinik Laz kokenlî ye) Rojekê li nav kolanan li pey pisîkekî nêr ketîye, pisîk dide ber şimikan û di ber xwe de dibêje; "Hey pisîkê heram, dijminê namûsa pisîkan, tu yê werî di pisîka min nî ne? Hey bila destê min bi te bikeve, ez dizanim ez ê çi bikim ji te."

      ****

Jina Ereb a qata herî jêr, ji ber şerim dike li mêran binêre, dema min dibîne destê xwe dide ber devê xwe, devê xwe dinixumîne, berê xwe wê de dike û qûna xwe dide alî min ve.

      ****

Pîreke kurd cîranê me nexweş e, qîza wê dibêje dayê were li cem min bimîne ez ê ji bûkê çêtir xizmeta te bikim. Pîr dibêje ku ez mirim bila ez li mala lawê xwe bimirim.

     ****

Qasî em ji çayê hez dikin, cinê Eladîn ji çaydankê derkeve em ê çaydankê bidin destan, jê re bibêjin here çayekê çêke.



26/06/2025

Dara bi tenê ber nagire...

 Rojekê ez û Evdilayê Hecî Hamidê cîranê me yê gund em li Kevirê Xumpînê li ber pez in. Xumpîn cihekî asê ye û ji gund dûr e. Ji ber ew alîyê gund nizar e û li cihekî bilind e, berf heta dereng nahele. Hema bêje heft heşt mehan ew alî di nav berfê de ye.  Li wir dar hişîn nayên, tenê çêre û pincarên cûr bi cûr lê hişîn tên. Lê çi hikmeta Xwedê ye, tenê dareke gilasê li wir hişîn bûye û em li bin sîya wê darê rûdinin. 


Evdila berê xwe da kulîlkên bi çiqnê darê û got;

-Kuro Arifo hingî tê bîra min ev çend sal in ev dara gilasê li vir e, her sal kulîlk dide lê çi hikmete nizanim, min qet nedîtiye gilas pê ve çêbibin.

Min got; "Xalê Evdila, ev dar tenê bi serê xwe ye, kulîlkên wê an nêr in an jî mê ne, kulîlkên wê bi kulîlkên dareke din re nikarin cot bibin lewre ev dar ber nade."

Evdila li wir dengê xwe nekir lê li nav gund ji xelkê re gotiye "Arif hingî wan kitêb mitêbên beredayî dixwîne, wî aqil avêtiye û ji dîn derketiye. Dibêje haşa neûzûbillah dar jî dinin hevdû û jê fêkî çêdibin. Ya rebî tu me biparêzî!"



25/06/2025

Li Meydana Çarçirayê

Duh bi şev piştî min serê xwe da ser balîfê, min xwe li Meydana Çarçira ya Mahabadê di nav elaleteke mezin a gel de dît. Min serê xwe li hêla ezmanan ve bilind kir, libikên berfê li enîya min diketin û tevî xwêdana enîya min dadiwerîn jêr.  Min xwe bi xwe di ber xwe de got; "li vê meha Temîzê ev çi tavîyên berfê ne?" Mêrekî temenê wî li dora heştê salan wek dengê min bihîstibe li ber min sekinî got, "Giyanekem Temmûzî çî? Kure Rêbendan e, Rêbendan! Rojî şanazî ye. Rojî be dî hatinî xewnî hemûman e.".

Ez çûme 22yê Çileya 1946an bi qasî 80 sal berî dema xwe. Pêşewa Qazî Mihemed wek serokkomar li Meydana Çarçira rawestiyaye, bi cilên resmî yên bi sembolên neteweyî yên Kurdî xemilandî, şal û şepik, bi nîşana tavê, li ser platformeke bilind rawestiyaye, û ala Kurdistanê (sûr, spî, kesk û tava zêrîn) li pişt wî bi bayê nerm bilind dibe. Li dora wî, nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi cilên xwe yên kevneşopî yên cuda cuda, bi serbilindî li gel wî ne. Di nav fermandaran de çavên min li fermandarekî ketin ku cil û bergên wî ne yên fermandarên wê serdemê bûn. Min tavilê ew nas kir. Huseyn Yezdanpenah, fermandarê sûpaya neteweyî ya Kurdistanê, bi unîformayeke leşkerî ya bi nîşanên Kurdî, bi simbêlên xwe yên badayî, bi şûrê xwe yê sembolîk û bi nêrîneke bi hêz li rex Qazî rawestiyaye û wek bibêje ez jî wê xewnê dibînim li nav çavên min dinêre.

Qazî Mihemed bi dengekî bilind û bi coş, bi zaravayê Soranî, xîtabî elaleta mezin a li meydanê dike û dibêje: "Dû dane dû kekate çend?" Gel bi yekdengî, bi zaravayê Kurmancî, bi qîrînekê bersiv dide: "Dike welat!" Qazî careke din bi Kurmancî diqîre: "Dike çend?" Gel vê carê bi Soranî bersiv dide: "Dekate wulat!" Cara dawiyê, Qazî bi dengekî hîn bi hêztir dîsa dipirse: "Dû dane dû dekate çend?" Û tevahiya gel, bi Kurmancî û Soranî bi hev re, bi qîrîneke bi hêz bersiv dide: "Dike welat, dike ala, dike mîllet, dike Kurdistan!" Dîmen bi coşeke mezin, bi bilindkirina ala Kurdistanê û bi nîşandana yekîtiya nûnerên her çar perçeyan didome û her kesê li meydanê û li ser dikê bi destên hev digirin û li ber alaya li ber bayê bilind dibe bi şanazî radiwestin û xewna bi milyonan yên wek min pêk tê...

Kerikê Kerajo! Kî mala bavê te dajo?

Berî em ji ser axa xwe wek reyên giyayekî werin aşêf kirin û ji ser reh/erda xwe werin derxistin, bextê me hebû. Bextê me wek zimanê me paqi...